PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

TIFAQ, KURD Û…

Eskerê BOYÎK

(Nîv laqirdî, nîv rastî…)
Tifaq-qewat e, hêz e, altindarî ye.
Tifaq-dewlemendî, xêr û şayî ye, jîyana bedew e…
Tifaq – azadî, aşîtî, kar û risq e…
Tifaq-serketin e.
Tifaq- kubarî ye, serbilindî ye, welat e…
Tifaqa ra  tev hesav rûdinên, ji tifaqa ditirsin.

Tev dixwazin tifaqa  ra cînartîyê, pismamtîyê û hevaltîyê bikin,  wan  ra rê herin, alîyê wan bisekinin, tev wan karkin, ji wan bişêwirin…

Tev qedirê tifaqa zanin, wan hiz dikin… Dibêjin: Xwedê jî alîyê tifaqdaran e…

Tifaq alîhevkirin e, li hev xweyî derketin e, hev temûlkirin e, qedrê hev girtin e, ji hev hizkirin e…

Tifaq rastî ye, heqî ye, helalî ye, wekehevî ye, dirêj jîyan e…
Tifaq bi qelpî, sextekarî, xweyîntî, tiştên ne paqij ra nameşe…
Çi fikira xweş û xemla bedew bêjî li bejna vê peyva şîrin tê.

Em: Kurd jî pir ji vê peyvê hiz dikin. Ma kê tifaqê  hiz nake?

Êdî tifaqê çêtir tişt heye?

Hela neh-deh sedsal berê Kurdên Êzdî di qewleke xwe da wa gotine:

Çûme dîwana wî padşayî,
Min lê dîtin xweşî û şayî,
Serê hemuyê tifaq û tebayî…

Ahmedê Xanî  ê mezin jî  çend sedsal peyra  Mem û Zîn a nemir da wa nivîsiye:

Gerdî hebûya me îttfaqek
Vekra bikira me înqîyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Heyam ji me ra dikir xulamî.

Niha jî axîna her kurdekî tifaq û yekîtî ye.

Mala xwe da dibêjin: tifaq, devra dibêjin: tifaq.

Helbestvan helbestê tifaqê  dinivîsin.

Nivîskar kurteçiroka û romana deheqa tifaqê da dinivîsin.

Dengbêj kilama davêjin li ser tifaqê..

Radyoya kurdî vedikî tev dibêjin: tifaq.

Rojnema da dinivîsin : tifaq.

Civaka da dibêjin: tifaq.

Têlêvîzyon dibêjin: tifaq.

Nezan dibêjin tifaq, zanyar dibêjin: tifaq.

Oldar dibêjin: tifaq.

Serok dibêjin: tifaq…

Ê, bavo wekî hûn gişk tifaqê dixwezin, êdî ji bo çi sekinîne, werin bivin yek, tifaqbin, vî nîrê bindestîyê ji ser ustiyê gelê xwe bavêjin, welatê xwe azakin… Ma, kê destê we girtiye?

Vira pirsa dijwar ya serokan û mirîdê wan e. Gelê Kurd berê berê da îrada xwe daye destê mezinan. Tifaq jî bêtifaqî jî destê wan da ne… Ew çawa bixwezin gel usa jî rê diçe… Rast- xelet kes napirse.  

Berê mezinên gel  mîr û hakim, axa û beg, şêx û seyda bûn, niha jî tev xwe ra dibêjin: serok

Serok berê berê da jî di nav me Kurda da pir bûne (Xwedê wan kêmke û me ji wan xilazke): Hezar êl û eşîr, qebîl û berek, ol û mesef, ziman û zarav, welatek li nav çar dewletan da perçekirî… Û gorî wan hezar mîr û hakim, axa û beg, şêx û seyda… Naha jî li wan partîya, yekitî, hêz, komel û nizanim hezar tiştên din zêde bûne… Nav jî gorî dewranê nû bûne, rengê xwe, cilê xwe guhestine lê naverok bawerkî maye…

Dewlet tune, text-tac tune, nav qedexe ye lê serok pir in…

Hemin em mirîd jî, wek berê, ji tirsê, serokên xwe pir hiz dikin…

Ça min jorê jî got, serokên me tev jî tifaqê pir dixwezin. Her cîya dibêjin, gazinên xwe dikin, ji bo bêtifaqîyê  hev sûcdar dikin…

tifaqhizîya her serokekî me da surek heye: Tifaq bin baskê wî da…

Sura bêtifaqîya me: Kurda hema vê nuxtê da ne. Her yek tifaqê jî, şêr jî, azayê jî dixweze tek bin baskê xwe da… Ku ew bive padşah û pêxemberê Kurdistanê… Kurdistan eger di bin baskê wî da aza nebe, usan e ew Kurdistan kêrî tu tiştî nayê, ya fêodalan e, ya cesûs û împêralîstan e, ya paşveûyan e, ya miletçîyên arzan e, gerekê mirîdê wî bicivin, dagerkirên Kurdistanê ra bivine yek Kurdistana usan  bihedimînin…

Her kes dixweze ew bive padşayê Kurdistanê… Ê ewqas Kurdistanê ji ku bên ku serok tev azaya Kurdistanê razî bin…

Mirîd jî gura serokê xwe dimeşin. Hinek mirîdên dora serokan hene, hela jî serokên xwe  xirabtir in…

Usan e em kurd hê ji bin baskên serokên xwe derneketine, tifaqa bin baskên serokên xwe da dixwezin…

Naha baskê wan jî bask bûna (Xwedê baskê wan bişkêne)… Baskine xile-xar e, sexte ye, payê pirê ji alyê dagerkirên Kurdistanê va çêkirî…

Berê da xeysete : serokên Kurd (payê pirê)  hev temûl nakin, ji hev hiz nakin.

Bask wan li hev dikevin, (gelek cara bi alîkarîya neyaran ) dişkên, xelqê feqîr navda tê qirê, perîşan û malwêran dibe, TIFAQA GEL JÎ NAV DA TÊ KUŞTIN, YEKÎTÎ JÎ. Dagerkir jî simêla badidin, bin pozê xwe da li ser laşê tifaqa me, ya li erdê ketî dikenin, hebsên xwe tije dikin û derî li ser AZAYÊ dadidin…

Mirîdên serokan jî nafikirin : « Çima wa bû, çima pişta wan li erdê ket, sûcê kê ye? »  Serda ji bo serokên xwe  eyda û salvegera, mîhrîcana çê dikin, govenda digrin, distirên, direqisin, xwe dişewitînin, diqûrin: BIJÎ ha BIJΠ!.. BIJΠ TIFAQ û YEKÎTÎ !( lê tevî kê, nizanin?) Pesnê BIRATÎYA xwe û dagerkeran, DÊMOKIRASYA xiyalî  didin! Ku rojên bên, wê WEŞÊ femke, welatê xweyî  yekpar da wan ra buhuşta wekehevîyê çêke û serokê wan jî bike serokê tev serokan…

Payê serokên kurdaye pirê, berê berê da, tê bêjî dermanê bêtifaqîyê ne…

AHMEDÊ XANΠ ê mezin hê dema xwe da ew antagonîzma navbera serokên Kurdan û tifaqê da texmîn kiribû û bi keder digot:

Ger hebûya me padşahek
Layîq bidya xwedî kulahek
Taîin bibûya ji  bo wî textek
Zahîr vedibû ji bo me bextek 

Ev nivîs û fikrên min nivîsîn tişten nû nînin, her kurdek vê rastîya tehl zane…

Telebextara em: Kurd û tifaq hê jî ji hev direvin. Yekî xudan xêr tune, di van hersê perçê Kurdistanê da jî (berê ewlin Bakûr da), çawa Başûr da kir, bi zorê destê serokên Kurdan bigre bi têlê tifaqê  hişk bi hev va  girêde…

Xwesteka dawîyê…

Her tişt bi dewrana ra tên guhestin… Kurd jî kurden berê nînin… Xelkên sade jî êdî xeletîyan zû dibînin û serokan temûl nakin… Edî gelek kor- kor pey serokan naçin… Niha ji bo azaya welatê xwe gelek welatparêz rabûne û gelek jî êdî, li heçar perçê Kurdistanê da, li ber çerxa qedera welat û gelê xwe sekinîne…

Ez ji wan hêvî dikim nehêlin wan ra bêjin serok. Navekî dinê bira xwekin… Ev peyv êdî herimiye, nayê bihîstin… Ew û tifaq bi hev ra nameşin. Kê ra dibêjin serok, rastî jî dibe serok: qure, xwerazî, hukum û pesin, navên mezine werimandî hiz dikin, êdî serokatîya civakekê, partîyekê jî têr nabin, kesî li dor xwe temûl nakin… Dibin dîktator, lo pêxember…

Yên usan ji bo hukumê xwe tucar tifaqa gel naxwezin, gel hiz nakin… Ew tek xwe, meznaya xwe, aqilê xwe hiz dikin. Cîyê ku ew hene êdî welat, milet çira nin … Dibin bela serê xelkê.

Ez nerehet im seva hinek navên hizkirî, ku ew jî bi rastî nebin serok. Çimkî, mirîdên wan jî dest pê kirine, destanînan ku bi  şerkarîya gelê Kurd, ya bi dewrana, dîroka bi xûnê nivîsî, xûna şihîdan hatiye destxistin, teva navê serokên xwe va girêdidin. Kilama davêjne ser serokên xwe, helbesta derheqa wan da dinivîsin, heykelê wan çê dikin… Wenêyên wan dewsa navê Kurd û Kurdistanê li ser ala pîrozê rengîn  dimilmilînin. Dibêjin: Bijî Serok! Silavê min Serok ra… Saya serê Serok… Ez ji bo vê alîkarîyê ji Serokê xwe… Serok nîbya ev gund yan rê çê nedibû,  Serok nîbya kur ji min ra … Serok nîbya tav dernediket… Serok nibya… Serok nîbya…

Nizam ew welatparêz jî wan siloganên mirîdên xwe, yên valayê erzan dibihên… Eger dibihên û wan xweş tê, kêfa wan tê, usan e ew jî bûne serok…

Birano zanibin, payê wan pesinan yên pirê ji dilê paqij û xêrxwaz dernayên.

Bawerkin, emekê dayî deya naçe.

Yên dikevin pey navên mezin, rûmetê, dixwezin bi zorê wan dest bînin, dîrokê da rastî valaya bêrûmet tên…

Yên dikevin pey kar, guh nadne nav-dengan, nav-deng dikevne pey wan…

Dîrok her tiştî rast dike…
Me ji xwe xêr nedît…
Belkî dîrok û dewran me xilazkin…

 

  Dengê Kurdistan © 2004