psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Partiya ban an ya Kurdî?

Fehmi Atmaca

Qedera 10- 15 sal berê da û heta îro jî xebatek heye; dixwazin ku partîyek bê avakirin hemû çepê Tirk û welatparêzên Kurd di nav da cîh bigrin.

Ev xebat û gengeşîya hanê, dema ku Apo hate girtin destpêkir. Û didome..

Hê ku partîya ban (çatı) nehatibû rojevê, di nava gel da gengeşîya patîyeke bi navê “Komara Demokratîk” bi wehîkî ketibû rojevê Kurdan û digotin wê serokê vê partîyê jî “General Çevik Bir” be. Ji ber ku “evî camêrî soz daye wê mesela Kurd çareserke.”

Piştî ku partîya Dad û Pêşkevtî (AKP) hate ser hukum, ew proja Partîya Komara Demokratîk, xwastin ku bi destê generala raste rast pêkbê, kete avê, nedomî. Ji ber ku Tirkîye jî hêdî hêdî ber bi sivîl bûnê diçû, partîyeke ku raste rast bi destê generala çêbe gorî konjoktorê û pêvajoyê ne mumkun bû.

İja wan xwestin partîyeke gorî serdemê gunce û rewa bînin rojevê û pêkbînin, navê wê jî danîn “Partîya Ban” ku hemû çepên Tirkan û welatparêzên Kurdan bînin cem hev. Lê, bi destpêka operasyonên Ergenekonê ra xebat û karê vê partîyê jî sist bû.

Piştî pêşvekirina demokratîk û xebata çareserîya pirsgirêka Kurd, bi taybet jî di hilbijartinê da lista ku bi navê bloka azadî û kedê serket, partîya bi navê ban carek din germ kirin û anîne rojeve.

Kifş e ev proja hanê berîya girtina Apo di aşxana dewleta kûr da amade bûye.Girtina Apo jî ji wan ra ji bo pêkanîna vê projê bû derfeteke bê hempa.

Dewleta kûr dixwaze vê projê, gav bi gav pêkbîne û Kurdan di nav vê projê da bihelîne û ji mafê netewî bêpar bihêle.

Xwedîyên vê projê wek ku tê zanîn nijadperest in, lê xwe wek çep û peşverû nîşan didin û gelan dixapînin; Ev kesên hanê di nava sistemê da kar û xebatê xwe dikin, lê jêr zemîn in. Ewana jî dizanin, partîya xwedîyê vê sazûmanê “Partîya Komar” (CHP) ku rizyaye bersiva pêvajoyê nade, êdî kêr nayê. Ji bo ku sazûmana heyî biparêzin an jî temenê wê dirêjkin, pêwîstîya wana bi rêxistineke nû heye: ”PARTÎYA BAN”

Kêm bin jî çepê Tirkan yên eslî, ku li pirsgirêkan global (gilover) mêze dikin, ji bo Kurdan jî mafê çaranûs pêwîst dibînin, divê mirov wana û yên ku li ser navê çeptîyê sextekarî dikin ji hevdu cudake, heqê wana bidê, ji ber ku ewana jî dixwazin rastîya çeptîye nîşanî xelkê din û mafê gelê Kurd jî bi Tirkan bidin qebûl kirin.

Mirov gava ku li rewşa ewê ku dewa “Partîya Ban” dikin, mêze dike, gotinê wana çep û wek yê şoreşgerane, lê bi rastî heta îro jî ezmûnekî baş nedane; tu xebatê zanistî ne kirine, ji bo hişyar kina karker û gundîyan jî tiştek nekirine. Bi sloganan meşîyane, karker, gundî û girs xapandine gelek caran jî ji Kemalîzmê ra xizmet kirine, Ji bo vê yekê jî, di nava gel da gelek qels in, lê ji sazûmanê hêza xwe digrin

Bi xwe nebûn tu tişt, lê dixwazin bi proja “Partîya Ban” enerjî ya Kurdan, dîsa, sazûmana ku ber bi hilweşandinê diçe, ji bo domandina wê bi kar bînin. Netewa Kurd parçe parçekin an jî di navê da bihelînin, ew derfetên ku kojoktorên anîye pêşiya Kurdan, Kurdan jê bêparkin, Lozana duwem pêkbînin.

Divê Kurd pêvajoya guhartin û guhaztinê baş binirxînin, dîrokê da cixizîyê ku li wana bûne baş bînin bîra xwe, ku carek din nexapin û nekevin dafikan. Ji alikîva yekitîya xwe li darxin ji bo pêşerojê, ji alî din va jî bi cînarê xwe yên pêşkevtî, aşitîxwaz û demokrat ra hevkarî çêkin, da ku pêşda herin.

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011