PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ferhad Çelebî Çû Ser Dilovaniya Xwe

Nivîskar û polîtîkerê Kurd Ferhad Çelebî û du birayên wî, Zubeyr Çelebî û Şêrko Çelebî  çûne ser heqîya xwe. Hersê bira bi qazayê trafîkê, ku li ser rêya Haleb û Şamê da qewimîbû, canê xwe dan.

Nivîskar Ferhad Çelebî her usa endamekê çalak a Partîya Demokrata Peşverûyê Kurd li Surîyê bû. Mirina Ferhad Çelebî, him di warê sîyasî him jî edebîyatê da, bo gelê Kurd xesareke giran e.

Sekreterê Partîya Sosyalîst Kurdistan peyameke serxweşiyê şand bo Sekreterê Giştî ya Partîya Peşverû Kak Hemîd Derweş. Peyamê Mesud Tek bi vî awayî ye:

Bo Sekreterê Giştî ya Partîya Peşverû Kak Hemîd Derweş

Mamostayê hêja,

Min bihîst, ku hevalê we hêja û tekoşer Kak Ferhad Çelebî çûye ser dilovanîya xwe. Mirîna Ferhad Çelebî ne tene bo partîya we, her usa bona tevgera Kurdîstanê, bona çand û edebîyeta Kurdî xesareke gelek mezin e.

Ez bi navê hemû endam û alîgirên PSK, serweşîya xwe bo partîya we û bi rêka we bo malbata Ferhad Çelebî pêşkeş dikim.

Mesud Tek
Sekreterê Giştî

02.11.04

 

  Dengê Kurdistan © 2004