PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Festîvala Dildar

Dema Nu/Hewler

Festîvala helbestvanê Kurd Dildar bi beşdar bûna 300 şaîr, niviskar û edîbdost, di 21-22. 11.04’an da li Holê Medyayê Hewlerê çêbû. Her wekî tê zanîn Dildar şaîrê helbesta siruda netewîya Kurd “Ey reqib” e.

Festîval, ku di bin çavderiya Vezareta Roşenbîrî da hatiye amade kirin, bi axaftina Vezîrê Roşenbirî Ya Hukumeta Heremî Kurdistan li Hewler Samî Şoreş dest pêkir. Sami Şoreş di axaftina xwe da bi kurtî behsa jiyan û karê edebiyatê Dildar, welatparezî û peşketinxwaziya wî kir.

Di heyamê du rojan da li ser babetên wekî “Dildar û Helbesta Ey Reqib”, “Dildar Di Nava Helbesta Dildarî û Xazelê (Gazelê) Da”,  “Bîranîna Dildar Ligel Dildarî”, “Dildar û Sîyaset”, panelan hatin çêkirin. Di van panelan da helbest, jîyan, şiweyê hunerî, bîr û bawerî û xebata sîyasiya Dildarê  ketin ber behs û lêkolînê.

Her usa di 22.11.047’an da bi qelemê Salar Abdulrahman nivîsek di rojnama Xebatê da derket. Salar Abdulrahman di vê nivîsê da behsa fire kirina Sûka Şêxala li Hewlerê dike û dibêje, “bona fire kirina vê sûkê divê beşeke Qoristana Gewre bê hilweşandin, ku qebrê Dildar jî di vir da ye.” Salar Abdulrehman banga Hukumetê Heremê Kurdistan, Yekîtiya Nivîskaran, Yekîtiya Rojnamavan û yekîtiyên din dike û dibêje, “heya, ku qebrê Dildar nehatîye hilweşandin, divê hewl bıdın, ku goristaneke din bona şaîr, nivîskar, kesên tekoşer bê ava kirin.”

Wekî tê zanîn çar zabitên Kurd, ku beşdarî Şoreşa Mela Mustefa Barzanî ya sala 19437’ê û Komara Mehabatê bibûn, ji aliyê hikumeta Îraqê va hatin îdam kirin. Ji ber ruxana Komara Mehabadê û çûyîna Barzanîyan bo Sovyetê û îdam kirina çar zabitên Kurd, dilê gelê Kurd êşandi bû. Di nava gel da bê hêviyê peyda bibû. Di vê hel û mercê gelek xirab da, Dildar di dema veşartina Xelîl Xoşnav da, ku yek ji çar zabitên îdamkirî bû, helbesta xwe ya nu “Ey Reqib” dixwîne, çoşîyeke mezin dixe dilê gel. Ku piştra awazek bo vê helbestê hate çêkirin û bûye siruda netewî ya Kurd “Ey Reqib”  

 

  Dengê Kurdistan © 2004