PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Londonê
Festîwala Fîlmên Kurdî ya 3.

Li Londonê Festîwala Fîlmên Kurdî ya Sêwemîn di 22’yê vê mehê da (Çirîya Pêşîn 2004) dest pê kir û heya 4’e Çirîya Paşîn, ango du hefte wê berdewam bike.

Di vê Festîwalê da Fîlmên ku bi destê Kurdan hatine çêkirin û li ser jîyana Kurdan in têne nîşandan. Gelek fîlmên dirêj, yên kurt û dokumanter… Hinek ji van fîlman ev in:

Fîlmeke Nîgel Roffe Baker, li ser drama Penaberan
Fîlmeke Ferîborz Kamberî; Şirîde Reş, Bîranîna Tehranê
Enver Sindî; Berî Berbangê
Kawa Akreyî; portreya Alî Kîmyewî
Celal Zengene; Hîkyatê Xole Pize û Mam Reşa
Marîna Caba Rall; Deqîqa Dawî
Yûksel Yavuz; Pîçek Azadî
Jano Rosebînî; Gorên Kîtlewî yên Saddam
Halîl Uysal; Neynika Dirêj
Serbest Resil: İro Sibe
Hîner Salem; Vodka Lemon
Behman Gobadî; Şer Giha Dawî
Nuran Şahîn; Bi dû tûkê Çivîkê Biçe (Eva dawî bî zaravayê Zazakî ye)

Gala Dawîyê jî fîlma Behmen Gobadî Kûsî jî Dikarin Bifirin wê bê nîşan dan, ku meha berê (İlona 2004) li Festîwala Sen Sebastîyan xelata zêrîn girtibû. Gobadî her usa jî çêkirê fîlma “Zemanê Hespên Serxoş” e.

 

  Dengê Kurdistan © 2004