psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Fîlmê “WENDA” li Komeleya ÇIRAyê danaşîn

Dengê Azad/Amed

Danaşîn û xwendina fîlmê “WENDA” ku ji aliyê sê derhênerê kurd ve hatibû kişandin, li Komeleya ÇIRA Diyarbekirê hat kirin. Her sê derhênerê filmê piştî danaşîna fîlmê bersiva pirsên derbarê fîlmê û sînemaya kurd de dan.

Çalakiya ku ji aliyê Komisyona Sînemayê ya Komeleya ÇIRAyê ve di 19ê Çilaya Pêşîn de hat li darxistin de li ser navê komisyonê, Bahar Dundar axaftineke kurt kir. Dundar diyar kir ku wan wek komisyon hetanî niha du kurtefîlm kişandine û her weha xebatên wan ên li ser sînemayê berdewam in. Piştî axaftina Bahar Dundarê danaşîna fîlmê WENDA destpê kir.

Fîlmê ku ji aliyê derhênerên kurd Abdullah Yaşa, Alî Kemal Çinar û M. Saît Korkut ve hatibû kişandin; ji sê fîlmên bi navê “DURAK”, “MAZGANA” û “SIKIŞMA” pê tê. Fîlm di heman demê de yekem ceribandina fîlmê metrajdirêj yê her sê derhêneran e. Her çiqas fîlm ji sê fîlmên cûda pêk hatibe jî temaya “Wenda” tekûziyek di nav her sê fîlman de peyda kiriye.

Piştî danaşîna fîlmê derhênerên fîlmê Abdullah Yaşa, Alî Kemal Çinar û M. Saît Korkut derbarê fîlmê de malûmatên xwe parve kirin. Alî Kemal Çinar diyar kir ku ji ber bêderfetiyên madî û teknîkî hin kêmasiyê fîlmê hene. Lê li gel van kêmasiyan fîlm, berhemeke serkeftî ye.

Gengeşî zêdetir li ser bikaranîna du zimanî, tevkariya fîlmê ji sînemaya kurdî re û li ser sînemaya kurdî hat kirin. Abdullah Yaşa got ku ger mirov li gor hemû pîvanên sînemayê şirovebike, ev fîlm bi temamî ne fîlmeke kurdî ye. Lê di nav her dû sînemayan de dikare wezîfeya derbasangiyê bibîne.

Mêvan û beşdarên çalakiyê li ser nelihevhatina mekan û demê rexne girtin. Li ser rexneyên bi vî rengî M. Saît Korkut weha axifî; “Her çiqas her sê çîrok salên 1990î tînin bîra mirov, me bi zanebûn di demên fîlman de ne zelaliyek çêkir. Lewre ev çîrokên ku qewimîne dibe ku îro jî biqewimin.”

 
   
Dengê Kurdistan © 2010