PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Fîlmeke Kurdî li Festîwala Seulê:
“Saddam’s Mass Graves”

Fîlmeke ku bi destê hunermendê Kurd Cano Rojbeyanî hatîye hazirkirin, di 1’ê Îlonê da di Festîwala Esyayê ya Fîlmên Dokumanter (Asian International Film Festiwal) tê nîşan dan.

Navê fîlmê bi Îngilizî “Saddam’s Mass Graves” e. Meriv bi Kurdî dikare bêje “Gorên Tomarî yên Saddam”. Ango ew xelkê ku Saddam bi sedan û bi hezaran qirkir û bi hevra di gorên mezin da çalkirin… Rojbîyanî sala çûyî, piştî ku Sazûmana Saddam ruxîya, li çarkoşeyê Kurdistanê û Iraqê gerîya û ev gorên mezin tevî xelkê ku hatibû qirkirin û tê da hatibû veşartin nîşan da.

Fîlm gelekî balkêş e, harî û hovîya vê sazûmana zalim radixe ber çavan.

Hunermend Cano Rojbîyanî, berî vê, meha çûyî jî tevî festîvaleke din (Osian’s-Cinefan Festiwal) bûbû û li wir fîlmeke xwe ya din (Jîyan) nîşan dabû.

Rojbîyanî dibêje ev qirkirinên, ango tevkuştinên Saddam ji salên 1980’yî dest pê dike. Di dema “Enfal”ê da, ango di salên 1987-1988 da, fireh bû û Saddam wê demê 182.000 Kurd kuşt û di gorên mezin da bi hevra çal kir. Di dema şerê Xalîcî da berê xwe da Şîayan… Ji destpêkirina hukma wî ji sala 1979 vir da qasî 1,3 mîlyon însan winda ye û ji wan dora 300. 000’î di van gorên miştêrek da hatine veşartin. 4.500 gund jî hatine wêrankirin. Piranîya van goran nêzî sînorê Erebîstana Suudî ye. Heya nuha ji wan 270 hep hatine dozkirin. Lê tenê 50 heb hatine kolan.

Ev xeber bi firehî di rûpela me ya İngilizî da cî digre.

Çavkanî:
Evini Films
25 Kolanî 47
Hewlêr, Kurdistan –Iraq

 

  Dengê Kurdistan © 2004