psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Daxuyaniya kempîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî ên netewên Îranê

Kempîna Berevanîkar ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê ku hejmarek ji çalakên sivîl û mafên mirov ji neteweyên cur bi cur ên Îranê ve hatiye damezrandin, daxuyaniyek bo raya giştî û çapemeniyê belav kir.

Daxuyanî bi vî awayî ye;

Xelkê azadîxwaz yên Îranê!
Kor û civat û saziyên berevankar ên mafên mirov!
Mêjdem e Îran welatê dîktatorlêdayî yê me, derbasbûyek dûr û dirêj a pir ji arîşe û pirsgirêkên navbera şaristaniyet û hovîtî, azadî û serberedayîtî, wekhevxwazî û pawanxwazî de kiriye xureka riya pirr ji ewraz û nişîv a dîroka xwe.

Îran welateke tijî ji cur bi curiya rengan, dab û nerîtan, baweran, ziman, ol, reçelek û xelkên cur bi cur, ku ev sedeme jî bestênek bûye bo bihevrejiyan û têkiliyên aşitîxwazane yên netewan û çandên cuda bi dirêjiya dîroka vî welatî de.

Bi fermînasîna vê pirrçandîtî û pirnetewîbûnê û pêberdakirina canê piloralîzma siyasî û çandî a mudern bi cismê wî welatê pirrnetewî, dikare bibe hêvênê giştgîrkirina demokrasiyê di deverê de ku dîktatorî û kevneparêziya zal, di vê deverê de li hember geşekirin û demokrasiyê de sekiniye.

Komara Îslamî vê pirrçandiyê ne tenê bi derfetek guncaw bo xurtkirina demokrasî û geşekirinê nizane, belkî bi gefek hertimî bo ser man û parastina desthilata reha û pawanxwaziya xwe dide zanîn û bi piştgirêdan bi tometên weke şerkirin ligel xwedê, kopalbidestiya biyaniyan, cudaxwazî û ..., bikaranîna îşkenceyên sedsalên navîn, cezayê girtinên demdirêj û lidarvekirinê bi ser çalakên riya azadî û wekheviya mirovî de disepîne, heya ku rê nede derbek ji desthilata Welî Feqîh û serberedayiya melayan bikeve.

Di weha rewşek de, li cihê ku guh bo daxwazên çalakên siyasî ên netewên Îranê di warên siyasî, sivîl, çandî “zimanî û olî” û mafên mirovan de bigrin, weke tawanbarên zikmak û hêjayî cezayên çendqat ji wan tê nihêrtin. Di heyamê wan 32 salane de, salane sedan kes ji çalakên siyasî, çandî, sivîl ên wan netewan bo navendên ewlehî ên rejîmê hatine gazîkirin û ketine ber lêpirsîn û îşkenceyên cismî û derûnî, ku baskirin ji wan êş û azaran û îşkenceyên ku hevdem ligel sepandina cezayên giran ên weke lisêdaredan, hepsîkirina nerewa, cezayên civakî û abûrî bi dijî wan çalakan birêve diçe, beşek zaf ji nûçeyên bûyerên Îrana bin desthilata rejîma serberedayî a Komara Îslamî bo xwe terxan kiriye.

Hemû kesê/î re eşkere ye ku pêkhateya desthilata siyasî a hakim û pêwendiya wê bi dezgehên dozgeriyê ên nexweser û yasayên paremayî û pir ji cudahî ên Komara Îslamî, çavkanî û hêlûna cudahiyan dij bi hemû xelkê Îranê bi taybetî neteweyên Îranê ye ku her weke jinên Îranê di bin sitema çendqatî de ne. Li gor vê çendê, em endamên kempîna Berevanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê, di pêxema berevanîkirin ji mafên girtiyên siyasî ên netewan û piştevanî ji daxwazên rewa ên wan di Îranê de, li gor bendên carnameya cîhanî a mafê mirovan, xwazyarê hiloşandina hemû pêkhate û yasayên ciyawazîxwaz ên Komara Îslamî a Îranê û azadiya bê şert û merc a hemû girtiyên siyasî û hiloşandina cezayên lisêdaredana wan in. Em daxwazê ji hemû azadbîran, çalakên mafê mirov, kor û civakên navnetewî dikin bo berevanîkirin ji mafên mirovî ên girtiyên siyasî ên netewan di girtîgehên bixof ên Komara Îslamî de, piştevanê me bin.

Kempîna Berevanî ji Girtiyên siyasî ên Netewên Îranê, serbarê şermezarkirina lisêdaredana çalakên siyasî, çandî û sivîl ên netewên Îranê, bala hemûyan ji bo aliyê metirsiyekê dikşîne ku niha gefê ji canê beşek zaf ji çalakên siyasî û sivîl di girtîgehên Komara Îslamî de dixwe, daxwazê ji hemû xebatkarên riya azadiyê û alîgirên mafên mirovan di seranserê cîhanê de dike ku bi xurtkirina hewlên xwe, pêşî ji vê siyaseta rejîma Tehranê bigrin ku dixwaze welatê Îranê bike mezintirîn girtîgeha siyasî a cîhanê bo netewên cur bi cur ên akinciyên wî welatî.

Armancên kempînê
Kempîna berevanî ji girtiyên siyasî ên netewên Îranê, hewlek e di pêxema ramalîn û nehiştina çemkên dijîmirovî weke: Girtiyên siyasî û tawanên siyasî di nav yasa û sîstemên yasayî ên Îranê û gihîştina bi rewşekê ku têde givaş û dûrxistina takekesan ji ber bîr û bawerên siyasî, olî û pêdagirî li ser zimanê zikmakî nemîne û tu kes bi wê hêcetê ve di mehkemeyan de li ser kursiya tawanbariyê nehê danîn. Damezrênerên vê kempînê pêkhatine ji hejmarek ji çalakên sivîl û mafên mirov ji neteweyên cur bi cur ên Îranê; û çalakiyên wan pêkhatine ji:
- Hewildan bo komkirin û eşkerekirina navên hemû girtiyên siyasî di bêdadgehên Komara Îslamî de
- Hewildan bo eşkerebûna rewşa girtiyên siyasî ên netewên Îranê û siyasetên Komara Îslamî di wê pêwendiyê de
- Gihandina zaniyariyan bi kor û civatên navnetewî ên çalak di warê mafên mirov de û crêxistinên berevankar ên mafên girtiyên siyasî
- Hewildan bo xurtkirina givaşên navnetewî li dijî rejîma Komara Îslamî a Îranê, bi armanca serbestberdana hemû girtiyên siyasî û vegerandina keramet û mafên pêpeskirî ên wan.

Kempîna Berevanîkar ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê 

www.kampein.blogspot.com

 
   
Dengê Kurdistan © 2011