PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

DILÊ KURDÊN LI GÖTEBORGE JI BO KURDISTANA BIÇÛK LÊ DA!

Bi hevkarîya komeleyên kurd li bajarê Göteborge/Swedê,  roja 18 Adara 2004 an de xwepêşandaneke dijî rejima xwînmij a Baas ya Surî hate kirin.

Dê û bav, zarok, gencên kurd bi hevre beshdarî vê xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de kurdan ne razîbûna xwe dij vê çawsorîya ko rejima diktator a partîya Baas ya Surî dij kurdên bê çek dike anîne zimên. Li vir ev bê mirwetî hate shermezar kirin û ji hemû hez û kesên bi mirwet û demokrat dawe hate kirin ko ev çavsorîya ko li kurdan tête kirin bête rawestandin.

Di heman katî de kurdistanîyan piştgirîya xwe ji bo kurd û hemû kesên dij rejima kevneperest a Suriyeyê bi dengê bilind li meydana Gustav Adolfs Torg bi şîweyekî rêk û pêk anîne zimên. Jibo serhildana kurdên kurdistana Sûrî serfirazî xwestin û careke din soz dan ko hemwelatîyên xwe ji bîr nekin, bi yek dengî bankirin ”Şehîdên Qamishlo û Afrînê namirin, bijî yekîtîya kurdan”.

Alan Navberg
Göteborg

 

  Dengê Kurdistan © 2004