psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

HAK-PAR a Şaxa Amedê Helepçe bi bîranî

Dengê Agiri

HAK-PAR a Şaxa Amedê di 15 ê adarê di seet 12 de li ber AZC Plaza li ser tevkuştina Helepçe yê daxuyaniya çapemenî da.

Cîgirê serokê HAK-PAR ê umît Tektaş jî beşdarê daxuyaniyê bû. Daxuyaniyê Roger Çağer xwend. Metna ku hat xwendin li jêr e.

16 ê Adarê 2011 salvegera 23. ya tevkuştina helepçe yê

Helepçe 16 km li dûrî sînorê Kurdistana rojhilatê ye. Serjimara wî  70 hezar e. Her çiqas şer di navbera Irak û îranê be jî ê rastî şer bi heman hêza xwe li ser axa kurdistanê ya di nav sînorên irak û îranê diqewimî. Ê ku xisara mezin dît gelê kurd û welatê wan kurdistan bû.

Di tevkuştina helepçeyê de zarok, jin, pîr bi tevahî 5 hezar kesên bêparêz jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar kesên sivîl bi awayekî ku heta dawiya jiyana xwe seqet bimînin birîndar bûn.

Jenosîda ku naziyan di şerê cihanê ya 2. anî serê yahûdiyan Saddam jî ji bo kurda rewa dît. Di encama tevkuştina helepçeyê de 500 hezar kurd ber bi sînora tirkiyeyê ve milyonek kurd jî ber bi sînora îranê ve çûn.

Cihan li ber vê tevkuştinê bêdeng ma. Di wê tarîxê de li ser 50 dugelên  welatên îslamî li welatê cîran kuveytê civînek li dar xistin. Di encama civînê de qala fîlîpîn, Bosna-hersek, Trakya ya rojava, bûlgarîstan, qala tirkan ( Kenan evren jî beşdarê wê civînê bûbû ) kirin lê tu ks qala helepçe yê nekir.

Li tirkiyeyê jî welatparêz û demokratên kul i ser helepçe daxuyanî dan û çalakiyan lidarxistin hatin binçavkirin û di derheqê wan de doz hatin vekirin. Tvdê dugelên cihanê qebûl kir ku Saddam li dijî kurdan çekên kîmyevî bikaraniye. Lê tirkiye di encama mûayenekirina kurdên kul i tirkiye îltîca kirine da zanîn kul i tu şopa çekên kîmyevî rast nehatine.

Tenê îsraîl li dijî tevkuştinê bêdeng nema. Li tel avîvê girseyek pir mezin rêvebiriya Saddam ku faîlê helepçeyê bûn protesto kir.

Saddam bi tenê tevkuştina helepçeyê nesekinî. Di dawiya wî de enfal(ganîmet), enfal1, enfal2, enfal3, enfal4, enfal5, enfal6, enfal7 û enfala dawî 8 hatin. Bi tevahî 182 hezar kurdên sivîl û bêparêz ê ku emrê wan di navbera 13 û 60 î de bûn ji malên xwe hatin girtin û ber bi dawiyek tarî ve hatin kişandin. Wan bi saxî xistin bin axê. Gorênkomî yên ku piştî Saddam derketin holê encama tevkuştina enfalê bûn.

Di dala 1945 an de wextê şerê cihanê ya duyemîn de bi bombeyên atomê ku emerîka avêt hîroşîma û nagazakîyê ancax ewqas kes mirin.

Peyvek konfuçyûs heye. Dibê: “ger tu bi derba ewilî nemirî netirse tê ji berê pir pir zêdetir bihêzbî û têkoşîna jiyanê bidî.”

Gelê kurd ne derbek bi hezaran derb xwariye û nemiriye ewê nemire jî .

Piştî daxuyaniyê ciwanên HAK-PAR ê sloganên “Bijî Kurdistan” “Şehîd namirin” û “Her Tişt Ji Bo Azadiya Kurdistan” avêtin û marşa “Hernepêş” xwendin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011