PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Komcivîna HAK-PAR’ê ya Yekemîn çêbû

Partîya Heq û Azadîyan (HAK-PAR) Komcivîna xwe yekemîn di 4’ê vê mehê da (Çileyê Paşîn-2004) li Enqerê çêkir. Qasî hezar kes di civînê da beşdar bû û civîn bi ser serfirazî, rêk û pêk derbaz bû. Di salona civînê da pankartên Kurdî û Tirkî hatibûn dardakirin, wek:

· Bimre koletî-bijî azadî

· Ji Tirkîyê ra Demokrasî, ji Kurdan ra azadî

· Ji bo aşitîyê Iraqeke demokrat û federal

· Ji bo çareserîya pirsa Kurd hevhatineke civakî ya teze

· Ji bo herkesî bi zmanê dayîk heqê perwerdegarî

· Heya jin azad nebin civak azad nabe

· Ciwan dahatûya me ne

· Ji bo herkesekî heqê sendîkatî ya bi heqê karberdanê

Serokê HAK-PAR’ê Abdulmelîk Firat ji ber nexweşî ne karibû di komcivînê da amade be, lê mesaja wî bi alîyê cîgirê wî Hesen Daxtekîn hat xwendin. Gelek rêxistinan nûnerên xwe şandibûn komcivînê yan jî mesajên xwe. Di nav mêvanan da ev kes hebûn:

· Omer Mîranî, Berpirsîyarê Partî Demokratî Kurdistan, li Enqerê

· Cîgirê serokê AK-Partî (Partîya serokwezîr Erdoğan) Halûk İpek, mebûsê Enqerê

· Serokê Rêxistina Mîmar û Mihendîsan (TMMOB), Kaya Guvenç

· Wezîrê Dewletê yê berê, Adnan Ekmen

· Serokê Giştî yê Mazlûmderê, Yilmaz Ensarîoglu

· Endamê Komîta Merkezî ya TKP, Necmettîn Salaz

· Serokê Beledîya Bîngolê, ya berê, Selahaddîn Kaya

· Serokê Wakfa Şêx Saîd, Kasim Firat

· Serokê Giştî yê TOSAM’ê, Celal İnal

Ev rêxistin û kesên jêrê mesaj şandibûn Komcivîna HAK-PAR’ê:

· Mesûd Barzanî, Serokê Partî Demokratî Kurdistan

· Celal Talabanî, Serokê Yekitî Niştimanî Kurdistan

· Kemal Burkay, Şair û Nivîskar, Sekriterê berê ya PSK

· Bulent Arinç, Serokê Giştî yê Parlamena Tirkîyê

· Denîz Baykal, Serokê Giştî yê CHP

· Yavuz Onen, Serokê Wakfa Mafên Mirovî

· Sema Kiliçer, Şêwirmendê Karên Sîyasî yê Komîsyona Yekitîya Ewrûpa (EU)

· Şahabettîn Ozaslaner, Serokê Beledîya Bajarê Wanê

· Ferîdûn Yazar, Serokê Giştî ya berê ya HEP’ê

· Keya İzol, Serokê Federasyona Kurd li Swêd

· KOMKAR (Federasyona Kurd li Elmanya)

· M. Alî Yildirim, Serokê HEVKAR

· Necla Morsunbul, Berpirsîyara Dema Nu ya Dervayî Welat

· Kovan Amedî, Serokê KOMKAR-Swêd

· Kutbettîn Ozer, Serokê Navenda Çandî ya Kurd

· Şukrî Demir, Endamê KomitaYekitîya Civanên Kurd

Dema mesajên Mesûd Barzanî û Celal Talabanî hatin xwendin beşdarên civînê rabûn ser pîyan û ji wan ra çepik kutan. Komcivîna HAK-PAR’ê da li ser rapora giştî ya kar û xebatê hat sekinandin, li ser rojeva kongrê axaftin û nîqaş çêbûn û biryar hatin girtin. Abdulmelîk Firat bi yek dengî cardin hate hilbijartin wek Serokê Giştî. Her usa jî Meclîsa Giştî û organên dinê yên HAK-PAR’ê hatin hilbijartin, beyana giştî hate derxistin.

Yek ji biryarên dawî li ser Kurdistana Başûr bû. Kongrê nîşan da ku gelek dilşa ye ji bo yekitîya navbera hêzên Kurd li Kurdistana Başûr û piştgirîya xwe ji bo biryarên parlamenê û daxwaza sazîyeke demokrat û federal li ser esasê cografî kir. Ji biryaran yek jî li ser endametîya Tirkîyê ji bo Yekitîya ewrûpa bû. Kongrê nîşan da ku ew li gel endametîya Tirkîyê ye li Yekitîya Ewrûpa, lê bi şertê ku ew Qeyd û Şertên Kopenhagê bi cî bîne û bo çareserîya birsa Kurd jî gavan bavêje.

Medyaya Tirk, rojname û Têlevîzyonên Tirkan gelek li ser Komcivîna HAK-PAR’ê sekinîn. Lê piranî bi ne bi helwesteke dostayetî. Rojname û têlevîzyonan di xeberên xwe da HAK-PAR gunekar kirin ku di banga (dawetname) xwe da tevî Tirkî, Kurdî jî bi kar anîye, pankartên Kurdî dardakirîye, hinan xwestine bi Kurdî qisebikin û behsa federasyonê kirine; di salonê da ala Tirkî ne hatîye dardakirin û marşa serxwebûnê ya Tirk ne hatîye xwendin… Her usa jî dema mesajên birêz Mesûd Barzanî û birêz Celal talabanî hatîye xwendin, rabûne ser pîyan û ji wan ra çepik kutane… Dîsa nivîsandin ku Abdulmelîk Firat nebîyê Şêx Saîd e û Şêx Saîd dijî Tirkîyê şoreş kirîye…

Dewleta Tirk û kevneperestên wan ta ji roja berê ji HAK-PAR’ê ne razî ne. Partî sal û nîv berê çawa ava bû, di nava mehkê da Dozgerê Giştî dawe vekir ku bê girtin. Nuha jî piştî Kongrê cardin dawe vekirine û berpirsîyarên wê ji bona Kongrê gunekar dikin.

Xuya ye berpirsîyarên Tirkîyê nikarin dev ji sîyaseta xwe ya kevn, ya zordesî û neheqîyê berdin.

 

  Dengê Kurdistan © 2004