psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Agirê Newrozê Bi Hişmendiya Neteweyî û Bi Nasnameya Me Ya Dîrokî Geştir Dibe

Gelê me yê welatparêz,

Gelê kurd, îsal jî li sê parçeyên welatê xwe ji azadiya xwe ya neteweyî bêpar pêşwazî li Cejna Newrozê dike. Gelê me, îsal jî ji mafên xwe yê rewa bêpar û bi polîtîkayên red û înkarê re rû bi rû ye.

Li seranserê dinyayê çu miletek, bi qasî neteweya kurd wek remza azadiya neteweyî, berxwedanê û hevkariyê xwedîtî li Newrozê nekiriye. Çu gelek bi qasî kurdan bi hestên cejna neteweyî, bi coşî û hêcan ew hembêz nekiriye. Herweha, çu miletek bi qasî miletê kurd di rêya xwedîlêderketina wê de bedêlên giran nedaye û ji bona Newrozê êş û azarên mezin nekişandiye.

Jin û Xortên Hêja,

Gelê me di sedsala borî de gelek derd û azarên mezin dîtin; bi kuştin, qetlîam û jenosîdên nemirovane re dûçar ma. Divê neyê jibîrkirin ku ji ber zext, zilm û zordariya rejimên dagirker, bûst bi bûst axa Kurdistanê bi xwîna gelê me ku ji bo azadiya xwe dane rijandin, hatiye avdan.

Piştî hovîtî û tarîtiya sedsala borî, di despêka vê sedsalê de parçeyeke welatê me li birayên me yên li Başûrê Kurdistanê azadiya xwe ya neteweyî bidest xist û roj bi roj wan deskeftiyên xwe bi hesteke neteweyî xurtir dike û dikemilîne.

Li parçeyên din jî pêvajoyek erênî dest pê kiriye û azadîya neteweyî nêzîktir bûye. Gelê me, êdî ji bilî naskirina mafên xwe çu rêyeke din qebûl nake û êdî bawerî bi belên xapînok nayne. Lewra, êdî ew statukoya ku gelê me di nav çerxên xwe de diharandin, digihûre û gelê me gav bi gav ber bi azadiyê ve nêzîk dibe. Şik û guman têde tune ku dê gelê me yê parçeya bakur jî, di çaryeka vê sedsalê de statuyeke neteweyî bi dest bixe.

Berovajiya sedsala bîstan ku ji bo gelê me tê wateya êş, azar, kuştin, nefîkirin, qetlîam, dê sedsala bîstû yekan bibe sedsala kurdan ya azadî, ronahî û aşîtiyê. Em di wê yeqîniyê de ne ku dê gelê me di vê sedsalê de bi ser bikeve.

Gelê Kurd Yê Berxwedêr,

Çu neteweyek nikare îdîa bike û bibêje ku wan bi qasî Gelê Kurd di rêya azadiya xwe ya neteweyî de bedêl daye. Êdî çu neteweyek nikare guhê xwe ji gazî û qîrîna gelê me re bigire. Dinya û herêma Rojhilata Navîn ber bi wê radeyê ve hatiye ku êdî bindestî û bêstatubûna neteweya kurd nayê qebûlkirin. Êdî herkes dizane, bê ku kurd li hemû parçeyên welatê xwe statuyek neteweyî bidest bixin, alozî ji herêmê kêm nabin û li Rojhilata Navîn aramî pêk nayê. Azadiya gelê me li herêmê bûye mifteyê aşîtî û aramiyê.

Dinya digihure, tesîr û pertava guhertinê roj bi roj zêdetir dibe. Rejimên zordest û xwînxwar yek bi yek hildiweşin, berxwedan û tekoşîna demokrasî û azadiyê çu bend û çeperan nas nake. Ev bayê guhertin û azadiyê, herweha hêz û taqetek mezin dide tekoşîna gelê me jî. Daxwaza azadiyê ya gelê me li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê roj bi roj bihêztir dibe û pêl dide, berxwedana her parçeyek hêz û moral dide parçeyên din.

Bêguman, Gelê Kurd dê di 2624 saliya Cejna Newrozê de pêngavek din ber bi azadiyê ve nêzîk bibe. Coşa Newroza îsalîn dê agirê Newroza sala bê geştir bike.

Newroz Pîroz Be.

Bijî Newroz

Bijî Tekoşîna Azadiya Gelê Me

Partiya Maf û Azadiyan

 
   
Dengê Kurdistan © 2011