psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Li Şaxa Rihayê ya HAK-PAR’ê Semînera Ziman û Wêjeya Kurdî‏

Partiya Maf û Azadiyan Şaxa Rihayê di 16.01.2011 roja yekşemê semînera ziman û wêjeya kurdî da. Li ser 20î kes beşdarî semînerê bûn. Semînera ku ji du seansa pêk hat, ji aliyê Burhan Kaya ve hate pêşkêşkirin.

Mamoste Burhan di seansa yekemîn de li ser zimanê kurdî sekinî. Mamoste, balkişand ku kurdî wek cografyaya ku tê bi kar anîn çi qas nêzîkî tirkî û erebî be jî, ji aliyê taybetmendiyên ziman tu têkiliya wî bivan zimana re tuneye. Hersê jî di malbatên ziman ê cûda cûda cih digirin. Kurdî, tenê bi farisî re di malbatek ziman cih digire. Lê dîsa jî di xalên bingêhîn ê ziman de ji hev diqetin. Piştî vî mamoste ser zaravayên kurdî axivî. Got ku 5 zaravayê kurdî hene. Wana kurmancî, soranî, dimilî, goranî û lorî ne.

Mamoste di seansa duyemîn de jî li ser wêjaya kurdî sekinî. Balkişand ser zordariya dugelên din ku li ser kurda kirine. ji ber vê çi qas metnên nivîskî kêm bin jî wêjeya kurdî dîsa dewlemendiya xwe parastiye. Di wêjeya kurdî de çend navên ku mamoste jimart: Baba Tahirê Uryan, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Mela Ehmedê Batî, Feqiyê Teyran, Şerefxan, Selîm Suleyman … xeynî vana hîn gellek navên din hene. Xaleke din ku mamoste balkişand ev bû ku di wêjeya nivîskî de zaravayên goranî, soranî û kurmancî hatine bi kar anîn.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011