psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weşan / Yayın Arşiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Webmaster
 
ŞANDEYA HA-PAR’ê SEREDANA CELAL TELEBANÎ KIR

Çend roj e di bin serokatiya Serokê partiya me Bayram Bozyel de, şandeya partiya me li Herêma Kurdistan hevdîtinan dike. Di çarçova hevdîtinan de, şandeya partiya me ku ji serokê partiyê Bayram Bozyel, cîgirên serokê partiyê Reşît Delî, Îbrahîm Kureken, Mehmet Vural û Fehmî Demir pêk hat, iroj (10.12.2010) Serokkomarê Iraq’e Birêz Mam Celal Telebanî ziyaret kir.

Di hevdîtine de Serokê partiya me Bayram Bozyel, pîrizbahî li Mam Celal Telebanî kir, boneya dubare hilbijartina postê Serokkomariya Iraq’e. Her weha li ser rewşa Tirkiyê û Herêma Kurdistanê gûftugo hat kirin. Pêvajoya guhartinê hat nikaşkirin û ji bo berjewendiyê milletê kurd girîngiya hevkariyê hat destnîşankirin.

Mam Celal Telebanî ji bo dîtin û pirozbahiya şandeya me dilxweşiya xwe anî ziman û pewistiya hevkariya hêzên kurd anî ziman. Civîna ku qasî seetekî domiya bi heviya hevdîtinek din bi dilgermî xilas bû.

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2010