psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

JI ŞAXA WANÊ YA HAK-PAR’ê DERSÊN ZIMANÊ KURDÎ

Nezîkî salekê ye di   nav PARTIYA MAF Û AZADIYAN a şaxa Wanê de perwerdehiya zimanê Kurdî tê dayîn. Van demên dawî de jî ew kesên ku beşdarî dersa zimanê Kurdî dibin pir keyfxweş û dilxwazin. Wekî din jî tevlêbûn roj bi roj zêdetir dibe. Perwerdehiya zimanê Kurdî ji alîyê  xwendekarê zanîngeha Wanê Mamoste Murat ve tê dayîn. Mamoste Murat mixabin rewşa zimanê Kurdî baş nabîne û dema ku nêrînên xwe tîne zimên wisa berdewam dike:

Heyf û mixabin rewşa zimanê Kurdî ne baş e. Zimanê Kurdî bi salan e di bin mantalîta îttîhat û terakî de gedexe ye. Ev gedexebûyîn jî nahêle ku zimanê Kurdî pêşve here û bibe zimanêkî zanistî.

 Ji  ber vê yekê pêwîst e ku her Kurd li zimanê xwe xwedî derkeve û di nav jîyana rojane de sedî sed Kurdî biaxife . Bi teybetî ciwanên Kurd bila li ser vê mijarê pir hişyar bin. Bila roman û helbestên Kurdî bixwînin, fîlmên Kurdî temaşe bikin. Dayikên me yên pîroz jî bila ji zarokên xwe re çîrokên Kurdî bêjin û zarokên xwe bi Kurdî perwerde bikin.

Gotinek heye ew gotin dibêje : Ger hûn bixwazin welatekî ava bikin herin zimanê wî welatî ava bikin, ger hûn bixwazin welatekî xirab bikin herin zimanê wî welatî xirab bikin.  Çiqas gotineke watedar e, qala hebûn û tinebûnê dike. Ji ber vê yekê pewist e ku em hişyar bin û li nirxên xwe xwedî derkevin û Kurdî bijîn. Ji ber ku  “JÎYAN BI KURDÎ XWEŞ E!!!”

 
   
Dengê Kurdistan © 2011