PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

“Havrê Sadun” Hat Kuştin.

Endamê Polît Buro ya Partiya Komunîst a İraq Havrê Sadun û du qerewilên wî, di 13.11. 04’an da gava ji Baxdadê dihatin Kurdistanê ketine kemîna teroristan û  canê xwe ji dest dan.

Hawrê Sadun her usa endamê Meclîsa İrqê û endamê cîgir bû di Bi Rêvabirina Giştî a İraqê da.

Havre Sadun Ereb bû, lê piraniya jiyanê xwe li çiyayên Kurdistanê bi xebata çekdarî derbas kiriye, dijî rejima BAAS şer kiriye. Bi gernasî û merxasîya xwe ve di nava gelê Kurdistana Başûr da bı nav û deng bû.

Cenazeyê Havrê Sadun, di 14.11.04’an da li Hewlerê, paş merasimeke mezin, ku bi hezaran kes têda başdar bibûn, hate veşartin. Di merasîmê da bi navê Partiya Komunîsta İraqê-PKİ, Partiya Demokrata Kurdistanê-PDK û Yekitî Niştimanî kurdistan-YNK gotar hat xwendin.

Sekreterê Partiya Sosyalîst Kurdistan-PSK Mesud Tek peyamê serxweşîyê şand bo PKİ. Peyama Mesud Tek bi vî awayî ye.

Bo Serkirdayetiya Partiya Komunîsta İraqê,

Hevalên hêja,

Em bı teror kirina endamê Polît Buroya Partîya we Havrê Sadun û hevalên wî bi destê teroristên dij-insanî gelek xemgin bûn.

Ji dest çûnê Havrê Sadun ne tenê xesareke mezin e bo hezên domokrat û şoreşgerên İraqê, her usa xesareke mezin e bo gelê Kurd. Bi mirina Havrê Sadun Partiya we kadrekê tokoşer û xebatkarê xwe ji dest da, gelê Kurd jî dosteke dilsoz û û vefadar...

Ez bi navê Partiya xwe serxweşîya xwe peşkeşê we û bi rêka we peşkeşê malbata Havre Sadun dikim.

Mesud Tek
Sekretêrê Giştî

14.11.04      

 

  Dengê Kurdistan © 2004