PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Hevdîtinên Komîteya Hevkarî
li Kurdistana Başûr dewam dikin

Heso Sîpan / 02.01.04 Suleymanîye

Şandeya HEVKARÎ ya hêzên sîyasî yên Kurdistan li Swêdê, ya ku ji şeş (6) kesan pêkhatîye di roja 23 Çileyê Pêşîn da  hat Kurdistana Başûr bo seredaneke 15 rojî. Şandeyê vê seredanê heta nuha gelek hevdîtinên girîng pêk anîn. Şande, berê li Hewlêrê, dûra li Silêmanîyê ji alîyê serwerên herdu alîyan bi eleqeyeke gelekî germ hat pêşwazîkirin.

Şandeyê piştî seredana Parlamentoya Kurdistanê, bi serokê PDK birêz Mesûd Barzanî, sekreterê giştî yê YNK birêz Celal Telebanî, serokwezîrên herdu îdareyan birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Dr. Berhem Salih û endamên mekteba sîyasî yên  herdu alîyan re civînên cuda-cuda pêkanîn. Medya kurdî ya herdu alîyan bi awayekî fireh cî dan zîyareta Komîteya Hevkarî.

Di hemû van hevdîtinan da pirsa bingehîn ya ku bi giranî li ser hat rawestandin, pirsa yekkirina herdu îdareyan bû. Şandeyê dehwa yekkirina îradeya gelê kurd û yekdengîya  gelê kurd kir û dîyar kir ku di vê demê da  ev yek wek pêwistîyeke dîrokî li pêş serwer û rêbêrên sîyasî ye. Pêkhatina vê, hêvî daxwaza hemû neteweyê kurd e. Û hîvî û daxwaz kir ku ew di vê demê da bêtir hesasîyet nîşandin bo vê yekê.

Div ê serdema nû da ku Irak ji nû vet tê damezrandin, yasayeke nû ji bo Iraqê tê amadekirin, ango bi vê re girêdayî statûya Kurdistana Başûr tê nîqaşkirin, gereke kurd bi yek helwestê bi yek dengî û bi yek îdareyeke îradeya milletê kurd bidin ferzkirin. Di demeke weha da serdana heyeta komîta Hevkarî bo Kurdistana Başûr, li vir di nav gel da, di nav ronakbîran û rêberên partîyên sîyasî yên din bi hîvî û eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Ewana  hîvî dikin ku heyeta komîteyê hîvî tesîreke mezin bike di hewldanên yekkirina herdu îdareyan û mizginîya yekbûna wan dipê.

Şande wê di rojên pêş da dîsan vegere Hewlerê û bi birêz Nêçîrvan Barzanî re hevditinekê pêk bîne

 

  Dengê Kurdistan © 2004