PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Hevdîtina Şandeya PKE-Platformê bi YE ê re

Platforma Kurdên li Ewrûpa PKE, şandeyeka xwe ku ji endamên Komîteya Giştî Şêxmûs Dîp û Azîz Aliş ve pêk hatibû şand Brukselê da ew Rapora PKE-Platformê teslîmî YE ê bikin.

Di 06.10.2004 ê de ew Şandeya PKE ê li gel banoya Pervîn Cemîl (seroka Buroya Kurdî li Brukselê), di saet 17.00 de bi rêberatîya sekretera Human Rights Unit Sara Sighinolfi ve bi berdevka Pirsên Karê Derve yê Liberal Grûp Cecilia Malmstrom re rûniştin.
Di wê hevdîtinê de kurtebehsa avakirina PKE ê hate kirin û Şandeya Kurd, dîtin û daxwazên PKE ê ya li ser pirsa kurd anî zimên.

Me got ku, ” Milletê Kurd bi zimanê xwe, bi Çanda xwe û bi Dîroka xwe milleteke cuda ye. Ew heta îro jî, ji alîyê dewleta Tirkîyê ve hatinin înkarkirin û tu caran wek millet nehatine qebûl kirin. Bi guherandinên biçûk, (wek nimûne; kursa zimanê kurdî, nîv-saet weşanên bi kurdî di televîzyonan û rakirina hin qedexeyan) Pirsa Kurd çareser nabe. Çareserîya vê pirsê, dayina Statuya Fermî ya ji bo zimanê kurdî ye.

Heger dewleta Tirkîyeyê durust be û bi ciddî dixwaze guherandinan bike, divê berîya her tiştî hebûna milletê kurd qebûl bike. Divê Zagona(qanûna esasî) xwe bi tevahî ji holê rake û ji dêlva wê bi beşdarîya hiqûqnasên kurda Zagoneke Nuh ku di wir de Maf û Hiqûqê kurdan yê neteweyî û demokratîk ku tê parastinê, bête nivîsandin. 

Ji 1/3 ji nifûsa Tirkîyeyê Kurd in. Loma jî çi guherandinên li Tirkîyeyê bibe, dê yekser kurd jî para xwe bistîne. Em Teref in û em dixwazin di pêvavajoya ”Muzakereyên bi Tirkîyeyê” de Gelê Kurd wek Terefeke Sereke were qebûl kirin û dîtinên wan jî wek teref bête sitendin. Neheqîyek û Kêmasîyeke pirr mezin e ku, tenê nûnerên dewleta Tirkîyeyê wek muhatabê ”Muzakereyan” be. Ew hevdîtin, civîn û biryardayinên YEK ALÎ (yên tenê bi tirkan re), dê encameke baş ne de.

Axa ku gelê kurd li ser dijî, duhî jî Kurdistan bû û îro jî navê wê Kurdistan e. Divê êdî ev nava wek ”navekî bi tirs” neyê nirxandin. Her milletek, navê welatê xwe heye.
Di biryarên li ser kurdan tê sitendinê de û di Muzakereyan de divê kurd jî wek teref amade bibe.” Xanima Cecilia jî bi kurtayî dîtinên xwe awa anî zimên;
“ Bi dîtina we ez gellekî kêfxwes bûm.Ev Rapora ku we amade kirîye, ewê pirr alîkarîya munaqeşeyên me bike. Ez bawerim ku, emê ji wê îstîfade bikin.


Bê gûman heqe we ye ku, hûn navê welatê xwe bi kar bînin. Ez bi xwe pirr tiştekî xwezayî(normal) dibînim. Em di Parlemana Ewrûpayê de gellek Grûp in û li ser Pirsa Kurd dîtinên me cudanin. Îro(06/10) min bi xwe ji Jörgen Verheugen re got ku, “te behsa demokrasîyê, mafê mirovan û krîterên din kir lê te behsa pirsa Kurd nekir. Ev kêmasîyeke ku divê em li ser munaqeşe bikin.” Jörgen kenîya û got ”îro ne wexta wê ye”.
Lê ez dikarim ji we re bêjim ku, piştî serê salê, ewê karê wî xelas bibe û ji dêlva wî Xanimeka ji wî nermtir vê wezîfeyê bidomîne.

Em Pirsa Kurd wek pirseke cuda û pirseke bi serê xwe dinirxînin. Lê em bi çaveke erênî li tevlêbûna dewleta Tirkîyeyê ji bo beşdarîya YE ê dinêrin. Bêguman bi şertê ku, hemû krîterên ku li pêşîya wê ye, pêk bîne.
Bi bawerîya min, ji Tirkîyeyê re hê gellek sal divê. Bi kêmanî piştî10-12 salan, îhtîmala qebûlkirina endambûna wê dikare têkeve rojevê. Di vê pêvajoya muzakereyan de divê hemû program û krîterên li ber wê têkeve jîyanê. Loma jî çi di vê pêvajoya dirêj de û çi bi endametîya Tirkîyeyê de berjewendîya kurdan, ji ya tirkan bêtir e. ”
Hevdîtina me ya bi xanima Andrea Subhan re, di 07/10 de saet 9.00 de pêk hat.
Di roja hevdîtinê de, wê li ber derî pêşwazîya me kir. Andrea Subhan, Berpirsa Beşê Mafê Mirovan (Human Rights Unit) ya YE ye. Ev beşa hanê, li ser pirs an mijarên ku YE ji wê dixwaze, lêkolînê dike û pişt re Rapora xwe pêşkêşî Grûpên di nav Parlementoyê dike. Parlemento jî berîya ku biryarê bide, rapora vê dezgehê dide ber çav.

Me ji xanima Andrea Subhan re jî Rapora PKE ê pêşkêş kir û dîtin û pêşniyarên xwe ji wê re jî got. Wê gellek pirs ji me kirin. Tevahîya pirsên wê evana bûn :
- Hûn li ser “demokrasîya” li Tirkîyeyê û li ser pirsa mafê mirovan çi difikirin û gelo tu caran demokrasî hatîye Tirkîyeyê ?
- Dîtinên we li ser pirsa ziman û tv çiye ?
- Ez çûme Kurdistana Îranê û ya Tirkîyeyê jî. Rewşa Kurdistana Tirkîyeyê ji ya Îranê baştir bû. Pirsa Aboriyê û Çareserkirina bêkarîyê li Kurdistanê dê çawa be ?
- Hûn Leyla Zana çawa dinirxînin ? Ma tu tehlûke li ser wê heye ?
- Piranîya kurdan misilmanin. Kurd ji bo laîsîzmê çi difikire, helwesta we ya ji bo qetlîama Ermenîyan çiye ? Herweha li ser kêmayetîyan, taybetî jî li ser Suryanîyan hûn çi difikirin ? Ewê bikaribin vegerin warên xwe ?
- Bi tevahî hûn Çareserîyeke çawa dixwazin?
Me jî yek bi yek bersiv û dîtinên xwe ji wê re got. Tevahîya dîtinên me yên ku me anî ziman, evana bûn :
“ Milletê kurd pirr êş û azar kişandîye û ew dizanin ku tadeyî, zilm û zordarî çiye û çawaye. Yê ku xwe li hemberî êrîşkeran parastîye milletê kurd e. Loma jî, em ji hemû milletan bêtir birçîyê azadî û demokrasîyê ne û em ji Tirkîyeyê bêtir rêz ji mafê mirovan re digrin. Ji ber ku, bêtir pêwistîya me ji wan mafan û bikaranîna wan heye. Mafê mirovan û demokrasî ne ji bo alîyekêye û ne tenê ji bo civakekê an tenê ji bo miletekî derbas dibe.
Tirkîye heta sala 1950 ji alîyê yek Partîyê ve dihate îdare kirin. Ji wê tarîxê û vir de 3 caran Mudaxeleyên Leşkerî çê bûn. Heta îro jî -li gel hin guherandinên biçûk an bi yên pînekirî ve- Tirkîye, bi Zagona 12 îlona 1980 î tê îdare kirin.

Lê pirsa milletê kurd ne tenê “demokrasî û mafê mirovan e” û herweha Milletê kurd ne kêmnetewe ne jî. Ew, tenê li Tirkîyeyê ji 20 milyonî zêdetir in. Zimanê wê, Çanda wê û dîroka wê ji yê tirkan, ji yê ereban û eceman cudatir e.

Ji roja damezrandina Komara Tirkîyeyê heta îro, tu caran milletê kurd wek millet, wek teref û wek xwedîyê dozekê nehatine qebûl kirin. Ev neheqîyeke pirr mezin e û êdî tehamul û qebûlkirina van neheqîyana nemaye. Tu kes jî nikare vê dozê ji me bike.
Milletê kurd her demê de, li dijî ew neheqîyana derketinin û di her carê de jî gotinin ku, ew milletek cudanin û nabe bêyî wan, qedera wan tayîn bibe.”

“ Em îro jî dibêjin ku, di Tirkîyeya îro de du civakên mezin û du zimanên mezin hene. Heta nuha kurd hatinin paşçav kirin û hatinin înkarkirin.
Daxwaza me ji YE eve ku, heta Tirkîye krîterên ku YE daye ber wê pêk neyîne û heta ku ew hebûna milletê kurd qebûl neke, bila YE di biryardayina li ser endametiya Turkîyeyê ecele neke.
Divê milletê kurd wek terefeke bingehîn di Muzakereyan de cih bigre. Divê zimanê kurdî statuyeke fermî werbigre û bibe zimanê perwerdeyê.
Em bi weşanên “nîv-saetan” û bi “kursan” qîma xwe nayînin“

“ Li ser pirsa aborîyê û ferqa her du herêman : Kiryarên terorê;  bi xwe re encama wêrankirina malan, şewitandina gundan û koçberîya ber bi metropolan anî. Ev koçberîya ku ji ber zilm, zordarî û terora dewletê jî, bi xwe re “bêkarîyê” anîye. Lê ya herî xerab eve ye ku, ji berê bêtir asîmîlasyoneke pirralî destpê kirîye.

Bawerîya me bi Tirkîyeyê nayê. Wek nimûne berîya 2 rojan Tayib Erdogan ji bo bajarê Kerkûkê dîsan “tehdîtan” dikir. Hê jî li Başûrê Kurdistanê tevlihevîyan dike. Yê ku tehamulî cîranê xwe neke, ewê çawa milletên ku di bin destê xwe nas bike !
Ferqa nabêna Tirkîyeyê û Kurdistanê bi alîkarîya aborî ya YE, ya Neteweyên Yekbûyî(NY) û bi yên Dezgehên Sivil yên Navneteweyî ve tê girtin. Lê ew alîkarîyên aborîyê, divê her di bin çavdêrîya wan dezgehên ku me bi nav kir û rêxistinên civakî yên kurd de bin. Herweha divê bi alîkarîya dezgehên navneteweyî, rê ji dewlemendên kurd re vebin, da ew berê aborîya xwe bidine/razîne welatê xwe.”
“ Leyla Zana jineke kurd e û di girtîgehên tirkan de pirr êşîyaye. Lê gellek jinên kurd yên zîrek, yên akademisyen, ronakbîr ku bi salan ji doza gelê kurd re xizmetê dikin, henin. Banoya Perwîn Cemîl nimûneyeke zindîye ku îro li vir amade ye. Me heta nuha tu ferqekê di navbêna siyaseta Leyla Zana û siyaseta Serokê wê dimeşîne nedîtîye. Loma jî em tu metirsiyeke ji bo xwedîyê “Komara Demokratîk û Kemalîstan”, nabînin.
Em dibêjin ewê neheqîyeke mezin be ku nûneratîya gelê kurd ji dêlva Rêxistinên wê, bi şexsan ve bête girêdan. “
“ Li ser Qirkirina Ermenîyan, milletê kurd her dem xwedî helwest bû û di her firsendê de wê Qetlîamê şermezar kirîye. Ji bo kêmayetîyên din jî em pirr zelal in. Kî dixwaze vegere cîh û warê xwe, dikare vegere.
Tu kes, grûp an netewe weka kurdan ”înkar kirin, zulm, tadeyî, kuştin, qetlîam û îşkenceyan” nizane û tu millet jî weka kurdan ji destê 4 dewletên dagirkerên welatê xwe êş û azar nekêşandî ye. Milletek wusa, ku dizane êş û azar û tadeyî çîye, nikare zilmê li mezlûman bike.

Hûn jî dýzanýn kuö beşek ji milletê me Yezîdî ne û heta nuha Ola wan û îbadet kirina wan li Tirkîyeyê ne serbest e. Ji ber ku doza kurd û pirsa kurd pirsa neteweyi ye, tu problemeka me û endîşeyeke me ji Laîsîzmê nîne. Ew bi hêsanî çareser dibe. Kurdan, li Başûrê Kurdistanê çareserkirina vê pirsê ji cîhanê re daye îspat kirin. ”
” Gotina me ya dawî ev e : Milletê kurd heta nuha ji alîyê Tirkîyeyê ve hatîye înkar kirin. Di hemû Peymanên Navneteweyî de û di ”bazarên” li ser kurdan hatine kirinê de, rêz li Kurdan nehatîye girtin. Ji bilî kurdan, biryar li ser wan û li ser welatê wan hatine sitendin.
Em dixwazin, êdî di hemû kar, xebat û munaqeşeyên tên kirinê û di biryarên ku li ser Kurdan têne kirinê de, divê Bîr û Rayên Kurdan jî bê sitendin.

Çi biryarên ku li ser Tirkîyeyê tê sitendin, otomatîk gelê kurd jî para xwe ji wan biryarana dîstîne. Loma jî, divê em jî wek terefeke Sereke di hemû munaqeşeyan û di Muzakereyên bi Tirkîyeyê re amade bin û di biryardayinê de xwedî desthilat bin. Ji ber ku em li welatê xwe ne kêmnetewe ne. ”
” Em bi vê hevdîtinê kêfxweş bûn û em hêvîdarin ku, emê bikaribin bêtir nêzî hev bin. Mirov bi  hevdîtinên wusa, bêtir rastîyê dizane. Em hêvîdarin ku, hûnê piştgirîya xwe ji bo Gelê Kurd zêdetir bikin. Careka din sipas ji bo vê hevdîtinê.”
Andrea Subhan : Ez jî bi hevdîtina we kêfxweş bûm û ez bawerim emê hevûdu bibînin. Sipas ji bo we jî.


 2004.10.12   

 

  Dengê Kurdistan © 2004