PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

BO BÎR Û RAYA GİŞTÎ

Xelkê dilsozê Kurdistanê!

Xuşk û birayên delal!

Di halekê da ku tevgera gelê Kurd di qonaxeke gelek nazik û dijwar de derbaz dibe û li seran serê cîhanê û devera rojhelatê da kêşa Kurd di rojêvê daye û dagirkerên Kurdistanê kevtine nava tirs û xofeke mezin. Kurd li Kurdistanê bî xasma li başura Kurdistanê bi yêk dengî li hemberî gef û leşkerkêşya dewleta Tirkîyê derkevtine holê û bi helwesteke camêrane nîşana dost û dijmina didin û bo parastina Parlaman û Hukumeta Federala Başura Kurdistanê û hemû destkevtên netewa Kurd verijyane nava kolanên gund û bajêran li seran serê cîhanê. 

Di roja 15.03.03 li Bajêrê Berlînê bi hevdengî û bi hev ra cejina Newrozê ji alîyê Kurdan ve tê pîroz kirin. HOYBÛN, HEVBENDÎ, KOMKAR, PYK-S, ASTA-TU xwastin cejina Newrozê li gelê xwe pîroz bikin. Salon tejî bû ji gel. Lê belê komeke 40 kesî ku xwe Apoçi dane nasin bi dest dar û ber û kêr, şîskên asin daketine nava salonê û di nava jin û zarokan da êrîş kirine ser sahnê û hunermendê Kurd Şivan Perwer. Ev kiryara wana bi duruşmên „Bijî serok apo“ saza hunermendê kurd dişkênin û ala pîrozê Kurdan ji holê rakin. Le belê gelê me li hember da “Bijî Kurdistan“ bersîv dan û şeva xwe bernedan û cejina xwe pîroz kirin. Ji hizarê zêde xelk jî beşdar bû. Her ev kiryara wana di roja 16.03.03 li Parîsê wextê ku Kurd cejina Newrozê pîroz dikirin berbi êrîşa wan piravaktoran dikevin û bersîva xwe ji gel digirin. Ev cejina Newrozê ku hizar û pêncsed kesî zêdetir kes beşdar bûbûn jî bi hevdengîya PDK, PDK-Î, KKP, PSK, PYK-S dihate pîroz kirin. Lê her ew kesana bi kom dest bi dar û asin û kêr êrîşî dibene ser rêvebirên cejina Newrozê. 

Di demekî weha da ku kurda dengê xwe û rengê xwe û hêza xwe kirine yêk û li hemberê dagirkerên Kurdistanê da destkevtên netewa Kurd diparêzin, li hev dû dibine pişt û pena, dost û bira. Buyarên ajewegerî yê ji alîyê hinde komên ku xwe binavê PKK-KADEK ê didine nasandin, dest pêdike. Bi komên çavsorî bi dar û kêr û asin û zincîran êrişî ser cejina Newrozê dikin. Ev karê ne karê Kurdan e bi xasma ku mesela Başurê dil û kezêba dewleta dagirkerê Tirkan şewitandiyê. Ew êrîşên têkderî û pirovakatorana, hevdeme li gel pilan û bernamên dewleta Tirkîyê. Ev nexşe û fermanên têkderî û pirovaksiyonê kî dike bila bike her di xizmeta dagirkerên Kurdistanê da ye. Çû xêr û feyde nagihe kêşa pîroze Kurd.

Hita ku PKK-KADEK dest bi cî helwêst li hemberê evê rureşyê negire û ewên ev kiryarên hov û dijî Kurd kirînî wekû xayîn nede nîşandan, hita kû bi resmî û aşkirayî neyête ragihandin, em evî karê kirêt wekû tawanekî li dijî doza Kurd û Newroza pîroz ji alîyê PKK-KADEK ê ve hatî kirin bizanîn. Rastîya şêwirkarî û hevdengîya di gel dewleta Tirk û girava Imralîyêda birêve diçe, wê bercestetir û berçavtir bibe.

Em evê kiryarê bi tundî mehkum dikin û dibêjin ev kiryare karekî xayînane ye û di xizmeta dagirkerên Kurdistanê daye. Dibe her kurdekî dilsoz gelek bi hişyarî li hemberî evê leyîstikê da hişyar û berpirsane herket bike û meydanê nedene evan têkderan û pirovakatorana ku bi keyfa xwe bizav bikin. Werin em nexşên dijimin bi hev ra pûç û betal bikin.

Bijî Yekitîya Hêzên Kurdistan!

Bimre Şerê Birakujî, Têkderî, Ajewagerî!

Bijî Newroz!

Bijî Kurdistan!

17.03.03

HEVKARÎ-Pilatforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanya

 

  Dengê Kurdistan © 2003