PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
HEVKARÎ

Ji bo bîr û raya giştî

Piş  girtina sedam diktatorê Bexdayê, dan û sitandinên hukumetên deverê û cîhanê  gerimtir buye. Rudav gelekî bilez pêşda tên.  Hevdengîya hêzên başurê Kurdistanê, nunerên kurd li konseya gistî yê hukumeta berwextîya Bexdayê da bi daxwazîya  çareseriya kêşa kurd bi şiklê federalî ya coxrafî, siyasî û neteweyî ser esasî dilxwazî xwe pêsda anîn û li ser mafê rewaye netewa kurd museger bûn. Ew daxwazîya gelê kurd xewa dewletên dagîrker yên herêmê Tirkiye, Suriye û İranê revand. Ev sê dewletên dagirkerên Kurdistanê ji desthelatdarîya xwe ditirsin. Loma  ev hersê hêzên kolanyalist,  ketine nexsekêsan û pilan geryên kirêt û desttêwerdana deskevtiyên basurê û herimandina  deverên rizgarkirî yê Kurdistanê.

Di nava  van çend mehên bihorî da Tirkîyeyê destê xwe yê  resekujîyê di nav Kerkukê  werda û xwest  ajewegeryê bi destê hêzên xwe yên kirêgirtî tev şundemayîyên Baasa  fasîst û ajanên  der û dor berdewam bike.

Li hev hatina her du hêza û yêk  girtina herdû hukumetên deverê li jêr banê Parlemana Herêma Kurdistanê, cihê serfirazî û kefxwesîya gelê kurd e. Biryara Parlemanê û piştgîriya  hemû hêzên  başurê ji bo daxwazîya Federalîya li ser bingehê siyasî, coxrafî, neteweyî  ya dilxwazî, mizgîniya dewletbûna gelê kurd e.

Loma  tevne diplomasîya  ajewê û dagîrkeryê li nava Sam û Tahran û Anqerê da 

gerim buye û bi yêk dengî dibêjin ku nabe kurd bibine dewlet û Kurdistan rizgar bibe. Besar Esad, Abdulah Gûl  û Xatemî  li dora hev dicivin û pilangeryê digêrin.

Fayda ji tirsa van dewletên dorberê re û bermayîyên baasîyan ra nîne. Netewa kurd bi çil milyonî pistgîrê vê daxwaziya rewa biryara Parlemana Kurdistanê dike û ji mafê xwe yên siyasî û neteweyî û insanî paş de gav navêje.

Em 17 partî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê li jêrbanê  Hevkarî li Almanyayê  bi yêkdengî piştgîriya xwe bo biryara Parlemana Kurdistanê diyar dikî û xwe berevanên  destkevtiyên basurê welatê xwe dizanin. Her wusa kiryarên dewletên dagîrker, destdirêjîya wan bo Kurdistana azad bi tundî mehkum dikin.

Em ji Sazîya Yekîtîya Miletan, ji Yêkitîya Ewropayê, ji hêzên hevpemanên herêmê û desthelatdarên cihanê daxwaz dikin, ku piştgiriya doza gelê kurd ya rewa bikin!

Berevanên mafê mirovan yên navneteweyî !

Netewa kurd çil milyon e û welatê wê hatiye parçe kirin û wan ji hemû mafên xwe yê  neteweyî, siyasî û insanî mehrum kirine û bend û zincîr lê dane. Gelê kurd ev 200 sal e ji bona azadîya xwe xebatê dike. Îro li basurê Kurdistanê 12 sale ku kurd çarenivîsa xwe bi destê xwistine û dixwazin li ser axa xwe bi azadî û bi astî bijîn. Daxwazîya gelê kurd  bibihisin û pistgîrê lê bikin.

 Heta kêsa kurd çareser nebe tenahî û aramî û astî li deverê seqamgîrnabe. Keşa kurd  keseyeke siyasî ye. Heta li bineretî çareser nebe  gelê kurd ji xebata  xwe sar nabe.

Divê rê li ber xerabiyên dewletên dagîrker bête girtin û ew nekaribin desttêwerdana Kurdsitana azad bikin û destkeftiyên miletê me hîç û pûç bikin.

Bijî Parlemana Basurê Kurdistanê

Berqerar be Federalîya  coxrafî, siyasî, neteweyî û  dilxwazî li basurê welatê me.

Bijî azadîya Kurdistanê

Bijî yêkitîya hezên Kurdistanê

Hevkarî-Platforma Rêxistinên Kurdistan li Almanya.

 

  Dengê Kurdistan © 2004