PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

JI BO RAYA GIŞTÎ YA GELÊ KURDISTAN

Di vê dema dawî da li bajarên Hewlêrê û bi taybetî li Kerkûkê hin karên terorîstî rûdan. Ji bo xirabkirina aramî û aştiya ku li Kurdistana Başûr heye, hêzên xêrnexwaz û fitnebaz hewl didin terorê berdine nav bajarên Kurdistanê. Ewana hêvî dikin ku bi van çalakiyên terorîstî pêşî li pêşketinên baş yên heyî bigrin.

Di vê serdema nû da, ku Iraq ji nûva tê çêkirin û yasayeke bingehî ya nû tê amadekirin, biryardana li ser statûya siyasî ya Kurdistana Başûr, bûye pirsa here giring. Ciyê şanaziyê ye ku, di vê merhela îro da hemû hêzên siyasî, û bi taybetî PDK û YNK li ser esasê federalîzmeke cografî û siyasî tevdigerin. Parlamentoya Kurdistanê ya ku li Kurdistana Başûr temsîla îradeya milletê me dike, projeya federalîzma cografî û siyasî, wek daxwaza milletê kurd pêşkêşî Konseya Hukumeta Iraqê ya Navendî kiriye.

Em wek Komîteya Hevkariya hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, piştgirîya vê daxwaza adîlane dikin. Mafekî here sirûştî ye ku gelê kurd bi xwe li ser çarenûsa xwe biryar bide. Gelê me yê Kurdistana Başûr çarenûsa xwe di federalîzmeke cografî û siyasî da dibîne. Bi vî awayî Kurd û Ereb û hemû hûrgelên din dikarin di çarçova Iraqeke federal û demokratîk da, bi hevra  wek bira bijîn. Ji bo cî bi cîkirina wê, pêwîst e gelê me û hêzên wî yên siyasî, yekitî, hevkarî û yekdengîya xwe xurttir bikin. Şêweyê herî baş yê yekitîyê yekkirina herdu îdareyên kurdî ye. Ev herweha daxwaza hemû netewayê me ye. Dubendî, yan jî ne yekbûna kurdan dikare bibe sedem ku gelê kurd careke dî firseteke tarîxî ya mezin ji destê xwe birevîne. Lewma em careke dî destnîşan dikin ku, temînata serkevtina gelê me yekitî û hevkarî ye. Em li ser navê xûna hemû şehîdên Kurdistanê dehwa û tika li hêzên siyasî yên Kurdistana Başûr dikin ku li gor wê mesûliyeta dîrokî erkê ser milê xwe bi cî bînin.

Bijî hevkarî, yekitî û yekdengiya gelê me. Bijî Kurdistana azad!

05.01.2004

Komîta HEVKARÎ ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî li Swêd

 

  Dengê Kurdistan © 2004