PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Hewlêrê nîv mîlyon Kurd meşî:

EM LEŞKERÊ TİRK NAXWAZİN!

Roja duşemîyê (3 Adar, 2003) li Kurdistana Başûr bajarê Hewlêrê nîv mîlyon kes meşîyan, bi jin û mêr, law û keç,  zarok, ciwan, kal û pîr...

Ev meşa dijî gefê Tirkan bû. Ku dixwazin leşkerê xwe bikin başûr, Kurdistana Azad dagrin, azadîya Kurdên vê heremê jî ji dest bigrin, sazîyên Kurdan belav bikin, Kurdên Başûr jî bindest bikin. Tevi Kurdan Aşûrî û Tirkmenên heremê jî meşîn û dijî êrîşgerîya dewleta Tirk derketin.

XelkêHewlêrê, bi pankart û şîarên xwe wek lehîyekê, bi coşeke mezin ji kûçe û kolanên bajêr derbaz bûn, hatin ber xanîyê Rêxistina Milletên Yekbûyî (UNO).

Kurdanbi nivîsandî û devkî, gotin:

Em leşkerê Tirk li Başûr naxwazin!

Ne Saddam ne leşkerê Tirk!

Em İraqeke demokrat û federal dixwazin!

Bijî Kurdistana Azad!

Emê welatê xwe biparêzin!

Bi dengê sedhezaran Hawlêr hejîya. Tevî Kurdan Aşûrî û Tirkmenên heremê jî, ku li Kurdistana Başûr xwedî heqên sîyasî û çandî ne, gotin em leşkerê Tirk naxwazin. Ew jî baş dizanin ku dagirkerîya Tirkîyê ji serêşî û xirabîyê pê ve tu tiştî nayne.

Çend roj berê jî xelkê Dihokê û xwendekarên zanîngeha Silêmanîyê meşîyan û gotin em leşkerê Tirk naxwazin.

Kurd li gelek bajarên Ewrûpa jî li ser pîyan in. Kurdên ji çar parçên Kurdistanê li Ewrûpa rojê li welatekî, bajarekî, heya li çend cîyan,  dimeşin û mîtîngan pêk tînin. Dijî êrîşgerîya dewleta Tirk derdikevin, ji Kurdan ra azadî û aşitî dixwazin, İraqeke demokrat û federal dixwazin.

Tirkan jî, dinya alemê jî dît ku meydan ne vala ye. Milletê Kurd ne di xewê da ye û destkevtîyên xwe di bin solê tu hêzekî êrîşger û dagirker da bernade. Bila kes vê şaşîyê neke. Dewleta Tirk bila dev ji zulmê, neheqîyê, êreşgerîyê, şovînîyê berde.

Ger ji pirsa nav Kurdê xwe ditirse, bila wek mirovên medenî  heqê wan bidîyê, bi wan ra li hev bê. Hingê tirs jî namîne, qal û qir jî.

 

 

  Dengê Kurdistan © 2003