psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Hêzên Kurdistanî; “Piştgirî bidin Kempîna Berevanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê”

Navenda Nûçeyan

Hindek partiyên siyasî yên ji her beşên Kurdistanê bi belavokeke piştgiriya xwe bo Kempîna Berevanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê diyar kirin û daxwaz ji Yekitiya Netewan û dezge û saziyên mafê mirovê yên navneteweyî kirin ku piştgiriya xwe li vê kempîna nîşan bidin.

Belavoka Hêzên Kurdistanî bi vî awayî ye;

Daxuyaniya Hevbeş a Hindek Hêzên Siyasiyên Kurdistanê Ji Bona Piştgiriya “Kempîna Berevanî ji Girtiyên siyasî ên Netewên Îranê”

Herwekî bi rîya medyayê va agadar in, Komara İslamî ya İranê, dev jê dardakirina xebatkarên azadî û demokrasiyê bernedaye. Komara İslamî ya İranê guhê xwe nade bîrûrayê cîhanê û daxwaza dezge û sazîyên mafê mirov yên navnetewî û di warê dardakirina girtiyên siyasî da gelek çûye pêş. Pir mixabin piraniya îdamkirî ji gelê Kurd ji Kurdistana Rojhilat in.

Kempîna Berevanî jî Gîrtîyên sîyasî ên Netewên Îranê, hewl dide, ku hukme îdam a girtiyên siyasî bêne betal kirin û girtiyên siyasî azad bin. Kempîna Berevanî jî Gîrtîyên sîyasî ên Netewên Îranê mijûlê berhev kirina îmzayên piştgirî li girtiyên siyasî û berhev kirina zanyarî ye li ser wan, daku pê bîrûrayê giştî agahdar bike.

Em hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê, erkê xwe ya welatparêz û mirovî dizanin, ku piştgiriya Kempîna hanê bikin û daxwaz ji Yekitiya Mîlletan û dezge û saziyên mafê mirovê yên navnetewî dikin, ku piştgiriya xwe li Kempîna Beravanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê nîşan bidin.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê

Komelayê Şoreşgerê Zahmetkêşanê Kurdistana Îranê

Komelayê Zahmetkêşanê Kurdistan

Partiya Azadî Kurdistan

Sazumana Xebat a Kurdistana İranê

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (Bakur)

Partiya Demokrat a Kurdistan (Bakur)

PWD- Partiya Welatparêzên Demokrat

Partiya Yêkitiya Demokratî kurd li Suriya

Partiya Demokrata Kurd li Suriya (Elparti)

Partiya Demokrata Peşverûya kurdî li Suriya

Hizba Rizgariya Kurdistan (Başur)

 
   
Dengê Kurdistan © 2011