PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Trajedî li ser trajediyan!

Huseyîn Dozber

Ne zemanekî dûr, tenê du hefte berê, di “ferman-nameya” hefteyî ya Îmraliyê de, li ser pirsa kurd û çareseriya wê, generalên tirk bi Ocalan dabûn dîktekirin ku:

-Çareserî, domandin û xurtkirina dewleta tirk ya unîter û kemalîst e. Daxwazkirina otonomî, federasyon û tiştên weha paşverûtî ye, evana ne li gor serdemê ne. Tenê milletçiyên prîmîtîv (paşde mayî) tiştên weha dixwazin.

Leyla “belengaz” pê bawer nebe jî “mecbûr” e li gor talîmatnama şefê xwe hereket bike. Û kir: Lewma çend roj paşê, di huzûra serokê Parlamenta YE Josep Borell de, ji kurdîtiyê 180 derece berê xwe guhast û bû tirk. “Seroka” kurdan ya ku heyşt salan ji ber kurdbûna xwe cezayê hevsê kişandibû, ji Borell re got: em tirk mêvanhiz in. Trajedî!

Di ser re tenê çend roj derbas bûn, cardin 180 derece, Leyla dîsa bû kurd, bû rêbereka dîrokî ji bo hin  kurdan. Lê wê, vê carê tevi gelek rewşenbîr û siyasetmedarên me yên xwedî tecrube bi daxuyaniyeke çapemeniyê berê xwe da YE û cîhanê. Di wê de doza çareserîyeke heqane kir ji bo miletê kurd. Çi baş!

Di ser re 48 saet derbas nebû, Leyla me û hevalên xwe paşde gav avêtin. Li kirina xwe xwedî derneketin, di ser de jî, li peyrevên xwe ango li kesên xwedî îmzeyan  heqaret kirin. Trajedî û komedî!

Belê pirsa kurd, xasima di van rojên nêzîk de wek sêla sor e, tim sincirî ye, germ e.. Ev rojên han ji bo pêşeroja Tirkiyê û kurdan wek rojên dîrokî tên jimartin, ji ber ku, hefteya pêş, YE wê li ser destpêkirina muzakereyên bi Tirkiyê re biryar bide. Rêvebir û siyasetmedarên ewropî, piştî ewqas salên bi qêrîn û hawar, bi sirgûn, qetliam, zîndan û berxwedana ku kurdan derbas kir, îro hebûna pirsa kurdan û welatê wan Kurdistanê qebûl dikin. Mesela Serokê Parlamenta YE Josep Borell, li Tirkiyê berî çûyîna xwe ya Diyarbekirê got ez diçim Kurdistanê. Çi baş!

Lê vê care wekîla kurda ya ku ji gelê kurd rey girtiye û bûye parlamenter daku doza kurdîtiyê bike, radibe dibêje kesên dereke têkilî karê me dibin, welatê kurdan Tirkiye ye, em tirk in. A de were bextreşiya vî gelî bibîne! Ê madem hûn tirk, welatê we Tirkîye ye hûn ji kurdên kurd û ji YE çi dixwazin?! Wek ku katalanek yan jî baskîyek bêje ez îspanyol im welatê min Îspanya ye. Qet tiştekî wisa dibe! Trajedî!

Siyaseta tirkan û kurdan herdu alî jî bi lez û bez in. Di nav telaşekê de ne. Dewleta tirk perîşan e, ji ber ku “deriyê medeniyeta Ewropayê” jê re vebûye, lê pirsa kurd jê re bûye astengeke mezin… Wan, bi neçareserkirina pirsa kurd, bi rastî jî piyê xwe xistine soleke teng. Lê divê kurd li xwe bên mukurê ku rewşa wan baştir nîne. Ji ber ku, herçend xwediyê dozeke heq in jî, nikarin ji derfetên heyî yên qenc îstîfade bikin. Ew bi xwe nikarin li ser rêyeke rast, trêneke kurdî ya xas bidin meşandin. Wan qedera xwe bi destê Îmraliyê û dewleta tirk ve berdane. TRAJEDIYA HERÎ MEZIN!

Serokê PKK Ocalan, wek şivanekî zîrek, berê kutila pey xwe bi vî alî de wî alî de, çawa bixwaze dizivirîne. Helbet di xizmeta dewletê de! Jê gazind nabe, ew gotina xwe vekirî dibêje. Îcar bawerkiriyên wî, jê mucîzeyan dipên, û di her gotineke wî de îradeyeke îlahî dibînin, ew jî şanseke ji bo wî û dewleta tirk. Lê ew kîjan aqil e ku bawer dike ku PKK bi hemû kes û saziyên xwe ve di nav çend rojan de dîtina xwe diguherîne û rêyeke netewî dide ber xwe?..

 

  Dengê Kurdistan © 2004