psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Şêx Îzeddîn Huseynî çû heqiya xwe

Oldar, welatperwer û siyasetmedarê bi nav û deng Şêx Îzzedîn Huseynî, 10’ê sibatê li Swêdê, Bajarê Upsala, di 90 saliya xwe da çû heqiya xwe.

Şêx Îzeddîn, di sala 1921’ê li Kurdistana Rojhilat hatibû dinyayê. Kurê Şêx Salih bû. Berê li cem bavê xwe, piştra li cem meleyan perwerdaya olî bû. Hin di civaniya xwe da berê ji tevgera Şêx Mehmûdê Barzencî, piştra ji avabûna Komara Mahabadê hest û bîr û baweriyeke welatperwerî stend û di nav sazîyên wê demê da ciyê xwe girt.

Dijî zor û zulma Şah derket û di şoreşa Îranê a sala 1979 da helwesteke erênî nîşan da. Yek ji wan Kurdên naskirî bû ku daxwazên gelê xwe anî ziman û bo wê bi hukma Îranê ra da û stend. Lê Şêx Îzeddîn ji hukma meleyan û sîyaseta wan ne razî bû. Bi xwe tim xeteke pêşverû, azadîxwaz girt û maf û azadîyên gelê Kurd, yên bindestan, jinan parast.

Piştî ku hukma meleyan mafê Kurdan nas nekir û êriş anî ser Kurdistanê, Şêx Îzeddîn jî di nav berxwedanê da ciyê xwe girt, carina derkete der welat, li Ewrûpa û welatên dinê geriya, daxwazên kurdan û xirabî û zor û zulma meleyên Îranê eşkere kir. Piştî sala 90’î li Swêdê, bajarê Upsala cîwar bû.

Şêx Îzeddîn emrê xwe yê dirêj di rîya azadiya gel û welatê xwe da derbaz kir.

Piştî mirinê ji bo karûbarê ku bê kirin û rêzgirtina wî komîteyek hate avakirin. Gor agahdarîya komîtê rêzdar Şêx Îzzeddin bibin li Kurdistana Başûr, bajarê Silêmaniyê bidin axê.

Şêx Îzeddîn Huseynî bi kar û xebata xwe ya mezin di dîroka Kurdistanê da ciyê xwe girt û di dil û mêjûyê gelê Kurd da wê her bijî.

Dengê Kurdistan
11 Sibat 2011

 
   
Dengê Kurdistan © 2011