PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Beyana HEVKARÎ - Elmanya:

Li Hemberê Cînayetên KADEK ê Bêdeng Nebin !

Hevwelatîyên welatparêz!
Hogirên Azadî û Aşitîyê !

Bi gor ewan agadarîyên ku digihîne bîr û raya  giştî rêvebirên KADEK ê li hemberî rikeberên xwe  sîyaseta zulm û zorê û ji holê rakirînê dimeşîne.

Rêveberya KADEK ê bi fermana Ocalan ê li Îmralîyê ew gerîla û alîgirên ku li dijî ewê siyaseta çepal li jêr navê „Komara Demokratîk" da serhildidin û napejirînin, digirin û bizor û êşkencê teslîm digirin, didine tobê, ewên ku berxwe didin baş tê zanîn ku tene kuştin.

Qurbanîyên evê dumahîyê ye evê siyaseta çepal jî Faruk Bozkurt (Nasir), Berzan Dürre (Harun) û bi navê Îskender gerîlayek ji başura rojavaya Kurdistanê ye.

Welatperwerîno! Azadîxwazîno !

Piştî girtina Ocalan, dest ji armanc û daxwazîyên xwe kêşa, dest bi parastina Kemalîzmê û Dewleta Unîterê kir, li cihê daxwazîyên bingehî ye neteweyî piroja li jêr navê „Komara Demokratîk“ daye pêşya xwe. Ew endam, gerîla û hevalên ku li dijî ewê siyaseta çepal derdikevin berbi qehir û kuştara PKK-KADEK ê dikevin. Ev kiryara hov siyaseta rojane ya PKK- KADEK ê ye ku li hemberê welatparêzan tê meşandin. Ocalan fermana ji navbirina rikeberên, teslimbûna siyaseta çepale xwe, bi rêka wekîlên xwe digihîne destê rêveberya KADEK ê û ewan jî, ewan tawanana birêve dibin.

Bizavên evê dumahîyê ye PKK-KADEK ê û dest têwerdana kar û barên navxweyî ye Başûra Kurdistanê  ne di xizmeta netewa Kurd da ye.

Hevwelatîyên berkevtî !
Li hemberî ew cînayetên KADEK ê da bêdeng man, dibe sedemê evê ku KADEK bêtirs xuna welatparêza birêje.
Mirovên li KADEK ê bawer!

Ew kesên ku bi fermana Îmralîyê bi destê rêvebirên KADEK ê têne kuştin hita duhu, we mil bi milê hev, bi pêkve xebat kirye. Ji ber evê berî her kesê hun dibê li hemberî ewê zulm û kuştara KADEK ê bêdeng nebin. Li hemberî evê bêdadîyê da dengê xwe bilind bikin.

Platforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanya-HEVKARÎ evê kiryara dur ji mirovatîyê û dijî demokratîke KADEK ê mehkum dike. Eve kiryareke ku li dijî mafê mirov û demokrasiyê ye. Dibê KADEK dest ji rijandina xuna welatparêza bikêşît.

HEVKARÎ bangî dem û dezgahên navneteweyîye parêzvanên mafê mirov dike ku li hemberê evan cînayetên KADEK ê da bêdeng nemînin.

HEVKARÎ bangî hemû kurdên dilsoz û hogirên demokrasî û mafê mirov dike ku li hemberê KADEK da bi deng werin, hita ewan girtîyên rikeber berdin, welatparêzên kurd nekujin.

HEVKARÎ-( Platforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanya )

20.12.02

 

  Dengê Kurdistan © 2002