PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Piştgirîya kampanya rûreşkirina îşkencê bike!

Xwendevanên delal,

Kîngê îşkenceyên ku bi destê Amerîkîyan li Bexdayê di zîndana Ebû Gureyb da hatibûn kirin hat bihîstin, karbidestên dewleta Tirk û medyaya wan, ku di warê zulm û teda û ezîyetkirinê da destê wan ji herkesî qirêjtir e, ji herkesî zêdetir dengê xwe derxistin û Amêrîkanî rûreş kirin.. Lê ew bi xwe bi salan e ku di qişle û qereqolên Tirkîyê da, di zindanan da zulm û tedayeke nedîtî li welatparêz û demokratên Kurd û Tirk dikin û medyaya wan jî di derheqa vê yekê da bêdeng e. Ne ku tenê bêdeng e, kirinên dewlet û hukumeta xwe, kirinên esker û polêzê xwe vedişêre û piştgirî lê dike.

Ango rûyê wan ji herkesî rûreştir e û heqê wan tune ku behsa zulm û tedaya xelkê bikin. Lê ew dikin, him jî dengê xwe ji herkesî bilindtir dikin. Gelo çima? Sebebek ev e ku, gelek dilşa ne xwe ra şirîk dîtine û dibêjin “keremkin, em di ezîyetkirinê da, di zulm û tedayê da ne tenê ne.” Rast e, ne tenê ne. Lê ev yek rûyê wanê reş sipî nake..

Sebebê duwemîn jî ew e ku, van bûyeran dikin mane û dixwazin wan jî wek haletekî bi kar bînin, da ku dijayetîya dijî hêzên Amêrîkanî li iraqê û li dinyayê bilind be, ew ji İraqê zû derkevin û ew projeya bo İraqeke demokrat û federal di avê da biçe.

Bona vê yekê, me di malpera xwe ya www.kurdîstan.nu da ev durutî û bêşermî eşkere kir û hin doz û delîlên wê jî nîşan dan. Hevalê me Yilmaz çamlibel jî, yek ji wan kesan bû ku di dema 12 Îlonê da di zindana Dîyarbekrê ya eskerî (No:5) da ew zulm û îşkence dîtibû li ser vê yekê nivîsand. Her usa jî hin rewşenbîr û nivîskarên Kurd wek Ruşen Aslan û Recep Maraşlî ku bi salan li Zindana Dîyarbakrê û zindanên din yên Tirkîyê da mabûn, ew ezîyet û teda dîtibûn, bo rûreşkirina sazûmana Tirk a zordest di hin malperên Kurdî da kampanyayek vekirin. Em her usa jî piştgirîya vê kampanyayê dikin û ji her kesekî welatparêz û demokrat dixwazin ku ew jî piştgirî bikin.

Zulm û teda û ezîyet curmekî dijî mirovî ye, kî bike jî divê bê rûreşkirin. Em wan kirinên di zindana Ebu Greyb da rûreş dikin. Lê qe nebe fermandar û berpirsîyarên dewleta Amêrîkî, heya G. Bush bi xwe, bo van kirinan ozra xwe xwestin. Lê berpirsîyar û fermandarên Tirkan heya îro çi kirin? Wan xelat dane zulmkarên xwe. Ew li himber dinya alemê fedî nakin û bêperwa ne.

Divê zulimkar û ezîyetkirên Tirk jî ozra xwe bixwazin. Fermandarên dema şerê qirêj, wezîrên wan ên hundur, serokwezîr û serokdewletên wan jî divê ozra xwe bixwazin, ji Kurdan, ji xelkê Tirkîyê û ji hemû dinyayê.

Ew medyaya Tirk ku ewqas sal li himber vê zulm û tedayê bêdeng ma, heya piştgirî lê kir, divê ew jî ozra xwe bixwaze.

Di derheqê wan kesên zulimkar, ezîyetkir û kesên ku rê dane wan û pişta wan girtine, berî herkesî jî di heqê Pînoşeyê Tirk Kenan Ewren da divê doz û dewa vebe û ji wan bê pirsîn. Divê ew cezayê xwe bibînin

Gelo ew tişt li vî welatî dibın? Gelek zehmet e! Lê ev daxwaz heqê me ye. Qe nebe em kirinên wan eşkere bikin û wan rûreş bikin.

 
  Dengê Kurdistan © 2003