psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Mêr, Jin û Civak:
Gelo civaka Kurd pêş va çoyî ye an paş va mayî ye?

Kazim (Ep)Özdemir

Civak, bipêş va birin gelek zor e. Civakên ku nikaribin xwe bipêş va bibin, nikaribin xwe nû bikin her tim muhtacê bîyanîyan in, bi kesên ne xêrxwazên xwe va girêdayî dimî nin. Di dewr û dema me de ciwakên li paş mayî, wek xizmetkarên ciwakên bipêş va çûyî ne.

Pewiste ciwak di her warî da, di warê sosyalî (Komelayatî) , huqûqî (Dadmendî) , ekonomi(aborî) , siyasî, kulturî (çandî) , perwerdeyî, exlaqî(rewiştî) û di her warên jîyanê de, xwe bi pêş va bibe, xwe teze û nû bike.

Civakên li paşmayî, feqîr in, belengaz in. Civakên li paş mayî, di her warê jîyanê de jî li paş in. Ji xwe ra dibêjin belkî civaka wan civaka herî qenc e. Heker feqîrî û belengazîya xwe, ne xwendavanî û nezanîya xwe, li paşmayîna perwerdeyî, çandî û aborîya xwe qebûl bikin jî, xwe civatek gelek bi exleq (rewişt) di pejirînin (hesibînin) . Xwe ji her civakî zaftir bi exleq dibîn in. Xwe zaf bi exleq û civakên din bê exlek dibîn in. Mirov zû bi zû nikarê van dîtin, van nêrîna wan biguhrîn e, biguhêz e.

Pêwiste civak, di her warî de bi pêş va here. Pêşveçûna civakê, bi temamîya kar û barê elementê civakê çêdib e. Ji bo pêşveçûn û guhartina xwe, nûkirina civakê divê tim elementên civakê karker, rêncber, cotkar, gundî, bajarî, rêzan, rewşenbîr, ronakbîr, pispor, siyasetmedar û tim hevwelatîyên civakê hewlbidin, bi zanebûn karbikin.

Belkî hin xwendevanên hêja bêjin gelo civak çîye, ji kî an ji çî tê holê? . Civak, ji kesên li ser xeta çand, ziman, irf, edet, jîyan û exlaq bi hev ra bimeşin tê holê. Hebûna civakê insan e. İnsan tune bin, civak jî tune. İnsan, civakê tînin meydanê.

Çewa her insan dizan e, ji alîyê efirandina insanan va, insan mê û nêr anî bi awayek din em bêjin, jin û mêr hatine efirandin.

Dema em li cîhanê binêr in, ji hezar salan û virda mêran cîhanê idaoyîyerekirin e. Her tim hakimîyet di destê mêran da ma ye.

Di vê sedsala dawî de, li welatên bi pêşvaçûyî gelek jin di nav idarekirina civakê de bûne xwedî erk. Seba vê yekê jî, bi hezaran salane ku cihana me wek vê sedsalîya dawî bi pêşva neçû ye.

Di sedsala dawî de pêşvaçûn, guhartin û nûvedanên (îcadên) wisa mezin çêbûne ku aqilê insan didin sekinandin. Ji trênê bigre heta, tomofîl, balafir, çûna hîvê, dîtina niftê (petreol) , nûvedana eletrîkê, nûvedana di hêla saxî û nexweşanîyan da, neqilkirina parçeyên(organên) insanan, xuliqandina zarokan, bimba atomê, internet û bi hezaran nûvedanên din..

İnsanên yanî mêr û jinên ku civakê tînin holê, divê di nav civakê da wekhevîya wan hebe. Alîyek hakimê alîyê din nebe. Alîyêk, alîyê din ne perçiqîn e, bê sîyanet neke, bê rûmet neke. Pêwiste alîyek di nav civakê de çist(bi lebat, aktîf) û alîyê din tebat(sist, pasif) nebe.

Eker em civakê bi teşbînin insanan yanî wek minaka insanan bibînin em dikarin bêjin ku civak, wek insanan li ser dû lingan e. Lingek jin û lingek jî mêr e.

Gewda civakê ev her dû ling anî jin û mêr bi pêşva dibin. Heker lingek seqet be, insanek nikarê bi heval û hogirên xwe re bikeve pêşbazîyê. Tim û her tim dimîne li paş. Heker lingekê civakê jî seqet be, civak her tim dimîne li paş. Nikare bi pêş va here, nikare bigihîje armanca xwe.

Lingek civaka Kurd seqet e. Di nav cistî, hereke û pêşbazîyan da jina kurt tune. Çiqas jî van salên davî gelek jinên Kurd bibin xwendevan, rewşenbîr, rêzan, zanyar û pispor, dîsa piranîya jinên Kurd nexwendevan in, ne di nav pêşbazî û herekê civakê de ne. Piranîya mêrên Kurd nahêlin jinên wan, keçên wan bikev in nav pêşveçûn, nûkirin û pêşbazîyên civakê. Lingek civakê hiştine seqet, civaka Kurt hiştine gurbe.

Di vira da belkê parîyek kêmasîya jinan jî hebe, belê kêmasî bi temamî kêmasîya mêran e. Mêrê Kurd li pêşveçûn û xwe nûkirinan nanêr e. Mêrê Kurd di nav çivakê da çiqas jî çist, jîr û zîrek be jî, jina xwe di mal da dihêl e û bi tenê, bi serê xwe dikev e nav civakê, bawer dike ku tê civakê bi pêş va bibe, nû bike. Bi vê bawerîya xwe jî gelek kubarî dike, xwe jîr û zîrek, wek qehremanan di nirixîn e. Belê mêrê Kurd nizane ku xwe di vî warî de, di xapîn e. Nizan e ku hevwelatîyên xwe û civaka xwe jî di xapîn e..

Berî çend salan jîyanhevala min di salwelgerandina Sûsûrluxê da li İstenbolê bû. Çend roj pişrtî salwelgerandina Sûsûrluxê hat mal û ji min ra got:
“Ne imkan e civaka me Kurdan bi pêş va he re. Mêrê Kurd jina xwe di nav çar dîwaran da hepiskirî ye û dibêje ezê gelê Kurd azad bikim. Çend roj berî salwelgerana Sûsûrluxê çend jinên Kurd li mala di gerîyan û dixwest in ku jin û mêr bi hev ra herin Sûsûrluxê û dewletê şermezar bikin. Ji herkesî ra digotin bila ewil werin komelê û ji komelê tev bi hev ra bi otabasan hereketê Sûsûrluxê bikin. Roja ku em biçin Sûsûrlixê ez, xuşka xwe û zavaê xwe çûn komelê. Komel tijî insan bûn. Belê mixape jinek di nav wan da tune bû. Ew jinên li nav mala digerîyan û bangî gel dikirin ku herin Sûsûrluxê ev bixwe jî li komelê nebûn û nehat in. Min koma mêran ra got (Gelî birakno, win tev bê jin in, gelo jina kesî ji we tune? . Gelo win tev ne zewicîn e, bêkar in? .. Gelo jinên we li kêder in? . Civaka we ji mêran bi tenê hatî ye meydanê? . We ji bo çî jinên xwe, keçên xwe, bûkên xwe, xuşkên xwe bi xwe ra nanî ye? Gelo win bawer in ku winê welatê xwe, gelê xwe azad bikin? .) Piranîya van zilaman ji min ra got in heqê te he ye xwengê...”
Dema em li ser vê mînakê biseki nin, emê bibînin ku di her warî de mêrê Kurd jina zwe di mal da dihêl e, diçe civîn, konferans, protesto û her hereketê civakî, belê jina xwe bi xwe ra nabe..

Mêrê Kurd hesûd e. Heq dide xwe ku binêr e jina kesên din, lê belê heq nade tu kesek ku binêr e jina wî. Jina xwe ji xanî dernax e nake nava civatan, bi xwe ra nabe komcivîn, konferens, semîner, şîn û şayîyan. Ez dûr nenêr im, gelek nas, dost û pismamên min hene ku jinên wan bi serê xwe nikanin û nizan in li nava bajêr biger in.

Gelek nas û dostên min hene ku 30 sal, 40 sal, 50 sale zewivîne, hêja jinên xwe fêrî imzayek nekirine. Dema diçine bajêr jinên xwe 6 mitro li du xwe dihêlin. Ez kelek kesan nasdikim ku jinên xwe li du xwe hiştine û jinên wan di nav bajêr de winda bûne.

Di referandûma 12 Êlûnê da ez li Tetwan bûm. Jinbira min xwest here ser sandoqê dengê xwe bide. Ez çûm mala wan min wê bir ku em herin ser sandoqê. Em ji mal derketin. Min jê pirisî gelo sandoqa dengdana wê li kîjan dibistan e. Got li dibistanekê cem mala me a kevin e. Min bire dibistanek ku navê wê di lîstê da tunebû. Ji wê min bir dibistanek dî. Navê wê li vê dibistanê jî di lîstê da tunebû. Min li pênc dibistana gerand. Navê wê di lîstê da tunebû. Dawîya dawî me ji pismamek pirisî got ku ew li Tuğ İlköğretim Okulu dengê xwe dide. Em çûn û me navê wê di lîstê da dît. Birayê min tam 59 sal bi jinbira min ra zewicandî ma û çu ser dilovanîya xwe. Jina xwe, hevaljîyana xwe di 59 salan da gavek bi pêş va nebiribû, belê xwe welatparêz dihesiband.

Ez gelek kesan nasdikim ku ji jinbira min gelektir mane li paş. Nikarin bi tenê herin ji xwe û zarokên xwe ra nanek bistînin. Nikarin bi tenê herin cem bijîşkek (dixtorek) derdê xwe qise bikin. Zarokek pênc salî, deh salî dikin pêşîya xwe û zarok dibe rêzanê wan. Mêrê wan, zarokên wanê ku bûne mamoste, bijîşk (dixtor), hakim wan gawek bi peş va nebirin e.

Civaka ku jinên xwe nezan, cahil, nexwendevan û wek koran bihêl e ew civak qed bi pêş va naçe. Ew ciwak nikane bikev e nav civakên pêşvacûyî, şareza û şarmend(medenî)

Pêwiste em Kurd, civaka xwe seqet û gurbe nehêlin ku em bikaribin bi hemi civakan ra pêşbazî bikin, ku em bikaribin xwe aram, azad û rizgar bikin...

   
Dengê Kurdistan © 2010