psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

ŞİVAN PERWER Û KESÊN XWENENAS !
Ew kes tê di bin tifa gelê Kurd da werin xeniqandin

Kazim (Ep)Özdemir

Çewa li Tirkîyê sazûmana Opmanns had damezirandin her wiha li Almanya jî, sazûmana Schiedsmann (şidsman) heye. Seba heqaret û dozên şexsî di navbera du kesan da dinêre û çareserîyek ji van doz û dawan ra dibîne. Heke çareserî nebîne dozê hewaleyê dadgehê dike.

Rojek êwarê ez û çar kesên Tirk li komela Tirkan bûn. Almanekê faşîst û neo nazî ku her dem serxweş bû û mala wî li cem xanîyê komelê bû, ji nişk va ket menzela komelê, çewalek qirşûqalê nav baxçan avêt nivê menzelê û heqaretek mezin li Tirkan, bîyanîyan û li me kir. Got: “Win bîyanî, win Tirk welatê me diherimî nin. Win ne insan in, meymûn û beraz in. Biqeştin ji welatê me, bi ku va diçin herin, ya qenc ew e herin cehnima xwe.. Em ji ber we ketin qaqareş......”

Baxçê komelê tunebû û qirşûqal ne ê komelê bû. Ez têkilî bûyêrê bûm (midaxele kir). Cewalê qirşûqalê wî avêt derva û min telefon da polês. Du polês di 10 deqan da hatin, çûn cem wî.. Min ji polêsan ra got ku gilîya min heye û min bangê wan kirî ye. Pêwist e ewil werin guhdarûya min bikin. Ewî got. “Tu meymûnê Afrîqî, berazê Tirk, polês polêsên min in û tê ewil guhdarîya min bikin.. Ez xwedî û hakimê vî welatî me, ez vî welatî ava, şên û tendurust dik im........”

Ez pê ra ne peyîvîm û min bersiva vî ne da. Min jî û bi polêsan va herkes jî dizanî bû ku kesên wek vî merivî zerar didin Almanan û Almanya.... Min ji polêsan ra got: “ Win şahid in ku ev kesê xwenenas çî dibêje, min têl da we û pêwist e win guhdarîya min bik in...” Polês hatin cem min. Ew kesê alkolîkê neonazî, xwe avêt pêşîya polêsan, nehişt werin cem min. Polêsan jê ra demance kişandin û wî dan alîyek, hatin cem min. Min bûyêrê ji polêsan ra qise kir û polêsan navên me nivisandin, xwestin em sibê herin polêsxanê û çûn.

Min gilîya vî neofaşîstî kir, çar Tirk û dû polês wek şahit hatibûn nîşandan.. Em, ewil çûn cem Schiedsmann (şidsman). Şidsman(Schiedsmann) guhdarîya me kir û ji wî neofaşîstî ra got ku izrê xwe bi nivîsandin ji min bixwaz e.

Li gorî wî faşîstê Alman ew kesek herî mezin, bi qîmet û bi rûmet bû, ez jî ne insan, lê meymûn û beraz bûm. Ez mecbûr bûm jê ra bibim kole. Merivên mezin, qenc û bilind(!) ji meymûnan, ji kolan izir ne dixwest û ew meymûnên kole ne layîqê izirxwestinê bûn. Ji şidsman (Schiedsmann) ra got “ Ez çewa ji vî koleyê ku ne layiqî xizmetkarîyê ye jî izrê xwe bixwaz im...”

Şidsman(Schiedsmann) hefteyek destûr da yê.

Qirşûqalê ku ewî avêtibû menzela komelê û digot “We qirşûqalê xwe avêtîya baxçê min, win welatê me qirêj dikin, xirab dikin, diherimînin, biqeştin herin cehnima xwe...” ne qirşûqalê komelê bû, paşê derket hole ku ew qirşûqalên dîya wî bûn.

Hefte derbaz bû ewraqên me çûn dadgehê. Em rojek çûn dadgehê. Ez bi parêzgerê xwe, ew jî bi parêzgerê xwe va hat dadgehê. Dadger ifada me girt. Min bûyêrê ji serî heta binî qise kir û got. “ Heker welatê wî bi qirşûqal qirêj dibe, ew qirşûqal ên dîya wî bûn û dîya wî welatê wî qirêj dike.”

Dadger jê pirsî ku çi dixwaze û gilîya wî çi ye? Ewî gelek tiştên ehmeqî qise kir got: “ Ev bîyanî welatê me qirêj dikin. Jinên wan laçik, kefî û terhîyan didin serên xwe. Ruhê ciwanîya (estetîka) welatê me xirab dibê, dimire... Mêrên Tirk û bîyanî li nav bajarê me dikevin milên hev, rêya me disidimînin. Tu karek nakin, pere ji dewleta me distînin, li ser hesaba dewleta me xwe, zar û zêçên xwe xwedî dikin. Bila ji welatê me herin......” û gelek tiştên dî got.

Dadge li nava sûkê bû.. Meriv ji kîjan alî va biçûya dadgehê miheqeq di nava şarsîyê (sûkê, çarşîyê) da derbaz dibû.

Dadger jê ra got: “ Ev doz ne doza xirakirina cuwanîya welatê me, ne doza rê sidimandina me ye. Ji kerema xwe ra qise ke ku doza te bi Özdemir Beg ra çî ye?.. Dema ez têm dadgehê û diçim, hindikayî rojê du car di nava sûkê da derbaz dibim. Ez her tim dibînim ku pîrejinên Alman serê xwe ji ber sermayê bi laçik û kefîyan dipêçin, şewqe û kofîyan didin serên zwe, hegal (atkı) li serên xwe dipêçin. Ez kêm jinên bîyanî dibînim. Dema ez têm dadgehê û diçim her dem mêrên Alman li ber hev dimêşin û rêya min disidimînin. Pir mêrên Alman li ser kursîyên dirêj (bank) rûdinin, çend kes rabûhî li nîvê rê disekinin û bîra vedixin, rêya min, rêya merivan disidimînin. Ji bo van Elmanan çima tu tiştek nabêjî?..”

Ewî got: “Welat welatê me ye em çibi in heqê me ye, belê heqê van bîyanîyan tune li welatê me wisa bikin.”

Dadger got: “ Wisa xuyan dike tu bîyanîyan wek insan nabînî..”

Dadger ji min pirsî, got: ”gelo em nikarin lihev hatinek çêkin.”

Min bersiv da got: ”Belê em dikarin. Hêker ew min insan qebûl neke û meymûn jî qebûl bike, bi şiklî ez û ew dişibihin hev. Kilo, por û rengên me ne wek hev be jî, bi şiklî em dîsa wek hev in. Mil dest û tilîyên wî, ran û boqil, ling û pêçîyên wî, ser, por, çav, boz(bêvil), dev û gûhên wî, gewde û parsûyên wî hene û ên min jî hene. Heker ew min meymûn bibîne ew jî meymûn e. Belê ez dibêjim em her du jî insan in. ..”

“Dema em çûn cem şidsman(Schiedsmann), şidsman gotibû ku ew izrê xwe bi nivisandî ji min bixwaze û bila em lihev werin. Min pêşnîyarîya (teklifa) şidsman(Schiedsmann) qebûl kiri bû, belê ewî qebûl nekir. Min jê ra got heker em herin dadgehê tê barê wî girantir bibe. Niha barê wî girantir e. Heker ew 500 Mark ji bo komelek bîyanîyan ra bibexşîne (hibe bike), heqê parêzgerê min bide û ji min jî, li huzûra te bi fermî izir bixwaze em dikarin li hev werin.”

Dadger jê pirsî, lê belê ewî van daxwazîyên min ji bo xwe gelek giran û zor didît. Li xwe qed danetanî û himkûf ne didît ku 500 mark bide komelek bîyanî, heqê parêzgerek ji bo kesek biyanî bide û ji kesek bîyanî izrê xwe bixwaz e.. Seba vê yêkê ewî pêşniyarîya dadger qebûl nekir û dadge dom kir.

Dadger bangê şahidan kir. Ewil bangê polêsêk kir. Polês ifada xwe da û got ku li ber wan, ji min ra meymûn û beraz gotîyê, belê min bersiv nedaye wî. Parêzgerê wî nêrî ku ewê cezayek giran bigre û tika (rica) ji dadger kir ku gelo dikarin dozê bi demek kin bidin sekinandin ku ew bi berwêdêrê (mivekkil) xwe ra bipeyîve.. Dadger got ku bila ji wî neyê tıkakirin û ji birêz Özdemir were tikakirin. Ku birêz Özdemir bixwaze bila doz bi demek kin were sekinandin, emê demek kin bisekinin.. Ji min pirisîn. Min erêbûna xwe nîşan da û dadger 5 deqa navber da dozê..

Piştî dîsa doz berdewam kir parêzgerê wî got: “Em daxwazîn şertên birêz Özdemir qebûl dikin.”

Li huzûra dadger bi fermî ji min izrê xwe xwest, belê wexta ji kerban biteqîya... Dîsa qebûl kir ku 500 mark bide komelek bîyanî û heqê parêzgerê min di vê dozê da bide... Ev daxwaz di biryara dadgehê da hatin nivisandin.

Min çima qala vê bûyêrê kir û li vir nivisand?.. Kesên Almanê serxweş heroj bi alkolê an jî bi tiştên hişbirinê xwe her tim bêhiş dikin û ji welatê xwe ra bê feyde dibin, ji bo pêşveçûna gelê xwe û welatê xwe nikar in kevirek danin ser kevirek, belê xwe neteweperestê (milliyetçîyê) herî mezin û qenc dibînin, neyartîya biyanîyan û kesên wek wan nafikirin dikin, wan ji xwe dûr dibînin, bi vî hal û karên xwe dîsa xirabîyek mezin ji welat û gelê xwe ra dikin...

Hin kesên Kurd jî hene ku wek van Almanan ji bilî zerar û zîyanê tu feyda wan ji gelê Kurd ra tune, bê hiş, bê raman û merhezê dibin mîrêdê şêxek, axayek an serokêk Kurd. serokê xwe an axayê xwe her bilind dikin, xwe Kurdê rast û durist dibînin, kesên ku wek wan nafikirin û ne di ramana wan da ne xayîn dibînin, wan Kurd nahesibînin, alîkarê neyaran dibînin û her kiryarên wanê qenc xirab, kiryarên xweyên xirab jî qenc nîşan didin... Naxwazin dostîya birayên xweyên Kurd ên ku wek wan nafikirin û ne bi hêz an partîyan wan ra ne bikin... Kiryarên faşîstên gelê Tirk nabînin, bi wan ra hevbendî dikin, heroj bi dehan qenalên tekevizyonên wan, ên ku rêzefilmên dijminîya Kurdan geş dikin dimêzînin, plaq û sîdîyên kesên dijminîya Kurdan dikin dikirin, bi zimanê xwe, bi zimanê Kurdîya şîrîn napeyîvin, nanivisînin, di nav malbata xwe da bi zimanê dijmin dipeyîvin, zar û zêçên xwe mêjî şûştî(asimile) dikin, qîmet û rûmet nadin zanyar, niviskar û hozanên xwe, belê ji bilî qenalê hêz an partîya xwe bêtir temaşa” telewizyonên bi zimanê xwe nakin û dijminîya hozanên welatparêzên wek Şivan dikin...

Kesên bi vî awayî ku xwenenas in, di van rojan da qempanyek giran û dijwar dijî hozanê bi nav û deng hozanê Kurd Şivan Perwer vekirine. Seba ku cîgirê serokwezîrê Tirkîyê Bülent Arınc bi Şivan ra hevdîtinek çêkir û ji Şivan tika kir ku konserek di TRT Şeş da bide û Şivan jî dijî vê daxwazîyê derneket û ji bo çarenûskirina pirsgirêka Kurd tiştek qenc dît û di vî warî da ramana xwe beyan kir. Ew kesên ku serokê wan ji dewleta Tirk ra digot û dibêj e, “ Karê ku win bidin min ez ji her karî ra amade me, Serhildana Şêx Seîd serhildanek paşvarûbû û Mistefa Kemal kesek pêçvarû bû û dixwest Kurdan şarwerî=şareza (medeniyet) bike...” û kemalîzmê metih dike, dixwaze di rêya kemalîzmê da bimeşe, wan gotinên serokê xwe nabihîzin, kiryarên wî nikarin bibînin, wek mirîdên kor û nezan bê raman û bê merheze, dikevin du serok û rêberên xwe. Kiryarên xwe û kiryarên serok û rêberên xwe ên herî xirab jî qenc dihesibînin, dibin hêsîrên gotinên qenela televizyona partî û serokên xwe, gotin û bêjeyên serok û rêberên xwe wek ayeta Kur'anê qebûl dikin... Ew kes nikarin qencî, xizmet û welatparêzîya Şivan û kes û partîyên dî kesên ne mirîd in, bibînin..

Helbet ez ne parêzgerê Şivan im û Şivan ne mihtacê parêzgerîya min e. Ez merivek ku şivan nêzîk nas dike û di rojên tengîyên gelê Kurd da alîkarîya Şivan bi dil û can dîtî ye, ji nêzîk va bû ye şahidê xizmetên Şivan ji bo şîyarkirina gelê Kurd im... Ez şahid im ku Şivan ji bo mafê gelê Kurd bê pol û bê pere ji vê konserê bazdaye wê konserê... Di pênc salan da jî, du caran bê pere hatîye şevên ku min amade kirîye û bitenê heqê rêya xwe girtîye..... Ew kes ji insanên wek Brahîm Tatlıses ra balafira xisûsî layîq dibînin belê ji Şivan, hunermend, pispor û sîyasetmedarên Kurd ra erebeyek jî layîq nabîn in, erebeyek kevin ji wan ra lüks û dewlemendîyek gelek mezin dihesibînin û nav gel da propoxandeyek derew dikin ...

Hin kesên ku aborîya xwe bi tiştên hişbirinê tedarik dikin, bi van tiştan bazirganî dikin û van tiştan diemilînin, hin kesên ku bûne mirîdê serok û şêxên xwe, hin kesên ku ji bilî xwe kesî Kurd nabînin, belê bi kiryar û gotinên xwe her tim zerar didin gelê Kurd û Kurdistan, ji kiryarên xwe, heval û hogirên xwe ji merivatîya xwe şerm û heya nakin, îro rabûne, dijî hozanê Kurd, qempanyên xirab vedik in...

Gelê Kurd, qenc dizane Şivan kî ye û ev merivên xwenenas kî ne?..

İnsan bê xeta û kusûr nabe. Helbet xeta û qusûrên Şivan Perwer jî hene. Belê herkes, heta ev kesên xwenenas jî gelek qenc dizanin ku Şivan bi deng û awaza xwe, bi hunerê xwe, bi kilamên xwe xizmetek gelek mezin ji gelê Kurd û Kurdistan ra kirîye.. Şivan bi sedhezaran Kurd di rêya welatparîzîyê da ji xew şîyar kirîye, berê wan daye rêya azadîya gelê Kurd û Kurdistan, li seranserîya cîhanê gelê Kurd û Kurdistan daye nasîn....

Kesên ku hêta niha bi van kesan nehisîyane, ji niha û pê va şîyar dibin, bi kiryar, kar û barên wan dibihisin... Gelê Kurd tifdike rûyê van kesên xwenenas û tê û van kesan di bin tifa xwe da bixeniqînin...

 
   
Dengê Kurdistan © 2011