psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Kemal Burkay ji kurdên Swêdê xatir xwest

 


Stokholm-29 Tîrmeh 2011-
Heval û dostên Kemal Burkay êvara înê li Stockholmê civîneke xatir xwestinê li dar xistin.

Gelek hevwelatî, nûnerên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê; Sekreterê PSK Mesut Tek, Kemal Mihacir (PDK-baþûr) Mistefa Qadir (YNK), Ehmed Kakemamî (Hizbî Demokrat-rojhilat)  Dr. Ubeyd (Partiya Pêþverû ya Kurdên Suriyê), Felemez Akad (PDK-bakur), serokê Komkar-Eu Kovan amedi; seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Þermîn Bozarslan, serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Zinar Soran û gelek rewþenbîrên Kurd wek nivîskar Yilmaz Çamlibel, Omer Þêxmûs û yên din di civînê de amade bûn û derbarî Kemal Burkay de dîtin û hestên xwe anîn zimên, jê re daxwaza oxirê kirin. Ji bajarên cuda yên Swêdê û welatên din yên Avrûpayê gelek heval û hezkiriyên wî ji bo birêkirina birêz Kemal Burkay hatibûn Stockholmê.
Di dawiyê de Burkay  li ser vegera xwe ya welêt ya piþtî 31 salan axifî û ji heval û dostên xwe re sipas kir ji bo eleqa wan a germ û dostane. Burkay di axaftina xwe de bi zimanê tirkî jî sipas kir ji bo xatirê 5-6 rojnamevanên tirk yên ku di civînê de beþdar bûbûn û wê sibê bi wî re vegerin Tirkiyê. Wî got ku qîmetê dide hatina van hevalên rojnamevan û hatina wan nîþaneke baþ e jý bo hevkarî û dostaniya di navbera gelan de. Burkay di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew nuha ne rêvebirê partiyekê ye, di vegerê de jî nîyeta wî tune ku serokatiya partiyekê bike an jî partiyeke nû ava bike. Lê got ez ê dîtin, tecrube û pêþniyazên xwe li wir jî bêjim û binivîsim. Eger tê de feyde hebe ji xwe gel wê bipejirîne. Wek rîspiyekî kurd qîmeteka dîtin û raya min hebe ez ê bêjim. Ji bo yekitiya kurdan ji nuha þûnda jî hewl bidim.”
Kemal Burkay wê sibê (roja Þemiyê) di saet 12`ya de ji balafirxana Stokholmê berbi welêt bifire. Ew ê li Îstenbolê peya be, piþtre wê here Anqerê û Diyarbekirê. Vegera birêz Kemal Burkay ji surgunê, ji aliyê heval dost û hezkiriyên wî û gelê kurd bi giþtî tê piyandin. Li Îstenbolê gelek welatparêzên kurd, demokratên tirk û medya wê pêþwaziya birêz Kemal Burkay bikin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011