PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Koln- Almanya

Kurdan Tirkîye protesto kirin

Îro (roja şemîyê – 1’ê Adarê 2003), li Elmanya, Kurdên dewr û bera bajarê Kolnê mîtîngek darxistin û dewleta Tirk protesto kirin.

Mîtîng bi banga ev çar komeleyên Kurdan yên heremê çêbû: KOMEL (Komela Kurdên Dervayî Welat), KOMKAR, Civata Kurd û HEVALTÎ.

Qasî hezar Kurdê ji çar parçeyên Kurdistanê piştî nîvro bi tevî jin û zarokên xwe, di destê wan da ala Kurdî, di nava bajêr da li pêş Dêra Dom´ê kombûn û dewleta Tirk bi xurtî protesto kirin, ku dixwaze bi mana şer leşkerê xwe bike Kurdistana Başûr, wir dagir bike û Kurdên vî parçeyî jî bindest bike. Her usa jî di dest wan da gelek pankartên mezin û piçûk û resim hebûn ku zulma Saddam û daxwazên Kurdan nîşan didan.

Di dema civînê da pankart û durujmên jêrê, bi zmanên Almanî û Kurdî bal dikêşandin:

“Ne Saddam, ne dagirkirina Tirkîyê!”

“Iraqeke demokrat û federal!”

“Bijî Kurdistan, bijî Parlamen!”

Di civînê da bi navê her çar komeleyan beyanek hate xwendin. Di beyanê da hate gotin ku hemû Kurd dixwazin sazûmana zordest a heyî li Iraqê bê ruxandin, çekên komkuj bêne paqijkirin, Iraqeke demokrat û federal ava be û Saddam û şirîkên xwe di mehkemeyeke navnetewî da bêne cezakirin. Lê her usa  jî, hemû Kurd dijî êrşgerî û dagirkerîya dewleta Tirk in, leşkerê Tirkîyê li başûr naxwazin. Divê Tirkîye heqê Kurdan nas bike û pirsa Kurd yê nav xwe bi rîya aşitîyê û li ser esasê wekhevîyê çareser bike.

Di dema civînê da bi yek dengî Ey Reqîb hate xwendin, her usa jî def û zirnê lêda û Kurdan govend girtin. Mîtîng bi coşeke mezin giha dawî.

Çalakîyên Kurdan li gelek welatên Ewrûpê û li gelek bajaran berdewam in. Nuha Kurdên navçeya Ewrûpê xwe ji bo meş û mîtînga mezin hazir dikin ku heftê pêşîyê li Burukselê çêbe.

Azad -KOLN

 

  Dengê Kurdistan © 2003