PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 


JI BO Ş
ERMEZARKİRİNA TERORÎZMÊ  Û PİŞTGİRİYA FEDERALÎZMÊ
KURD LI KOLNÊ BÛN YEKDENG

Ji bona armanca pîroz, ango pêkanîna yekitî û hevkariya kurdan, piþtî hewldana çend salan, di dawîyê da li derveyî welat partîyên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi navê HEVKARÎ rêxistinek avakirine. Ev çend sal in, di bin navê HEVKARÎ da gelek kar û xebatên kêrhatî yên hevbeþ pêktên. Yek ji wan jî meþ û xwepêþandana do, ango ya roja 7ê siabatê ya li Kolnê bû.

Bi amadekarî û bangewazîya Hevkarîyê li Elmanyayê bajarê Kolnê meş û xwepêşandanek gewre hate derbaskirinê. Ji her çar parçên Kurdistanê ji 15.000î pirtir kes beşdarî  çalakiyê bûn. Xên ji endam û hogirên partîyên Kurdistanê gelek kesên serbixwe, şexsîyetên kedkar û hin dostên bîyanî jî beşdar bûn.

Li ser çareserkirina pirsa Kurdan ya bi şiklê federalîyek coxrafî, sîyasî û netewî Kurdan tu caran ne li welat ne jî derveyî welat paşda gava neavîtin. Ji bona piştgirîya daxwaza rewa ya gelê Kurd û pêşîlêgirtina dek û fenên neyaran Kurd carek din jî daketine meydanan.

Pey qurbanîyên lawên hêja yên ku yekê roja Cejna Qurbanê li Hewlêrê canê xwe yê pak ji dest dan, kela kela dilê Kurdên derveyî welat hin zêdetir bû. Ji ber vê yekê axaftinvanên meşê giranî dane vê rewşa nû. Tirs û xof xistine dilê neyaran. Yekitîya xwe, daxwaza gelê kurd  ya sedên salan nîşan dan, dilê me hemû Kurdan şakirin. Hêz û bawerîya me xurttir kirin. Bi peyvek din Kurd li Kölnê bûne yekdil, yekdeng ...kurdayetî dane pêşîya hizbayetîyê.

Kurdistan tv bi raste rast li meydanê weşana xwe kir. Yekbûnab Kurdan raxiste berçavên alemê.

Di meşê da gelek şîarên balkêş hebûn ku gor dilê gişk Kurdan bûn. Bo nimûne:

“Bersîva terorê yekitîya Gelê Kurd e.”, “Kerkûk dilê Kurdistan e”, “Serxwebûna Kurdistan”, “Kurdistan yek parçe ye, Hewlêr Helebçe ye.”, “Hewler 11 septembera Kurdistanê ye.”, “Erê, erê Federalîyê ra erê.” “ Şehîd namirin!” û hwd.

Bi pêşkêşkirina hunermenda dengxweş û dilkovan Newrozê va meydana xwepêşandanê delerizî, carna bê liv her di cî da disekinîn, carna jî bi coşeke bêhempa diqirîyan.

Pir mesaj hatibûne şandinê. Ji Kurdistana Bakur mesaja sersaxî û piştgirîya daxwaza Federalizmê HAK-PAR rêkiribû. Mesaja Dilşad Berzanî hevalekî xwend. Parlementerê Kurd ya Elmanyayê ji partîya PDS birêz Sayan axivî  piştgiriya xwe û partîya xwe eşkere kir. Gelek mesajên din ku rêvabirê meşê ra hatibûne şandinê. Hinek wana binav kirin, hinekan wana jî xwendin. Îngilterê ji partîya LABOR (Karker) parlementer û wazîrê kevn Tom Clarke jî terora li ser Hewlerê  şermezar dikir, ji gelê Kurd ra serxweşî dixwast. Û weha domdikir:

“ .. terorîst dixwazin Kurdan parçe bikin, zirar û zîyanê bighînine gelê Kurd. Lê nikarin serbikevin. Beravêjî serokên Kurdan hin bêtir nêzikê hevdu dibin. Hin bi xurtî pişt didine hevdu û bi gavên emin û ji xwebawer her berepêş dimeşin.” , “  Gelê Kurd li Kurdistana Îraqê da tûşî gelek keresat û êşan bûye. Di demek usa da ku li ser pêşedema Kurdistanê da nîqaş hatine kirinê da ev bûyer pêkhat., ev gelek balkêş e. Dizê em bala xwe bidine nîyetên ne baş yên cînarên wana. Serokên Kurdan dixwazin heremê Kurdistan bi giştî bikeve bin destê hukma wana. Kurd heq dikin ku em bi hemû heza xwe va pişta wana bigrin û alîkarîya xwe her pêş û hêztir bikin, da ku li Îraqê  çareserîyek adil pêkbê.”

Dîsa ji eynî partîyê da John McDonnel jî bi mesajek germ û dilsoz piştgirîya xwe bi gelê Kurd ra eşkere kir.

Beyana wazîrê derva ya Îngiltereyê birêz Jack Straw ji gihîşte destê rêvabirên xwepêşandanê. Ew jî ew êrîşa neînsanî şermezar dikir û sersaxî kek Mesud û Mam Celal ra dixwast.

Bi navê partîya Keskan ya Elmanyayê  xanim Claudia Roth jî mesajek şandibû. Ewê jî serxweşiya xwe pêşkêşî gelê Kurd dikir. Di mesajê da ji bo duweroja Kurd û Kurdistanê tu daxwaz yan jî  pêşniyazeke balkêş tune bû.

Bi navê Gruba Parlementoya Federal ya SPD li Elmayayê xanim Uta Zapf mesajek gelek balkêş şandibû. Li jêre em bi kurtî wana dinvîsînin:       

“ Pêşîn ez piştgirîya daxwaza Federalîzm, desthilatîya Kurdan dikim. “,

“ Hukma Kurdan li heremê di karê avadanî û xizmetê da gelek baş xebitîn. Dawîyê  di nav aşitîyê da jîyan, pêwist e ewî jîyanê em nevêjine nav xeteran..”

“ Rola cînarên İraqê jî pir girîng e. Ne tenê Kurdên Îraqê her usa Kurdên li Îran û Sûrîyê

 da jî divê di nav emnîyetê da bijîn. Ew dewletên cîran divê têkilî nav karê Îraqê nebin.

 Biryara pêşedema Îraqê, ji kîjan guruba gel dibe bila bibe divê ewana bi xwe bidin..”

“  Di ware demokratîkbûyînê da li Tirkîyê jî hin gav tên  avîtinê. Divê di warê mafên çandî û

 kulturî, heq û mafên însanên sivîl bên naskirinê. Lê di van gavan da hin îstiqrar nîne, bi xeteran ra rû bi rû ye.  Bê şik, pêwist e Tirkîye karên xwe bo beşdarbûna Yekitîya Evrupayê bidomîne. “

“ Çawa tê zanîne ji sala 1991 dan virda, grûbeke bi Kurdan va xebatê dike ya partîya me heye.

 Çi li welatê xwe da  çi wek penaber li vî welatî, ew  Kurdên ku bi riya  aşitîyê û demokratîk

li heq û mafên xwe digerin, ji wan ra rêz û hurmeta min heye. Û carek din gelek spasî wan dikim.”

“ SPD wek berê  bi hêzên demokratîk yên Kurdên li Iraqê li ciyên li der va xebata xwe

 wê bidomîne. Partiyên ku li vêderê ne, ji mêj ve ye pêwendiyên me yên dostî bi wan her heye. Dijayetiyên fikrî dema hebên jî, bi dan û  standinek baş va me her car çareserkirîye.”

Gotarvanê bi navê Hevkarîyê balkişande ser rewşa daxwazê gelê Kurd û weha domand: “Divê

 netewa hakim ya İraqê ji dîrokê ders bistîne. Ji bona avakirina Îraqeke demokratîk, federal û

 yekgirtî bi dilxwazî karbike.Lê  belê mixabin ku ji bilî cîranên der ku Kurdistan di nav xwe

 da parve kirine, raste rast dijîtîya her mafekî Kurdan û her usa Îraqeke demokratîk dikin.

 Li aliyê din, ereban qewlên ku dane xwe jê paşda dikşînin. ....Kurd heta mafê xwe yê rewa wê her berxwebide û bidest bixîne.  Em di vê bawerîye da ne ku hingê Îraq dikare di nav aşitîyê bi gelên din va hevra bijî.”

Pişt ra serxweşîyên xwe pêşkeş kirin û bi van karên terorîstî va neyar nikarin çavên Kurdan bitirsînin, ji rîya wana vegerînin. Di dawîyê da bangê welatên Hevpeyman, Yekitîya Evrupayê û Yekitîya Milletan kirin ku li pêşiya pirsa Kurdan bêdeng nemînin û piştgirîya Kurdan bikin.

Bi navê Partiya Demokrata Kurdistan û Yekitîya Niştimanê Kurdistan gotarvanek gotareke hevbeþ xwend.  Ev bûyerê bi tenê serê xwe dilê beşdaran şakir. Mesajên birati û yekitîye her baş dîyar bû. Her usa kar û xebatên bo Îraqeke Federal û yekgirtî jî hate dest nîşan kirinê.

Dengbêj û hunermendên hêja ji bi stran û sirûdên niştimanî va kela dilê beşdaran carek din jî bilind kirin. Şivan, Fatê, Şirîn, Evin, Dilşad Zaxoyî, Elî Baran û yên mayîn beşdar bên.

 Piranîya Kurdên  beşdar  di ve bîr û bawerîyan da bûn ku, bi biratîyek rasteqîn va em dikarin êş û birînên xwe derman bikin û her di rîya heq û rewa da bimeşîn . Meş û xwepênîşandan bi van dawxaz û hêvîyên nû va bi serfirazî dawî hat.

 

  Dengê Kurdistan © 2004