PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Yekitiya Komelên Kurdistan KOMKARê komcivîna xwe ya 18’an,  di 4-5.10.03’an da, li Elmanya, bajarê Bottropê, li bin diruşma “Di sedsalîya nemiran, Mela Mistefa Barzanî û Cegerxwîn da Pîroz be Parlaman û Hukûmeta Federal a Kurdistan” bi serfirazî pêkanî.

Komcivîn, li gor destûra wê her carê ji alî zehmetkêşekî KOMKARê ê kevin tête vekirin. Vê carê jî ji alî rêvebir û zehmetkêşekî herî kevin Mehmet Elbîstanli hat vekirin. Piştî hilbijartina dîwanê, komcivînê bi rawestina deqîqekî ji bo şehîdan dest pêkir. Dûra serokê KOMKARê Fettah Xoce axifî.

Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên kurdan û almanan di kongirê da beşdar bûn û gotar xwendin. Xusro Abdullahî (nûnerê Ewropa ê PDK-Îran) li ser navê PDK-Îran, Serhad Gafûrî (PDK-Iraq), Ekrem Ehmed (Nûnerê HEVBENDİ- Hevbendîya Kurd li Surîyê), Prof. Dr. Şakroyê Xudo (Serokê Navenda Kurd li Moskovayê), Sadiq Duzgun (Mala Êzidîyan li Oldenburgê), Hasan Kilavuz (Serokê Koma Dedeyan a AABF), Mamosta Mela Zeki Demir, hunermend Şivan Perwer, Serdar Doski (Partiya sosyalîst a Hollanda), Şewket Doskî (Yekitiya Qutabî û Lawanî Kurd li Holland û Haluk Ozturk li ser navê heşt (8) komeleyên KOMKAR ên welatên din axifîn. Nûnerê Partiya Keskan a Almanî li ser doza gelê kurd û xebatên KOMKARê axaftineke dirêj kir.

Gelek  şexsiyet û saziyên din jî bi silavnameyên xwe komcivîn pîroz kirin.Yek ji wan jî serokê HAK-PARê Abdulmelîk Firat bû. Firat ji ber nexweşîya xwe nekarî bê komcivînê, lê ji nexweşxanê pîroznameyek şandibû.. Herweha sekreterê Partiya Sosyalîst Kemal Burkay jî mesajek ji komcivînê re şandibû.

Komcivîna 18a, di xaniyekî mezin da bi beşdariya pêncsed kesî pêkhat û du rojan domand. Li ber xaniyê ku civîn lê çê bû, alayên Kurdistanê pêl didan. Li hundir nûnerên komeleyên endam ji çaralî Almanyayê, ji bo nirxandina  kar û barên xwe yên serdema çûyî niqaş dikirin. Li gor pêwistiyên serdema nû ya xebatê, rexne, pesin, pêşniyaz û daxwazên xwe dianin zimên.

Roja yekemin, êvarê, bernameyeke çandî hat pêşkêşkirin. Hunermendên Koma Dîcle, ozan Bedîl û ozan Fatê demeke xweş bi stran û govendên kurdî pêşkêşî nûner û mêvanên komcivînê kirin.

Xebatkarên KOMKARê, li gor rêbaziyên demokratîk, bi şêweyekî bi rêk û pêk komcivîneke serkeftî ya hêjayî têkoşîna azadiya gelê kurd çêkirin. Di dawiya komcivînê da serweriyeke nû, ji 16 kesan pêkhatî hat hilbijartin. Li gor dema berê, daxwaza nûneran ji bo cîgirtina di serkariya KOMKARê da, îsal gelekî  bilind bû. Li ser daxwaza nûneran, hejmara endamên Komîteya Rêvebir ya Giştî (KRG), ya ku dewra berê da, ji 11 asîl û 3 cigiran pêkdihat, vê carê hat zêdekirin û bû 16. Hejmara endamên KRG ên ciwan %50 zêdetir bû. Li aliyê din, berê di KRG da jinek bi tenê hebû, lê vê carê hejmara jinan bû 5. Di vê kongrê da, pirbûna hejmara jin û ciwanên ku dixwastin di serweriya KOMKARê da cî bigrin, bi serê xwe bû nîşaneke gelekî  giring, û hêviyeke mezin ji bo xurtkirina xebatên pêşerojê.

 

  Dengê Kurdistan © 2003