psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Perwerdahiya Şêwirdariyê ya Komciwanê li Duderstadtê

Seyran Çamlibel

Di 26.11-28.11.2010´an da, ji aliyê KOMCIWAN va, semînerek li ser babetên cur bi cur li bajarê Duderstadta Elmanyayê çê bû.

Babetên semînerê ev bûn:

1- Retorîk (Birêvebir Susanne Koch)

2- Web 2.0 (Birêvebir Martîn Bayer)

3- Kovara Komciwanê-Kî Ne Em (Birêvebir Rûken Çakmak)

4- Folklor (Birevebir Sedat Karakaş)

5- Perwerdahiya Profîlê (Birêvebir Ercan Arslan)

Heta êvarê ciwanen Komciwanê li ser van babeta xebitîn û encamên kar û xebatên xwe pêşkêş kirin. Di semînera retorîkê de ciwan fêrî axaftina li ber civatan bûn.

Martîn Bayer jî li ser bernama înternetê ya bi navê "web 2.0" agahdarî da ciwanan.

Rûken Çakmak di koma kovara Komciwanê "Kî Ne Em?" da rêberî kir û birêvebiriya Komciwanê biryar da, ku kovarê "Kî Ne Emê" di meha Adara sala pêşiya me da careke din bide çap kirine.

Sedat Karakaş semînerek li ser folklorê da, lê ne tenê li ser reqs kirinê. Karakaş xwest hîn bike, çima arşîv kirina folklora Kurdan girîng e. Sedat Karakaş her weha da zanîn, ku govenda nûjen ji bo nifşên nû giring e û ji bo ku ciwan bi nêzîk ve bi folklora Kurdî va mijûl bibin, divê Komciwan hewl bide.

Ercan Arslan, li ser kar û xebatên Komciwanê û têkiliya wê ya bi sazî û dezgehên din yên ciwanan, armancên Komciwanê zêdetir agahdari da beşdarên semînerê.

Êvarê ciwan encamên kar û xebatên xwe pêşkêşî komên din kirin û gelek gengeşî li ser babetan hat kirin. Ciwan heta derengê şevê stranan gotin û şevekê xweş derbas kirin.

Roja dawîye kom dîsa hatin ba hev û semîneran heta nîvro domandin; xatir ji hev xwestin û ber bi bajarên xwe bi rê ketin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010