PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Komela Dijberên Sûcên Şer Li Kurdistanê: “Divê ti sûc bê darizandin nemînin”

Komela Dijberên Sûcên Şer Li Kurdistanê, lı ser jêkirina guh û lêvê gerillayê HPG, ku ji aliyê hezên dewleta tirk hatıbû kuştın, belavokek belav kır û ji malbatên gerillayên kuşti xwast, ku resim, belge û nuçe, dokuman hwd. berhev kın û bıgihinin destê dezgeyên navnetewî. Dı belavoka Komela Dijberên Sûcên Şer Li Kurdistanê, ku li ser navê Komîta Birevebirû îmzayê Mahmut Kilinc, bona raya gişti hatiyê belavkirin usa tê gotin:

“Ji 1'î pûşperê vir da, ji bakurê Kurdistanê nûçeyên xemder têne weşandin. Berê, ku di navbera Hêzên Parastina Gel-HPG û yekinîyên Arteşan Tirk da, li Kurdistanê şer destpênekiri bû, lê sîya şer avêtibû seranserê Kurdistanê, wek gelek kesa, Komela Dijberên Sûcên Şer Li Kurdistanê jî, diltirsîya xwe li rayagiştî eşkere kir, ku bila Sûcên Şer û Sûcên Li Dijî Mirovahîyê nebin, divê her do hêlên şer jî li Peymana Cenewereyê rîayet bikin. Jiber, ku weka her tiştî, hiquqa şer jî heye, divê mafên gel bête parastin, mafên şervanan, bona herdo hêla jî dîsa bêne parastin û herweha xweza û ekolojîya Kurdistanê jî neyê ruxandin, tehrîb nebe.

“Lê mixabin, weka çend salên berê, daku wan rojan hema her roj li seranserê bakurê Kurdistanê hêzên Arteşa Tirk, Sûcên Şer û Sûcên Li Dijî Mirovahîyê dikirin û sûcdar bê darizandin diman; îro dîsa nûçeyên xemder diweşên, li ser gunda êrêş hene, gundî nikanin bi qasî hewceya xwe, bona zaro û zêçen xwe xwarin û zad bibin malê, zozan qedexe ne, darûber têne şewitandin û gerîlayên HPG'ê bê darizandin, bi şekenceyê têne kuştin. Uzwên kesên kuştî têne jêkirin, heqaret bi termên kesên kuştî tête kirin û gure nêrxên mirovahî û olî nake.

“Mînaka herê dawî, gerîllayê hatî kuştî yê bi navê Meas Reşît Reşo ye. Xismên Reşît Reşo, yên ku termê wî teslîm stendine û pêdivîyên dînî bi cih anîne û dane axê, dibêjin ku guhê û lêvê wî hatibûn jêkirin û çavên wî jî hatibûn qewirandin. Evan, hemû jî Sûcên Li Dijî Mirovahî ne, divê kesên ku ev sûc kirine bene darizandin.

“Ewil, Komela Dijberên Sûcên Şer Li Kurdistanê êrişên li dijî gelê Kurd şermezar dike. Bang dike, ku hemû kes, sazî û dewletên ku gure nirxên demokrasî û mirovahîyê dikin, divê bala xwe bidin şerê ku li Kurdistanê dest pêkirîye û lidijî sûcdarên şer û sûcdarên li dijî mirovahîyê dengê xwe bilind bikin.

“Dîsa em bang li xwedîyên gerîllayên ku hatine kuştin dikin, divê hemî belge, dokuman, resîm û nûçêyên di der heqî gerillayên ku hatine kuştin da, bicivînin; him ser li dadgehaxin û him jî bona dema paşe, bigehînin sazîyên navneteweyî.

“Em Komela Dijberên Sûçên Sher Li kurdistanê, di xizmeta vî karî da ne. Belkî, îro li qada navneteweyî derfeta serlêdanê tine be, lê ew naye wê wateyê, ku dê herdem wisa here. Dema ku derfetek serlêdanê derket, divê bikar bê, bona vê jî pêwîst e sazî û kes amedebin.

“Bi bawerîya me, divê ti sûc bê darizandin nemînin. Sûçên ku salên bihurî li Kurdistanê hatin kirin, ji sûcdarên wana jî heta îro ti nehatine darizandin, lê gelê Kurd bîr nekirîye. Bîrkirin, bi darizandina sûcdaran dibe, dema ku heqê ti kesî com nebe, mirov dikane bîrbike, lê wê demê divê sûcdar bi dîroka xwe ve rûbarî hev bêne.

“Em Komela Dijberên Sûcên Şer Li Kurdistanê bawer in, ku heta kî çax dajo bila bajo, divê sûcdar bêne darizandin.”

 

  Dengê Kurdistan © 2004