psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Ji bo Raya Giştî

Hewce nîne ku bê gotinê, ku  dagirkeran û hevalbendên wan welatê me perçe kirine û ew naxwazin, gelê Kurd di sedsala 21 an da jî bibe xwedanê maf û azadiya xwe. Li ser axa kal û bavan, Kurdan pêsîra xwe hela ji destên dagirkeran xelas/azad nekirîye.

Sîyaseta dewleta Tirk ya asîmîlasyon, nefî kirin, komkujî û tune hesaw kirinê hê jî bi şiklekî nû ve berdewame. Taybetî jî polîtîka dagirkeran ya bi destê Kurdan va kuştina Kurdan (Birakujî), kûr kirina nakokîyên di navbera partî, rêkxiraw û kesayetîyên kurd gelekî eşkere tê meşandin. Ji bo pêşî lêgirtina nêzîkî hevdu hatina partî, rêxistin û welatparêzên kurd, dagirker û hevalbendên wan tovê dijayetîyê / dijminatîyê di navbera Kurdan de direşînin, ji bo vê jî hemû rê û olaxan diceribînin.  

Lê Kurd çi dikin? Siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar, polîtiknasên Kurd jî hela şîretan li hevûdi dikin!!!

Taybetî jî nêta van hevalên ku dîroka Kurdan ya berxwedanê bi xwe va girêdidin,  şev û roj qala demoqrasîyê, pirdengîtîyê dikin, çi ye? Ew ê ta kengê şûr û mertalên xwe hember partî, rexiraw û kesayetîyên Kurdistanî  bihecînin? Ew hevalana wê ta kengê dengên cuda yên ku, ji bo heman armancan, an go ji bo maf û azadiyên Kurd û Kurdistan dertên, bi methodên dagirkeran ve bibirin?

Ew hevalên ku em qalê dikin, endamê BDP şaxê Ruhayê ne. Di vê dema ku ji hemû deman zêdetir pêdivîya tevxebat û yekitîya Kurdan heye, gelo çima van çalakîyên nekêrhatî pêk tînin? Ku ev çalakî berdewam bikin, gelo BDP an jî hemû der û dora wê sîyasetê, ew wê bi kîjan rûyî bikaribin qala demokrasiyê, hevgirtinê, pirdengîtîyê bikin?

Eger ew di van gotin û bangên xwe da rastgotî û piştrast in, divê di derheqa vê çalakîya ku di 21.01.2011 an de li Ruhayê qewimîye, raya giştî agadar bikin. Çîrokên wek „Ew çalakîyeka herêmî bû, hinek kesan kirîye“ êdî pere nakin

BDP û derû dora vê sîyasetê karekî merkezî dimeşînin, ev eyan e! Otorîte ji merkezekê tê îdarekirin.

Em vê erişa ku li Ruhayê hember cîwanên HAK-PAR ê qewimîye bi tûndî şermezar dikin û bangî hemû welatparêzan, rewşenbiran, partîyan, sazîyên mafê mîrovatîyê dikin, vî agirî bi aşitîyane demirînin, destûrê nedin leyîstikên dewletê û nexêrxwazên Kurdan.

Her usan, em  ji Cîwanên HAK-PARê re jî, ji ber wî karê wan yê pîroz serkeftina bêsînor dixwazin û berdewamiya çalakîya wan ya daxwazîya „Perwerda bi Zimanê Dayikê“ dixwazin.

Bijî Yekitîya Hêzên Welatparêz!

KOMELA PIŞTGIRÎYA HAK-PAR  ê Elmanya

 
   
Dengê Kurdistan © 2011