psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Şandeya Komeleya ÇIRA serdana Baydemîr kir

Dengê Azad-Amed

Şandeya Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê ya di bin serokatiya Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi de serdana Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kir. Şande ji aliyê Şaredar Osman Baydemir ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Birêvebiriya Komeleya ÇIRA ya Diyarbekirê di çarçoveya serdanên xwe ya li saziyên li Amedê de serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Osman Baydemir kir. Şandeya koemelyê ku ji Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi, Sekreterê Komeleyê Diyar Arcan, Birevbirên Komeleyê Zozan Ekmen û Bora Balîn û Sekretera Komîsyona Jinan ya Komeleyê Evîn Bahar Dundar pêk hatibû, ji aliyê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Osman Baydemir ve li meqamê xwe hat pêşwazîkirin.

Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi, berî ku behsa kar û xebatên komeleyê bike, diyariyek ku ji rêzepirtûkên M. Emin Bozarslan yên “pêkenok”, “çîrokên gelêrî” û Mem û Zîn û Baxçê Zimên pêk hatibû ku di nav weşanên DENGê de hatine weşandin, pêşkêşê Baydemir kir. Piştre bi kurtî behsa xebat, proje û çalekiyên komeleyê kir û da zanîn ku ji roja damezrandinê û heta nuha bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo pêşvebirin û kemilandina çand, ziman, edebiyat û folklora kurdî xebat kirine û ji nuha û pêve jî, dê van xebatên xwe bidomînin.

Karakeçi, di berdewamiya axaftina xwe de ked û hesasiyeta Baydemir ya ji bo zimanê kurdî bi giringî nirixand û diyar kir ku ew wek  Komeleya Çand û Hunerê rûmetek mezin didin vê hesasiyeta cenabê wî û wek saziyeke neteweyî jê re spas dikin. Karakeçî, herweha bal kişand  li ser xeteriya pêşberê zimanê kurdî ya li bakurê Kurdistanê û diyar kir ku divê fikare û siya siyasetê li ser ziman bê rakirin û hemû sazî, dezge û herkesê berpirsyar wek meseleyeke hebûn û nebûnê li ziman binêrin û di vê çarçoveyê de li ziman xwedî derkevin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Osman Baydemir, bi germî xêrhatin li şandeyê kir, wan pirtûkan diyariyeke gelek giranbuha nirixand û spasiyên xwe pêşkêşê şandeyê kir. Baydemir jî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku herçendî di warê rojname, kovar,  weşangerî, televîzyon û wd. de pêşkeftin û destkeftinên cidî hene û di warê nivîsandin û bikaranîn zimanê kurdî de azadiyek berbiçav hebe jî, lê di warê zanîn û bikaranîna ziman de bi taybet jî di nav nivşên nû de paşkeftin û qelsiyek gelek mezin tê dîtin û weh got; “Ev yek jî ji bo pêşeroja gelê Kurd xeteriyek gelek mezin e ku divê ji nuha ve pêşî lê bê girtin û ji bo vê yekê jî divê herkes û her sazî bi reflekseke neteweyî tevbigere.

Baydemir, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê her yek ji me ji nuha pêve sedî sed bi kurdî bifikire, bi kurdî bipeyve û bi kurdî bijî û weha got; “Ya herî giring jî, divê em zarokên xwe bi kurdî bidin nasandin û jiyandin. Ji bo vê yekê em wek şaredarî çi wezîfe bikeve ser milê me, em amade ne ji çand û zimanê xwe re xizmet bikin.”

 
   
Dengê Kurdistan © 2010