psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê bi partiyên swêdî re civîya

Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê, bi du partiyên swêdî re civîn pêk anîn. Partiya  Sosysal Demokratan(s) li baregehê  partiyê û bi Partiya Gel ya Liberalan (fp)  jî  li Parlamenta Swêdê pêşwazî li heyeta Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê kirin.  Li ser navê Sosyal Demokratan,  serokê pêwendiyên bi kurdan re (kurd-nätverk) Cleas Nordmark bi heyeta Komîtê Paşa Uzun, Haluk Öztürk û Fatma Yenerê re hevdîtin pêk anî. Nordmark behsa pêwendiyê partiya xwe digel partî û saziyên kurdan yên her çar parçên Kurdistanê kir. Wï diyar kir,  ku ew pirsa kurdên bakûrê  Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin û herweha siyaseta HAK-PAR`ê jî. Nordmark got ku herçend HAK-PAR partiyeke xurt nebe jî di rewşa îro de, ew xwediyê dîtinên maqûl û zelal e. Wî got ku ew bi xwe û partiya wî jî bi sempatî li HAK-PARê dinhêrin. Serokê Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê Pa şa Uzun li ser rewşa heyî agahdarî da û bernameya HAK-PARê bi zimanê îngilizî pêşkêşî Nordmark kir. Herdu aliyan jî daxwaza berdewamiya hevdîtinên weha kirin û kêfxweşiya xwe ji bo vê hevdîtinê anîn zimên

Di hevdîtina bi Partiya Gel re, parlamenter û berdevkê pêwendiyên derva Fredrik Malm û sekretera siyasî xanim Sofia Karlsson pêşwazî li Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê kirin. Fredrîk Malm ku wek dostekî kurdan yê berbiçav tê naskirin, bi seredana heyeta Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê kêfxweşiya xwe anî zimên û derbarî kar û xebata Komela Piştgiriya Kurdan ya ku ji parlementeran pêk tê agahdarî da. Malm got ku ev komela ku di salên nodî de çalak bû, nuha bi navê Sverige-Kurdistan Nätverk  (Pêwendiyên Swêd –Kurdistan) ji nûva dest bi xebata xwe kiriye. Di vê komeleya resmî ya Parlementoyê de, bilî partiya nijadperest ``Sveriges Demokrater``, ji hemû partiyan parlamenter endamên wê ne. Malm bi xwe serokê komelê ye

Di Yekitiya Ewropayê de dengê kurdan tune

Serokê Komela Piştgiriya Kurdan (Pêwendiyên Swêd –Kurdistan) Fredrik Malm,  li ser kêmasî û neheqiyeke dîrokî rawestiya û weha got: “Ev serê çend sala ye ku di danûstandinên navbera Yekitiya Ewropa (YE) û Tirkiyê de apareteke mezin hatiye avakirin, li ser pirsên endametiyê hevdu kaş û vekaş dikin, lê li vir dengê kurdan tune. Kurd wek teref nayên raberkirin, dîtina wan, nûnertiya wan tune. Bê guman biryarên wan li ser pêşeroja gelê kurd biryarên dîrokî ne. Divê dengê kurdan jî hebe, li wan jî bê guhdarîkirin. “

Di vê hevdïtinê de jî Paşa Uzun, Haluk Öztürk û Arife Güven li ser navê Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê beşdar bûn. Herdu aliyan biryar kirin ku civînên xwe di rojên pêşda jî bidomînin

 
   
Dengê Kurdistan © 2011