PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

JİNÊN KURD:  NE BEDBÎNİ NE JÎ TESLÎM BÛN

HER TEKOŞÎN Û Bİ HÊVÎ BÛN

Gelî jinên Kurd yên welatparêz!

Tekoşîna neteweyê Kurd ku bi derd û kul, bi hêvî û fidakarîyên jinan va tijî ye, îro ji her demê zêdetir rû bi rûyê xeterê ye. Rejima Tirk û xulamên wê, di nav xelkê da bayê teslimiyêtê yê bi jahr belav dike. Her rê diceribîne, ku di nav gelê me toyên bêhêvîtîyê cî bi cî bike. Dewlet alîyekî bi alîkarîya rêxistinek Kurd va gelê me ber bi teslîm bûyînê dibe, alîyek din jî hazirî dike ku rewşa ber bi baş bûna Kurdistana Başûr xirab bike.

Gelî xwîşk û dayîkên Kurd !

Bizavên dewleta Tirk badilhewa ne. Dagîrker û xulamên wan bila pir şa nebin. Gelê Kurd ne binketî ye. Ewên ku binketî ne nuha defa teslîmîyetê lêdixin. Tu caran neyê ji bîr kirin ku çi jin, çi mêr bi giştî gelê Kurd, çawa di dawîya tekoşînan da birînên xwe pêçaye û dirêjî daye kar û xebatê, vê carê jî wê her usa bibe. Ala tekoşînê tu caran nakeve erdê. Yeqîn e ku jina Kurd bi rikê neyaran, di vê tekoşîna bi şeref û rûmet da wê cîyê xwe bigre û xebata xwe berdewam bike.

Ev dewleta ku çavê xwe ber peymal kirina namûsên jinên Kurd yên zîndanan ra digre, dema sûcdar derdikevine meydanê jî, alîyê curmkaran digre û ji me ra jîyanek bê şeref rexa dibîne, bila bizanibe ku ev sîyaseta kirêt li ser bedena me dike, vik û vala ye. Me bê bedbînî û bê westan heta îro tekoşîna xwe ajot, ji vir şûnda jî emê bajon. Dîro ka me bi van nimûneyan va dagîrtî ye. Îro gelê Kurd bi jin û mêrê xwe va di nav kar û xebata bi şeref da bi serbilindî cîyê xwe girtîye.

Gelî jinên Kurd !

Îro mafê me tune ye ku li ber dafikên neyaran çavên xwe bigrin û bê hêvî bibin. Ewana hin hesabê, ji ber fikr û ramanên xwe girtî Dîlan, ji ber êrîşê namûsê Şükranan hîn nedane.  Pirsgirikên jinên Kurd ku bi zorê ji gund û bajarên xwe koçkirî û li di kelefên metropolan da dijîn her berdewam e. Ewana di zibilan nan komdikin û hin caran bedenên xwe difroşin û jîyana xwe berdewam dikin. Ji ber sedemên xirab keçên me xwe bi xwe dikujin. Heqê me nîn e ku em zarokên cîlên pey şerê kirêt yê 15 salî ajotî da tenê bihêlin, temaşevan bibin. Pûm di nav gundên me yên wêran bûyî da dixwînin. Alîyê din yên ku qaşogiravî wê me her sal “azad bikirana” jî, nuha di nav gel da bi navê “Komara demoqratîk” propaxandayê teslîm bûyînê dikin.

Xwişk û birayên delal,

-         Werin em dest bidine hevdu, tekoşînê dewam bikin, hêvîyên xwe bê mirin bikin!

-         Werin em dijî teslîmîyetê derkevin! Hebûna xwe û gelê xwe beparêzin!

-         Himberê rêxistinên Kurd ku ji ber bîr û bawerîyên xwe jinan diçewisînin û dikujin, bê deng nemînin.

Heta ku dewleta Tirk, pirsa Kurdan bi adil çareser neke, mafen mîrovî di jîyanê da neparêze, em rê nedin ku ew bikeve nav Yekitîya Awrûpayê.

Divê em bo mafên xwe yên cinsî, netewî, çînî û tebeqeyî her kar û xebat bikin!

 

BİJÎ KOMJİN                                                                 Adar 2002

KOMJİN     :  Buroya Jinên Kurd

Alte Feuerwache, Gathe 6  42107 Wuppertal  

 

 

  Dengê Kurdistan © 2002