PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Silav li we hemî jinên cîhanê!

Rojên ku em tê de ne, her çiqas guhertinên ber bi pêş çê bibin jî, li hin deverên cîhanê, birçîtî, tundî, çewsandin, tedahî û şer hîn jî berdewam e. Di rewşek wusa da, em careke din 8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin.

Jinên Cîhanê! Her çiqas mecbûr bimînî, ku di bin birçîtî û xizanîyê da bijî, di karên herî qirettir û pîstir da bixebitî, ji heqê tendurustîyê bêpar bimînî jî, ev roj, roja te ye! Roja te pîroz be!

Yek ji erkên jîyanê ji ev e, ku divê mirov nakokîyên civata ku tê da dijî çareser bike. Wek jin, ku ji despêka dîrokê vir da di bin sitemkarî û tedahîyê da mane, em tekoşîna xwe dimeşînin. Bo ji holê rakirina tedahî, çewsandin, zordarî û sitemkarîyê, her usa pêkanîna civateke azade û wekhev tekoşîna me ya bê westan, li hember her awayî astengî û dijwarîyan berdewam e.

Lê mixabin, hejmara jinên ku xwedî li pirsên xwe derdikevin û tev li tekoşînê dibin hîn jî ne zêde ye. Sedemeke bingehîn, ya ku dibin asteng li ber çareserkirina pirsên civatê jî ev e.

Em wek KOMJIN, bang li hemî jinên cîhanê, berî her tiştî jî jinên Kurd dikin, ku tev li tekoşîna kesayetî ya jinan bibin. Wek her derên cîhanê, axa ku em li ser dijîn jî, astengî û dijwarîyên li hember jinan, mixabin berdewam e. Û ger ev jin Kurd be, pirs qat bi qat zêdetir dibin.

Dewletên kolonyalîst, bi taybeti dewleta Tirk, dixwaze keys ji alozîya Iraqê  bigre û başurê welatê me dagir bike,  Parlaman û Hukumeta Kurdî, ku berhema xwîna şehîdan û rondîka jinan e jî, ji holê rake.  Parastina Parlaman û Hukumeta Kurdistana Başur erkeke girîng ya jinên kurd e, ku li derwayê welat dijîn.  Jinên kurd li derwayê welat, divê di her firsatê da piştgiriya jınên Kurdıstana Başur, parlaman û hukumeta wan bike.

- Em ew jin in, ku keç û kurên xwe di şer da qurban dane.

-Em ew jin in, ku ji welatên xwe hatine koçber kirin û mecbûr bûne, ku li diasporan da bijîn.

-Em ew jin in, ku gund û bajêr, mal û warên wan hatine kavil û wêran kirin.

-Em ew jin in, ku di kûçan da tên çewsandin û di binçavkirinan da li hemberî tecawuzan tên.

-Em ew jin in, ku nikarin bi zmanê xwe navan li zarokên ku me anîne dinê bikin.

-Em ew jin in, ku qurbana adetên kevnare dibin û wek berdêlî tên firotin.

-Em ew jin in, ku nikarin li ser axa xwe bi serbestî bi çanda xwe va bijîn

- Bijî 8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê!

- Bijî Tekoşîna Jinên Kurd ya rêxistinî!

- Bijî KOMJIN!                                                         Adar 2003

KOMJIN-Buroya Jinên Kurd
Alte Feuerwache Gathe 6, 42107 Wuppertal
E-Mail: Jiyankurd@yahoo.de
Tel: 0202-2831749

 

  Dengê Kurdistan © 2003