psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Banga KOMJINê di 8´ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Venezuelayê wê deng vede!

Di 8´ê Adara 1857´an de bi hezaran jinên karker yên tekstilê ên berxwedêr li bajarê New Yorkê, ji bo ku mercên kar yên xedar baştir bibin daketin qad û meydanan. Bedela vê berxwedanê ji bo wan jinan giran bû. Karxaneya ku ew tê de girtî mabûn şewitî û 129 jin mirin. Ji bo piraniya mafên ku me îro bi dest xistiye, jin bedelên giran dan; hîn jî li welatê me û li seranserê cîhanê bedel didin.

Li cîhanê bi mîlyonan jin di bin sînora birçîbûnê de dijîn. Hîn ji me banek nîn e ku li bin bisitirin; hîn ji me birçî, xizan û bê kar in. Yên ku kar dibînin jî, an di bin şert û mercên pir giran, an jî ji ewlehiyên yasayî bê par wek karkerên îhtiyat dixebitin.

Hîn ji me, hewcedariyên rojane wê da deyne, ji qurtek av, bîhnek hewa paqij bê par in.

Dev ji di qada perwerdehiyê de wekheviyê berde, ji bo hîn ji me mafê perwerdehiya zimanê zikmakî nîne; hîn ji me bê nav û nasname ne.

Bê cudahiya di navbera herêm, çand û kultur, nasnama netewî, çînî û olî, li seranserê cîhanê şîdeta li ser jinan her berdewam e û mixabin ev keraset li seranserê cîhanê piranî wek sûcek nayê qebûl û ceza kirin.

Hîn ji me bi zorê tên zewicandin û ger dij derkevin dibin qurbanên cînayetên „namûs“ê.

Kapîtalîzm, bi firotina bedenên me yên ku “kifş kiriye”, di salê de nêzikî 12 mîlyon dolarî qezenc dike. Ji ber vê yekê ye ku hîn ji me, hîn di zaroktiya xwe de bi zorê dikevin tora fuhuşê.

Hîn ji me ji ber sedemên olî, kulturî û kevneşopî û hwd. tên sunet kirin û seqet dimînin.

Bedela şer ya giran dîsa wek her dem dibe para me jinan, wek jinên Kurd, ku welatê wan ji aliyê hêzên kedxwar ve hatiye parçe û dorpêç kirin. Bedenên me ji aliyê mêrên „aliyê hember“ wek xenîmet tên bikar anîn. Hatiye wê radeyê ku kedxwarê çavsor, bi giştî hêjahî û nirxên olî û exlaqî binpê dike û tecawuzî bedenên me yên mirî dike.

Lê belê ev jiyana ku bi zorê li me tê spartin ne QEDER e.

Ji bo ku em hemû bi hev re li dijî van kerasetan derkevin, têkoşîna xwe hîn bi hêztir bikin û piştevaniya jinan di qada navnetewî de bilindtir bikin, 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya îsalîn xwedî giringiyeke dîrokî ye.

Ji ber ku îsal 100 saliya Roja Jinên Cîhanê ye, ku li ser pêşniyara Clara Zetkîn ve tê pîroz kirin û îsal bi beşdariya jinên herêmên cuda yên li serenserê cîhanê ve li Venezuelayê bi hev re wê bê pîroz kirin.

Ji bo ku vê rojê bi hemû jinên cîhanê ve bi coş pîroz bikin û dengê jinên Kurd bidin bihîstin, wek KOMJIN emê jî li Venezuelayê bibin.

Bijî pişgirî û piştevaniya hemû jinên cîhanê!

Bijî têkoşîna jinên Kurdistanê yên rexistinî!

Bijî 8´ê Adarê!

Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN Adar 2011

 
   
Dengê Kurdistan © 2011