psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

KOMJIN bo beşdariya konferansa Navnetewî ya Jinan amade ye

Yekitiya Jinên Kurdistan-KOMJIN ji bona beşdarê kirina Konferansa Navnetewî ya Jinan amadekariya xwe temam kir.

Navenda Nûçeyan

Herwekî tê zanin, ji bona sedsaliya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê, li paytexta Venezuella Karakasê, di Zankoya Bolîvyayê da konferanseke navnetewî tê çêkirinê. Demekî dirêj e, ku KOMJIN ligel rêxistina jinan a Elmanya bi navê COURAGE e.v ve, li Elmanya amadekariya çalakiya navnetewiya hanê dikir.

KOMJIN, cara yeka ye, ku bi heyetek beşdariya konferanseka navnetewî dibe. Heyeta KOMJIN ji Feryal Haco û Brivan Adiguzel pektê. Pêşda Sînemxan Bedirxan jî di heyeta KOMJIN’ê da bû. Lê belê ji ber sedemên tenduristiyê, heyeta KOMJINê bê Sînemxan Bedirxan wê biçe Venezuellayê.

KOMJIN di çalakiya hanê, ku ji 1’ê Adarê heya 8’ê Adarê wê berdewam be, rewşa jinên Kurd, pirsgirêk û xebaten wê, dê pêşkeşê bîrûrayê cihanê bike. KOMJIN ji bona vê armancê namilke (rîsale, brosur), belavok û Ala Rengîn amade kiriye.

Çalakiyên sedsaliya 8’ê Adarê li Venezulla, bi rêka televîzyonê di seranserê dinyayê da wê bê belav kirinê. Her usa seba sedsaliya 8’ê Adarê li hemu dinyayê çalakiyên cur be cur wê bêne encam danê. Çalakiyên COURAGE û rêxistinên din jî rasterast li Ewropa bê weşandinê.

Taybetmendiya serekî ya Konferansa navnetewiya henê ev e, ku konferans ne di bin çavderîya Yekitiya Milletan da ne jî di bin çavderiya dewletên dinê da tê amade kirinê. Konferans bi temami berhema ked û fîdekariya jinên cihanê ye. Lewma jî hemu pirsgirêkên jinan bê geyd û şert wê bêne niqaş kirin û biryarên pewîst bêne girtinê.

Bi rêvabirên KOMJIN gotin, ku “me hemu amadekariya xwe temam kiriye, em amade ne. Pêşda heyeta KOMJIN ji 3 kesan pêkdihat. Sinemxan Bedîrxan jî wê beşdariya heyeta me biba. Ku ev yeka bi rastî ji bo me serbilindiyekî mezin bû. Lê pir mixabin Sînemxan ji ber sedemên tendurîstiyê nikare here Venezuellayê. Em bi gor teqet û karina xwe, ji pevajoya konferansê,  bîrûrayê Kurd agadar bikin.”

 
   
Dengê Kurdistan © 2011