PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 

 

 

Jİ BO RAYA GİŞTÎ

Çawa ku tê zanîn, me di 6-7-8. Hezîranê 2003 an de li Almanya, li bajarê Koln “Cigerxwîn Pêşengeha Pirtûkan a Kurdî “ amade kirîye.

Cîgira Baylozxana Turkîya a Koln, Fatma Ünlü nameyek bo berpîrsên sazîya ku, pêsengehê lê bê vekirinê, nivîsîye. Ew di nameya xwe de, di derheqa çapxane û kesên ku wê di pêşengehê de beşdar bibin, agahdarîyê dixwaze.

Dewleta Turkîya ji damezirandin û eşkerekirina Komara xwe pê ve, zimanê Kurdî û hemû berhemên, ku bi zimanê Kurdi hatine afirandin, qedexe kirîye, çi bi Kurdî çi bi Tirkî, hemû film, kasêt, kovar, rojname û pirtûkên ku, dijî ideolojîya Tirkan a resmî (fermî) ne, komkirîye, hinek ji wan jî şewitandiye û tune kiriye.

Dewleta Turkîya, ku  dixwaze têkeve Yekitîya Ewropayê, dera ku ewê di warê dîtinîya aza, mafên mirovatîyê û demoqrasiya pirdengî de bigije ( merhala) dewletên ewropayî, ew dicedîne, ku dewletên ewrupayê ji jor ve bîne xwarê, ango bîne sewîya (merhala) xwe.

Karbidestên Baylozxana bi vê nama xwe dixwazin bizanin ku, gelo kê di pêşengeha pirtûkan de beşdar dibin, daku pêşî lê wan bigrin. Ev jî dîsa nîşan dide, ku ew dewletekî hevdemî nîne.Di alîkî de jî, ev kar, mudaxele ye di karê û barên dewleta Alman, ku dewleteke serbixwe ye.

Em bangê karbidestên dewleta  Tirk dikin, ku dev jê bîr û baweriyên şaş û karên dij demokrasî berdin, qedrê pîvekên hevdem û modern bigrin.

Em bangê hemû kes û sazîyên Kurd, Alman û Tirk dikin, ku dijî  vê helwesta nu hevdemî dengê xwe bilind bikin, her usan jî, beşdarê Peşengeha Pirtûkan bin, ku di di 6-7-8. Hezîranê 2003 an de, li Kolnê, li Bürgerzentrum Alte Feuerwache çêdibê.

Komîta Rêvabirine a Giştî

 

  Dengê Kurdistan © 2003