psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
KOMKAR-EU; “Gelê Kurd, li dijî hev erîş û şîdetê naxwaze, yekitî û hevkariya hêzên welatparêz dixwaze!

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR-EU bi daxuyaniyeke êrîşa duhî ya li hember endamên KOMKAR-Londrayê mehkûm kir û bang li hemû kurdên welatparêz li Ewrûpayê kir ku ew xwedî li hêjayiyên xwe derkevin, bi beşdarbûna li Newrozên KOMKARê ve bersîv û ne rizayetiya xwe li hember bikaranîna tehdît û şîdetê nîşan bidin.

Daxuyanî bi vî awayî ye;

Di roja 13.03.2011`an de komek 15 kesan erîşê endamên KOMKAR-Londra kirin. Di vê erîşê de 2 endamên KOMKAR-Londrayê birîndar bûne. KOMKAR-Londra li taxa Harîngeyê afîş û îlanên Newrozê belav dikirin. Dema di belavkirina îlan û afîşên Newrozê de, komek girseyî pêşî afîşên Newroza KOMKARê daxistine, dû re jî erîş birine ser endamên KOMKARê.

Ev demek e ku hin der dor, li dijî hin rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û hunermendan kampanyayek birêvedibin. Ango li dijî kesên ku wek wan nafikire, kesên ku siyaseta wan naecibîne wan bi “ xayintî û îxanetkirinê“ ve tawanbar dikin.

Ev koma erîşkar, sebaba erîşkariyên xwe hunermendê netewî Şivan Perwer nîşan didin. Şivan Perwer, ku bi deng û awazên xwe, bi hunera xwe ve hemû jiyana xwe daye xizmeta gelê xwe. Ji 30 salî zêdetir e ku di surgûniyê da xebata xwe ya hunermendiyê didomîne. Hemû kurd dizanin ku Şivan, bi xebat û hunera xwe ve, di şiyarbûna gelê kurd da rolekî ber bi çav lîstiye.   

Gelê kurd, di meha Adarê de cejna xwe ya netewî, sembola azadî û berxwedanê, Newrozê, li her derê bi şahiyên mezin pîroz dike. Di rewşek usa de erîşkirin û bikaranîna şîdetê li endamên KOMKAR-Londrayê dikare tenê bi kêrî dijmin bê. Em vê erîşê û hemû erîşên ku şîdet tên bi kara nîn mehkûm dikin.

Bang li hemû welatparêzan dikin ku li hember erîşên usa bê deng nemînin û hestiyar bin. Em, bang li terefê erîşkar jî dikin ku dev ji kiryarên xwe yên bi vî rengî berdin, kiryarên usa xizmeta gelê kurd nake, ne aqilane ye û ne jî di berjevendiyên Kurdan de ye.

Di şûna erîş, tehdît û şîdetê de, em destê biratiyê dirêjî hevdu bikin, li hev aş bin, yekîtiya xwe pêk bînin da ku bikaribin êş û azarên gelê xwe bipêçin, wî ji bin nîrê zulm û zordestiyê rizgar bikin. Gelê kurd ji me êrîş, tehdît û şîdetê naxwaze, yekîtî û hevkariya hêzên welatparêzan dixwaze.

KOMKAR ji 30 salan zêdetir e li derveyê welat, mil dide xebata azadiya kurd û Kurdistanê. Ji bo pêşvebirin û parastina ziman, çand û hunera kurdî bê westan kar dike. Her sal cejna Newrozê li gelek bajarên Ewrûpayê bi coşek mezin pîroz dike. Îsal jî li Nurnberg, Wuppertal, Hamburg, Londra û li gelek bajar û welatên din şahiyên cejna Newrozê amade dike.

KOMKAR.eu bang li hemû kurdên welatparêz li Ewrûpayê dike: Werin em xwedî li hêjayiyên xwe derkevin, bi beşdarbûna li Newrozên KOMKARê ve bersîv û ne rizayetiya xwe li hember bikaranîna tehdît û şîdetê nîşan bidin.

14.03.2011

Kovan Amedî

Serokê Giştî yê KOMKAR.eu

 
   
Dengê Kurdistan © 2011