psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Di Yekê Gulanê de,
ji bo mafê perwerda zimanê Kurdî hewl bidin!

1ê Gulanê di sala 1889´an de, di civîna Enternasyonala Duwem de wek Roja Hevkarî, Yekîtî û Tekoşîna Karkeran hatiye îlan kirin û 121 sal e li gelek welatên dinyayê wek cejna karkeran tê pîrozkirin. Karkerên dinyayê ji wê rojê heta îro di xebat û tekoşîna li dijî kedxwaran de gelek mafên demokratîk bi dest xistin. Wek numûne rojê 8 saet kar bi yasayê ve girêdan.

Di roja Yekê Gulanê de karker û xebatkar, ji bo kar, ked û mafên xwe yên demokratîk civîn û meşên girseyî pêktînin. 1ê Gulanê, îro li gelek welatan ji aliyê sendikayên karkeran û partî û rêxistinên kedparêz ve tê pîrozkirin. Di gelek welatên  zordar û faşîst de, meş û mitîngên 1ê Gulanê bi xwîn derbas dibe. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye. Îro jî li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê rêxistinên karkeran ji bo pîrozkirina 1´ê Gulanê, rastî gelek astengiyan tên. Lê belê tekoşîna karkerên Kurd û Tirk ya bi salan encam da. Par 1ê Gulanê, di meydana Taksîmê de, ku bûye sembola 1ê Gulanê, hat pîroz kirin û îsal jî wê bê pîroz kirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civînek de li pêşberî ekranên televîzyonan, ji bo Tirkên li Elmanyayê daxwaza perwerda zimanê Tirkî kir û di axaftina xwe da wusa got: ” Asîmîlasyon sucek li dijî mirovatiyê ye, mafê perwerda bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn ya mirovî ye.” Erdogan rast dibêje siyaseta asîmîlasyonê sûcek mezin e, gunehek mezin e...   Lê Erdogan vî mafê tenê ji bo çend milyon Tirkên Almanyayê dixwaze.  Ji avabûna Komara Tirkiyê heta îro li ser  Kurdan siyasetek bê hempa  ya asîmîlasyonê tê ajotin. Heta doh jî bi Kurdî axaftin qedexebû... 

Eger Serokwezîrê Tirkiyê Birêz Recep Tayip Erdogan, di gotinên xwe de samimî be divê rêz li daxwazên Kurdan bigre,  divê daxwaza mafê perwerda bi zimanê Kurdî bi cîh bîne û di zûtirîn wext da gavên lezgîn bên avêtin û guhertinên yasayî bên pêk anîn. Divê nasnameya Kurd, bi fermî bê qebûl kirin û di makzagona Tirkiyê de bê pejirandin û parastin.   Ji bo ku pêvajoya demokratîk bi serkeve, divê hukumet efuyek giştî derxe.  Divê hukumet hestiyariyek mezin nîşan bide û bo daxwazên demokratîk yên Kurdan gavên konkuret bavêje.  Heta Kurd azad nebin û di nav huzurê da nejîn, wê li Tirkiyê jî huzur nebe...

Her weha, mafê zimanê Kurdî li hin eylaletên Elmanyayê fermî hatiye qebûl kirin. NRW jî yek ji wan eyaletan e. Lê mixabin em Kurdên vê eyaletê têra xwe xwedî li vî mafê xwe dernakevin. Divê,dê û bav bi hestiyarî tevbigerin, vî mafê xwe bi kar bînin. Bi kîjan zaravayî dibe bila bibe, zarokên xwe ji bo dersa Kurdî teşwîq bikin. Em wek KOMKAR.eu amade ne pêşengiya vî karê pîroz bikin. Me li bajarê Wuppertalê gavek evêt û navên zarokan berhev dikin. Ji kîjan parçeyên Kurdistanê dibin bila bibin û nêrîn û ramanên wan çi dibe bila bibe, divê Kurdên Wuppertalê hewl bidin û bi hestên neteweyî xwedî li vî karê pîroz derkevin û pişgirî bidin me. Da ku em jî bidin zanîn ku li ku dibe bila bibe Kurd li zimanê xwe xwedî derdikevin, ji ber ku zimanê me hebûna me ye.

Ji aliyê din, encama krîza aborî û tesîra wê ya taybet li ser karker û xebatkarên koçber û penaberan her diçe girantir dibe. Kurdên li welatên Ewrûpayê jî, ji karkerên Ewrupî zêdetir ji vê krîzê para xwe digrin. Ji bilî pirsa entegrasyonê, pirsên jiyana rojane, debara malê, jiyana koçber û penaberên Kurdên Ewrûpayê hîn diçe xirabtir dike.

Karker û xebatkarên Kurd li Ewrûpayê, di sîvana rêxistinên xwe yên demokratîk de 1ê Gulanê pîroz dikin. Yek ji wan rêxistinan jî KOMKAR.eu ye. KOMKAR.eu, îsal jî ji bo mafên kar û baştirkirina rewşa kar û karkeran, ji bo mafên demokratîk û civakî, ji bo jiyanek bi huzûr, bi karkerên Ewrûpî  re mil bi mil dimeşe.

KOMKAR.eu, bi boneya 1ê Gulanê, li hember bêkariyê, ji bo mafên demokratîk û civakî û her wisa jî ji bo pişgiriya daxwazên netewî ya Kurdan û ji bo çareseriyek demokratîk bo pirsa Kurd, bang li endam, alîgirên KOMKARê û hemû Kurdistaniyan dike, ku beşdarî meş û çalakiyên seranserê Ewrûpayê bibin.

Bijî Yekîtiya Karkerên Cîhanê!

Bijî 1ê Gulanê!

01.05.2011

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrupa-KOMKAR.eu

 
   
Dengê Kurdistan © 2011