psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

KOMKAR-EU ; “Divê Neteweyên Yekgirtî, 16`ê adarê bike roja dijî bikaranîna çekên kîmyawî”

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR-EU bi mebesta 23emîn salvegera karesata Helebceyê daxuyaniyek belav kir û bang ji Neteweyên Yekgirtî kir ku roja karesata Helebçeyê wek sûcekî dijî miroviyê nas bike û 16’ê adarê bike roja dijî bikaranîna çekên kîmyawî.

Daxuyaniya KOMKAR-EU bi vî awayî ye;

Rejîma Sadam di 16´ê adara 1988´an de jehra kîmyawî li ser bajarê Helebçeyê barand. 5000 kal û pîr, jin û zarok di nav çend deqîqeyan de mirin. Bi deh hezaran jî birîndar bûn. Bi sedhezaran kurd ji cîh warên xwe bûn. Ne tenê însan, hemû jîndar, heywan jî mirin. Zad û zewî jî şewitîn. Jehr, li axê, li avê û li laşê însanan belev bûye. Heta nuha jî gelek zarok seqet tên dinyayê.

Piştî Hîroşîma û Negazakiyê, dîroka mirovatiyê karesata herî komkuj li Kurdistanê qewimiye. Eva ne yekemîm car bû ku rejîma Sadam çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd bikaranî bû, lê Helebçe dilopa dawî bû...

Rejîma Baas ya Iraqê hat rûxandin û li Iraqê sîstemek federalî hat avakirin. Saddam Husên hat îdamkirin, qesasên karesata Helebçeyê yek bi yek hatin mehkemekirin û biryardarê bikaranîna çekên kîmyawî Elî Hesen Mecîd ( Elî Kîmyawî) hate îdamkirin.

Mekema Bilnd ya Iraqa Federal, karesata helebçeyê wek jenosîd qebûl kiriye.

Îsal li ser karesata Helebçeyê 23 sal derbas bû. Helebçe birînek kûr û êşek mezin dilê kurdan de vekiriye. Ev birîn û êşa mezin, tenê dikare bi biryarekî nav dewletî bêpêçandin. Ew jî divê, Neteweyên Yekgirî bi biryarek roja karesata Helebçeyê wek sûcekî dijî miroviyê nas bike û 16`ê adarê bike roja dijî bikaranîna çekên kîmyawî.

KOMKAR.eu

 
   
Dengê Kurdistan © 2011