PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Jİ BO RAYA GİŞTÎ

Di nav evqas şer, pevçûn û alozîyê da, dîsa, yekê îlonê hat. Em carek dinê gihîştin, Roja Aşîtî ya Nevnetewî.

 Pir mixabe, dîsa li her hêlên dinyayê da, bêkarî, birçîtî, neheqî, zordestî, xwinrijandin û şer berdevam e.

Dewletên milîtarîst, kolanyal û împeryal, ji bo çek û pûsatan, bi mîlyaran dirav xerç dikin. Ji bo afrandina çekên nû, bi hezeran zanyar, di bin emrê wan da, di nav laboratuvaran da, kar û xebat dikin. Bi destên rejîmên xwînxwar, îlm û teknolojî, bi qirêjî û cavsorî, tê bikaranîn.

Her wuha dewletên dagirker, li seranserê Kurdistanê da, karên xwe yê qirêj didomînin. Ew naxwezin li Îraqê, sazumanek hevdem, dîmoqrat û federal bê sazkirinê.

Divê baş bê zanînê, ger, li seranserê dinyayê da, bê karî, birçîtî, neheqî, nijastperestî û sazumana kolonyalî neyê hildanê; di nav çîn, milet, cîns, ziman, çand, ol û mezheban da, dostî, biratî û wekhevî nayê sazkirinê, dest xistina aşîtîyê, xîyal e.

Çi dibe bila bibe, divê em bê hêwî nebin. Bi saya xebatên dijwar em dikarin aşîtîyê bi destxin. Em, bi yekitî û komelî dikarin bibin xwedanê jîyanek azad, dewlemend û bextewar.

Em, Roja Aşîtî ya Navnetewî, pîroz dikin û dibêjin, bimre koletî, bijî azadî.

KOMKAR

1 Îlon 2004

 

  Dengê Kurdistan © 2004