PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Konferansa Cegerxwîn çêbû

Wuppertal

Konferansa Cegerxwîn, ku bona sedsalîya şaîrê mezîn, ji alîyê Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKARê hatibû amade kirin, di 06.12.03’an da li bajarê Wuppertalê bi beşdarbûna bêtiri 80 ronakbîr, nivîskar û şaîrên Kurd çêbû.

Konferans bi axaftina serokê KOMKARê F. Tîmar ve destpêkir. F. Tîmar di axaftina xwe da got, ku KOMKAR û Komîta Elmanya a Partîya Pêşverûya (ji Kurdistana Surîyê), biryar dan, ku bi hevra bangeke derxin, rêxistinên sîyasî û komelên demokratîk û ronakbîrên Kurd gazî civîneka gîştî bikin û di vê civîne da li ser parastin û pêkanîna sazîyên Kurdî minaqeşe bikin. Dî dirêjîya axaftina xwe da, F. Tîmar got, ku “armanca me yên ewîl çêkirina muzeya Cegerxwîn li mala wî da, parastin û piştgirîya Navenda Lekolîna Kurdî li Moskova û rojnama Rîya Teze ye.”

Piştî axaftina F. Tîmar, zavayê cegerxwîn Bîlal Habeş, axaftineka kurt li ser Cegerxwîn kir. 

Paşê jî şaîrê bi nav û deng Dr. Eskerê Boyîk, li jêr navê “Cegerxwîn şaîrê gel e” da, gotarekê rêk û pêk peşkeşê beşdarên konferansê kir. Eskerê Boyîk di gotara xwe da behsa helbestê Cegerxwîn, peyvendîya wî ligel kovara Hawarê, peyvendîya helbestên Cegerxwîn ligel helbestên melayê Cizîrî, Feqîyê Teyra û Ehmedê Xanî kir. Eskerê Boyîk li ser jîyan û îdeolojîya Cegerxwîn jî axaft û got, ku “Cegerxwîn bi helbestê xwe va belengazîya zahmetkeşan, zilm û zordarîya dagîrkeran li ser wan, hêvî û daxwazên gundî û rençberan anîye zimên, Cegerxwîn ne tenê ji alîyê gundî û paleyên Kurdistanê, her usa axa, şêx, mela û begên Kurdistanê va jî dihate xwendin, Cegerxwîn şaîre gel bû”.

Pîştî Eskerê Boyîk, Dr. Husen Habeş li ser “Ferhenga Cegerxwîn û pirsgirêka Ferhenga Kurdî” axaft. Dr. Husen Habeş, got, ku “gava Cegerxwîn li Zankoya Baxdayê dersa Kurdî dida, piranîya şagirdên wî bi zaraveyê Soranî xeberdidan. Bona ku şagirdên xwe, wî fehm bikin biryar daye, ku ferhengeka Kurmancî amade bike. Usa xuya ye ku Cegerxwîn ferhengê xwe wekî 3 cîld amade kiriye, lê belê tenê du cîld hatîye belav kirin.”  Husen Habeş di axaftina xwe da her usa bi dirêjî behsa ferhenga kurdî û ferheng nivîsî sekinî.

Piştî wî Mamosta Heyder Omerî jî li ser çiroknîvîsarîya Cegerxwîn gotareka rêk û pêk pêşkeşê beşdaran kir. Mamosta Heyder, bi zanistî lekolinek li ser çîroknivîsarîya Cegerxwîn amade kiribû. Mamosta Heyder got, ku “jî alîye teknîka çiroknîvîsarîyê ve, çirokên Cegerxwîn qels in, ji ber ku Cegerxwîn hîşyarkirina gelê xwe li pêşîya hemû tiştan da girtiye.”

Divê bê gotin, ku gotarvanên konferansê, paş pêşkeş kirina gotarên xwe, bersiva pirsan dan.

Bi Rêvabirên KOMKARê eşkere kirin, ku wekî dokumentên konferansên berê, dokumanta Konferansa Cegerxwîn jî wê were belav kirin.   

 

 

  Dengê Kurdistan © 2003