PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Lİ TİRKÎYÊ YASAYÊN HEMAHENGÎYA BO YEKİTÎYA AWRÛPAYÊ Û KURD                 

Dortmund

Di nav zincîra konferansên, ku KOMKAR amade kiribû, roja 25.01.2004an Elmanyayê li bajarê Dortmundê bi beşdarbûna gelek kesan va konferansek pêkhat.

Konferans ji alîyê parlemenê berê yê Kurd, Mehmud Kilinç  hat dayînê. Zimanê civînê Kurdî bû. Di beşa duwemîn da hin beşdar bi zimanê Tirkî pirsîyar jê kirin, rêzdar Kilinç jî bi wî zimanî bersîvên wan da.

Hîn civîn destpênekiri bû, di oda rûniştinê da li ser pirsa Kurdistana Başûr û federasyonê galegalek gur û germ destpêkir. Usa dîyar bu ku êdî Kurdan bi piranî wek neteweyek difikirin. Dubendîyên neçê û ji bo parçên xwe fikirînê dûr dikevin. Li kîjan parçê Kurdistanê dibe bila bibe, xwedî desketîyên xwe derdikevin û piştgirîyê lê dikin.

Rêzdar Kilinç di destpêkê da behsa rê-rêbazên pey şerên cîhanê neqeba welatên Awrûpayê heta îro û ev welat çawa û ji kîjan qonaxan da derbas bûne û gihîştine vê merhelê kir. Çawa pey ewqas şer û dehw Yekitîya Awrûpayê damezrandin û hin jî gelek problemên wan henin. Wî got, ku li ser wana dan û standin her berdewam e. Bi gotinek din ew rewşa îro zemanek gelek dûr û dirêj da pêk hatîye.

Pişt ra sê peymanên girîng beyna wan welatan da hatîye îmza kirinê. Li ser wana bi kurtî agahdarî da. Xasima li ser peymana Kopenhagenê sekinî û uha got:

“Se pîvanên girîng henin.

1- Pivanên sîyasî: Ango demoqrasîyek temam û kamil. Parastina heq û mafên mirovan her usa kêmneteweyan.

2- Pîvanên aborî, ku li ser bingeha bazarek serbest divê bê meşandinê.

3- Di neqeba dewletên yekbûyî û yên berendaman da hemahengîya yasayan.”

Pey ra dor hate rewşa Tirkîyê û Mehmud Kilinç dewam kir: “Tirkîye ev çendîn sal in ku dixwaze bikeve nav Yekitîya Awrûpayê. Di van salên dawîn da wek berendam hate qebûl kirinê. Wek welatên berendam yên din YA rêyek da pêşîya Tirkîyê. Gel pîvanên sîyasî, cîvakî, çandî, bazirganî di pirsa Qibrisê û nasîna hin mafên Kurdan wek wazîfe da pêşîya Tirkîyê, ku ew di demekî da guhartinên yasayî bike, pişt ra wan di jîyanê da cî bi cî bike.

Tirkîye bi dil û can diwxaze bikeve nav YA. Bes naxwaze guherînên gor zagonên Awrûpayê, gor pîvanên peymanan gavên bingehîn bavêje. Nuha li Tirkîyê du cephe, grup an jî enî hene.

Di cepha yekemîn da, ji Kemalist, nijadperest, ji çepên Tirkan kominîstan bigre heta sosyal demoqratan û artêşa Tirkan cîh digre.

Di cepha duwemîn da jî, yên dixwazin henin. Ewana ji Partîya İslamî ya ser hukum ku nîyeta wî jî cuda ye. Nivîskar, rewşenbîr û gel  bi xwe ye. Gor anketên ku hatine kirinê li Tirkîye sedî heftê û çar(74%) dixwazin Tirkîye pîvanên Awrûpayê pêkbîne û bikeve nav Yekitîyê.

DEHAP nuha bi partiya Tirkan SHPê va îttifaq kirîye, wek cepha yekemîn dijî AKPê kar dike û dixwaze wê ji desthilatîye dûr bixîne.

Ev pêvajoya nû wek Lozanê duwemîn tê binavkirinê. Di wan deman da Kurdan piştgirîya Tirkan kirin. Paşê Tirk maf û heqên Kurdan nasnekirin û nedan. Nuha jî xeterek usa heye. Divê Kurd xwedî heq û mafên xwe derkevin û rê nedine neyar û nezanan.

Gor rêya ku Avrûpa daye peşîya Tirkîyê, divê 31 zagon bên guhurandinê. Di nav wan 31 heban da jî gelek yasayên din henin ku pêwist e,  gor zagonên bingehîn biaheng bên kirinê. Ango bêne guhurandin an jî yên nû gor makzagona Awrûpayê bên danînê.

Le belê Dewleta Tirkîyê ji tirsa Kurdan û pirsa Qibrisê tu gavên bingehîn û rasteqîn navêje. Li ser kaxizan hin tiştên ne tu tişt, qaşo giravî diguhurîne. Di demek dûr û dirêj dide pêşîya xwe de ku Awrûpî ji Kurdan jî aciz bibin, dest jê bikşînin. Bi gotinek din dewleta Tirk tu caran pirs û pirsgirikan yekser û nişkêva çareser nekirîye. Her di wextek dirêj dikin û pişt ra ji nakin.

Eger Kurd him di nav welat him jî der welat xwedî heqên xwe dernekevin, ev dewlet tu caran tiştek nade me. Tirk naxwazin Kurd xwedî heqeki pîçûk jî bibin. Ewî bo xwe xeterîyek mezin dibînin. Her usa qiymeta wana jî wê li ba Awrûpayê û Amerîqayê jî kêm bibe. Ewana ji wan tirsan tu caran mafê me nadin. Xên ji van herdu meselan, ji daxwazên Awrûpayê kêmtir dixwazin, bo nimûne:

1- Welatên Awrûpayê her sal gor rewşa xwe bacê didine butça YA. Pişt ra jî gor pîvanek ji butçê heyî alîkarî distînin. Tirkiye dibêje, her çiqas heqê me zêde be jî em naxwazin hûn pir bidine me, kêm bidin tiştek nabe.

2- Gor nifûsê jî Tirkîye ji yên heyî pirtir e. Ew jî dibêjin, em razî ne ku hûn gor nifûsa xwe pivanek hilbijêrin, em ji gor wi werim temsîl kirinê.

3- Ji bo ku di nav welatên yekbûyî da serbest bigerin, bazirganî û yên mayîn da jî gavên paş davêjin. Dibêjin heta 15-20 salan em vê heqê xwe bikar naynin.

A nuha bar dikeve ser partî, rewşenbîr, nivîskar û welatparêzan ku li der welat çalak bin. Daxwazên xwe bi riyên demoqratîk bighîjînine raya giştî û daxwazên federasyonê bi her alî va bînine ser ziman.”

Di beşa duwemîn da jî rêzdar Mehmud Kilinç bersîvên pirsan da. Her usa ji guhdar bîr û raya xwe eşkere kirin. Pirsîyarek balkeş ev bû:

“Heke Tirkîye bikeve nav YA yê, ev bo Kurdan ne baş e. Ewana dikarin xirabîyên xwe veşêrin. Krîterên Kopanhagenê jî ji xwe bo kêmnetewan e, em jî kemnetewe nînin. Pişt ra ew mafana bînin daxînine heq û mafên şexsî. We carê dewa Kurd û Kurdistanê jî wê ji ortê rabe.”

Gotarvanê hêja ha bersîva hevalê da:

“Rast e. Kriter usan in. Lê Kurd dikarin jê istifade bikin. Dewleta Tirkîyê nikare her tiştên xwe yên qilêr û bê însanî veşêrin. Divê em jî kar û xebatê bikin ku mafên xwe bidest bixînin.”

Hevalek din jî pirsî:

“Gelo siyasetek dewletên Awrûpayê ya Kurdan heye an na? Eger hebe xên ji mafên çandî û mîrovî hene an na?”

Gotarvanê hêja ha bersîva wî da:

“Sîyasetek wan a bi taybetî nîn e. Lê belê demoqratîkbûna Tirkîyê dixwazin. Dixwazin Tirkîye ji Qibrise derkeve û Qibris bi temami bikeve nav YA. Bê guman demoqratîkbûna Tirkîyê bo me rêyekê vedike. Eger em jî baş bikarbînin, dikare bibe destpêkek. Ji her tiştî giringtir, divê partîyên Kurdan bo maf û azadîyên me li dervayî welat kar û xebatê bikin. Dîplomasîyek hevbeş bimeşînin. Wî çaxî em dikarin di vê qonaxê da desketîyên bikêrhati bidest bixînin.”

Bi wî awayî konferans dawî hat.

 

  Dengê Kurdistan © 2004