psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Konferansa  Enfalê bi serketî dawî lê hat

Di 13.03.2011an de bi pêşevaniya Federasyona Komeleyên Kurdistanê  Li Swêdê konferansa Enfalê bi axaftina seroka Federasyonê Şermîn Bozarslanê destpêkir. Konferans  bi awayekî  rêk û pêk û bi beşdariya kurdên li Stockholmê dawî lê hat.

Ji bona vê konferansê ji başûr ango ji welatê me yê azad wê du kurên ku bavên wan hatibûn enfalkirin û filmçêker jî hatibûn dawetkirin. Lê mixabin wan vîze wernegirtin û nikaribûn bihatana Swêd.

Di konferansê de du semîner ji aliyê Bûbê Eser û Eisa Fili ve hate danîn..

Bûbê Eser li ser enfalê bi awayekî giştî û bi teybetî li ser enfala Barzaniyan rawestiya. Wî  Enfal, bûyer, kiryar, êş û ezerên wê anî zimên. Ew bi xwe ji bona lêkolînê li ser rewşa malbatên enfalkirî bike sala 2007an qedere 11 mehan li başûr bû, bi nêzîkî 300 malbatên enfalê re hevdîtin pêk anîbû. Di encama vê lêkolîna xwe wî şanoya enfalê ya bi navê Dîroka Rûreş li Swêd û li Stenbolê weşand.

Eisa Filî  jî li ser kurdên Feylî ku ji terefê Seddam ve hatibûn enfalkirin sekînî. Herweha Eîsa jî bi awayekî zelal li ser wê kiryara xerab rawestiya û agahdariyên hêja da beşdarvanan. Gelek agahdariyên balkêş ku heta niha kêm hatibûn bihîstin,  Eisa Fili  di vê konferansê de anî zimên. Wî behsa ku kurdên Feylî li welatê xwe bê hevwelatî ne kir. Heta niha ev pirs çareser nebûye.

Di dawîya semîneran de filmek balkeş ji Elmanya ku yek Elmanî li ser Enfal çêkiriye hat nîşandan. Beşdarên konferansê kêfxweşiya xwe bo vê konferansê anîn zimên. Ev konferans xebata yekem  bo kurdan ya komîteya nasandina jenosîda kurdan ya FKKS bû. Di 16 adarê de dema nîvro jî li Parlamentoya Swêd  bo parlamenteran bi hevkariya komiteya Kurdistan -Swêd bîranîna şehîdên Halepçeyê li dar bixe.

Herweha Federasyona Komeleyên Kurdistanê îsal jî li kyrkaya Adolf Fredrik di 16 adarê saet 17.00 de bo raya giştî bîranîna şehîdên Halepçeyê li dar bixe.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

 
   
Dengê Kurdistan © 2011